24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tundiya li jinan pandemiya esasî ye

Hişmendiya serdest bi hezaran salan in, bi çewisandin û tepisandinê xwe li ser jinan rewa kiriye û navê jinan ji dîrok, aborî, siyaset, civak û hwd. biriye; jin tenê wek ‘kebaniya malê, dayik, xwişk, dergistî, fahîşe…’ pênase kiriye. Bi vî awayî jî tenê ne tundiya fizîkî tundiya psikolojik jî lê ferz kiriye. Rojnameger û siyasetmedar Meral Çîçek bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinan, ji rojnameya me re axivî û behsa tundiya dîrokî ya li jinan û têkoşîna jinan kir.

Tu dikarî qala girîngiya roja 25’ê Mijdara 1960’an û têkoşîna Xwişkên Mîrabelê bikî?

Ev yek pir girîng e ji bo mirov bizane û ji bîr neke ku Xwişkên Mîrabel 60 sal berê di têkoşîna li hemberî rejîma dîktatorekî de hatin kuştin. Lazim e her tim pêwendiya di navbera 25’ê Mijdarê û faşîzmê de bê dîtin; 60 sal berê jî wisa bû û roja me ya îro jî wisa ye. Tê zanîn ku faşîzm rejîmeke li dijî jinan e. Di pratîk û hişmendiya xwe de jî dijminatiya li hember jinan ava dike û em dikarin bêjin ku sîstemeke li dij hemû nirxên jinan e. Li dijî azadî, demokrasî, pirrengînî, aştî, aramî, jiyaneke demokratîk û azad e. Bi kurtasî em dikarin bêjin li dijî jinan faşîzma herî xurt pêk tê. Ji bo vê yekê jî pêwendiya di navbera dîroka 25’ê Mijdara 1960 û ya 2020’an de jî girîng e û hewce ye em vê têkoşîna jinan a li dijî faşîzmê ku ji wê rojê heta roja me ya îro tê bi bîr bînin.

Di sala 1999’an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve ji bo balkişandina tundiya li jinan 25’ê Mijdarê wek Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinan a Navneteweyî hat ragihandin. Li Ewropa û gelemperiya cîhanê gelo pêşiya tundiya li jinan çi qas hatiye girtin?

Pêwîst e em li tundiya li jinan her tim bi aliyên wê yên siyasî, civakî, aborî heta çandî jî binêrin. Ji ber vê jî li gor mercan tundiya li jinan carinan zêde dibe carinan jî kêm dibe. Em di vê mijarê de nikarin qala pêşketineke rasterast bikin. Wekî rêyeke zîqzaqî ye li gorî rastiya civakî û siyasî dimeşe. Wek Ewropa û rojavayê cîhanê helbet rojên wekî 25’ê Mijdarê encama têkoşîneke hevbeş a jinên cîhanê ye. Hewldanek heye hem di  nav Neteweyên Yekbûyî de hem jî bi giştî. Ji bo vê yekê jî lazim e em van rojan wek têkoşîna hevbeş a jinên cîhanê bigirin dest. Niha ev têkoşîna ji aliyên NY’ê ve hatî ragihandin çi qas têrker e, helbet di vê mijarê de ne tenê li Ewropa li seranserê cîhanê pirsgirêk heye. Niha lazim e di navbera xebatên têkoşîna hiqûqî û zihnî de hevsengiyek hebe. Bêyî ku zihniyeta civakê were guhertin, tenê bi rêya qanûnan mirov nikare pirsgirêkan çareser bike. Ji bo vê jî dema em li rewşa Ewropayê yan jî rojavayê cîhanê binêrin, helbet di vir de destkeftiyên tevgerên jinan hene lê heke em wek encam lê binêrin jî qirkirina jinan, tundiya li jinan li welatên rojava jî berdewam e û qet jî ne kêm e! Ji kuştina jinan bigirin heta tundiya fizîkî, tacîz û tecawizê, dîsa dema em wek tundiya daîmî lê binêrin dê xuya bibe ku hê jî pirsgirêkeke pir mezin e. Bi taybetî di dema koronayê de xuya bû ku ev zihniyeta zilam ku tundiyê her roj ji nû ve ava dike, pir zêde nehatiye guhertin. Ev yek bi awayekî vekirî li hemû welatan xuya bû. Ji bo vê jî pir girîng e ku mirov li dijî çavkaniya tundiyê têkoşîn bide meşandin. Helbet pêşketin hene, deskeftiyên jinan hene, bes hejmarên tundiya li jinan û hejmarên kuştinên jinan nîşan didin ku hê rêyeke dûr û dirêj li pêşiya me heye.

Di serî de Rojhilata Navîn li hemû cîhanê nêzîkatiyên baviksalariyê hema bêje di her qadê de her diçe zêdetir dibe. Girêdayî vê yekê zanebûn û berxwedana jinan jî zêde dibe. Sedemên vê yekê çi ne?

Ez di vê nêrînê de me ku di navbera tundiya li jinan û têkoşîna li hemberî hişmendiya baviksalar de têkiliyek heye. Mesela dema têkoşîna jinan bilind dibe, pergal jî dikeve pozîsyona parastinê û êrîşên xwe yên li jinan zêde dike lê helbet li hember van êrîşên zilamperest jin hîn zêdetir xwedî li têkoşîna azadiyê derdikevin û wê hembêz dikin. Helbet bila ev neyê wê wateyê ku ez tundiya hişmendiya baviksalar normal dibinim an jî wek rewa bi dest digirim! Ji ber ku hişmendiya tundiyê ew hişmendiyeke ku di dîrokê de tim hatiye parastin û heta roja me ya îro jî hebûna xwe li ser kolekirina jinan û înkarkirina mafê jinan bi zextan ava kiriye. Em dizanin ku ev sîstem ji gelek aliyan ve di nav nakokiyan de ye lê belê dema em li nakokiyên esasî binêrin di navbera pergal û lêgerîna azadiya jinan û hebûna jinan de ye. Yanî ne mimkûn e di navbera her du aliyan de aştiyek hebe. Encax jin bi pêşengiya xwe bikaribe vê sîstemê têk bibe. Ji ber vê yekê pergala zilamperest dixwaze qadên xwe yên di encama têkoşîna jinan hatine tengkirin careke din berfireh bike. Di destpêka qonaxa sedsala 21’emîn de ev nakokî ji ber ku zêdetir bûne wateya xwe ya dîrokî zêdetir nîşan dide. Di roja me ya îro de ji ber ku ev nakokî zindî ye firsend bo pêkanîna rizgariya jinê jî zêde ye. Pergal jî dixwaze vê yekê asteng bike, ji ber vê yekê êrîşên li ser jin û civakê zêde dike.

Te di nivîseke xwe de tundiya li jinan wekî ‘diyardeyeke gerdûnî’ pênase kiriye. Tu dikarî hinek qala vê mijarê bikî, tundî çima diyardiyeke gerdûnî ye?

Tundiya li jinan bi gotineke din rasterast pergala gerdûnî ye, yanî pergala baviksalar û kapîtalîst a kurewî xwe herî zêde li ser tundiya li hemberî jinê ava dikin. Di hin mijaran de xwe bi şiklekî veşarî îfade dike lê bi tundiyê rûyê vê pergalê derdikeve holê. Ji ber vê jî pergaleke gerdûnî ye. Niha li seranserê cîhanê cihekî ku pergala tundiyê yan jî ya kapîtalîst xwe negihandiyê tune ye! Ji bilî hin deverên wek girav û kabîleyên li nav daristanan pergala baviksalarî li her deverê xwe ferz kiriye û hişmendiya tundiyê li her deverê heye. Niha em nikarin bêjin ev pirsgirêka welatekî ye û tundî li hin deverên cîhanê kêm-zêde tê kirin. Yanî di roja me ya îro de her cureyê tundiya li jinan rastiyeke gerdûnî îfade dike.

Niha di sedsala 21’emîn de li her derê cîhanê hem ji aliyê erênî hem jî ji aliyê neyînî ve têkoşîna jinan di çi astê de ye?

Têkoşîna rêxistinî ya jinan pir kûr û dirêj nîn e. Rast e 5 hezar sal in jin li dijî zihniyeta baviksalar li ber xwe dide lê îro bi merhaleya pergala modernîteya kapîtalîst gihaşt asteke rêxistinî. Ger em wisa lê binêrin ev 200-300 salên dawî jin zêdetir têkoşîna xwe di çarçoveya qezenckirina mafên siyasî û medenî de kirin. Ji bo ku wek hemwelatî bên qebûlkirin, bibin xwediyê mafên siyasî û medenî hewl dan. Ji sedsala 20’emîn bi şûn de, êdî jin bi xwe rojevên xwe diyar kirin. Em dikarin bibêjin ku jin heta dawiya sedsala 20’emîn bi pêş ketin. Niha di qonaxa 21’emîn de em di çarçoveya navneteweyî de li têkoşîna jinan binêrin, destkeftiyên girîng hene. Niha tişta ku pergala baviksalar bi zanebûn ava kiriye ev e; krîmînalîzekirina mafê parastina jin û gelan e. Bi taybetî netewe- dewletê ji bo dikaribe desthilatdariya xwe li me ferz bike, têkoşîn û berxwedana jinan krîmînalîze kirin. Tundiya li jinan rewa kirin û piştre heman tiştî li ser civakê kirin. Ji ber vê di 10 salên dawî de hişmendiya xweparastinê li nav jinên cîhanê bi pêş ket. Jinên kurd di mijara xweparastinê de roleke girîng lîst.

Gelo li hemberî hişmendiya serdest rê û rêbazên xweparastinê çi ne?

Li gor min rê û rêbazên xweparastina li dijî hişmendiya serdest  rêxistinbûn e. Ji ber ku baweriya min bi çareseriya ferdî tune ye, encax jin hêza xwe ya rêxistinî ava bikin. Wê hingê dê bikaribe rê li ber vê hişmendiyê bigirin û biguherînin. Divê jin bi rêxistinî têbikoşin, ev tune be mirov nikare li hemberî vê hişmendiyê têbikoşe. Berî her tiştî her diçe jin rêxistiniyê qebûl dikin. Teza jinek bi tena serê xwe dikare xwe azad bike, biparêze filan û bêvan ev derewa pergala lîberalîzmê ye. Encax jin birexistinî dikarin çareseriyê peyda bike. Ez wisa difikirim.

Em dikarin bêjin berxwedana jinên kurd ji bo xweparastinê mînak e?

Wek pozîsyoneke erênî tevlîbûna jinan di nav pêvajoyên biryargirtinê de wek qada siyaset, civak, di aboriyê de cihgirtin û temsîliyata wê em dikarin bêjin îro di asteke bilind de ye. Mînak jinên kurd di vê mijarê de êdî her diçe dibe xwedî roleke dîrokî; mînaka vê yekê jî şoreşa Rojava ye. Helbet hin pêşketinên paralel ên wek Amerîkaya Latîn jî hene. Pergala hevsrokatiyê êdî ji aliyê gelek welatan ve tê hembêzkirin. Piştî jinên kurd li Swîsreyê partiyek derbasî pergala hevserokatiyê bû. Em êdî di vê qadê de li cîhanê pêşketinên cidî dibînin. Di bîrbirî û hişmendiya heyî de, jin dema rastî tacîz û tecawizê dihatin bêdeng diman û ji ber nêzîkatiyên ‘mexdûr sûcdar e’ nikaribûn dengê xwe derînin. Ji bo krîmînalîzekirina vê hişmendiyê gelek têkoşîn hat dayîn. Di salên dawî de em dibînin ku jinan ev hişmendiya baviksalariyê îfşa kir. Li gelek welatan ji bo vê yekê li ber xwe dan û hê jî didin. Jin xwedî mîsyoneke dîrokî ne û em dikarin bêjin sedsala 21’emîn di destê jinan de ye. Di roja me ya îro de tundiya li jinan, pandemiya esasî ye û hewceye em wisa lê binêrin. Li gorî vê rastiyê jî divê jin stratejiya têkoşîna hevbeş saz bikin.

Herî dawî tişteke ku tu lê zêde bikî hebe, kerem bike?

Di roja me de, em dibînin ku sîstema kapîtalîst xwe ji her demê zêdetir bi rêxistin û êrîşên xwe bi rêk û pêk kirine. Bi taybetî di dema pandemiyê de me ev tişt baştir dît ku di navbera pêşketinên li Polonya, Fransa, Amerîka, Filîpîn û hwd. de ji hêla hişmendiya baviksalar ve paraleliyek heye. Ji ber vê, divê her yek ji me bi qasî hişmendiya baviksalar birêxistin be û bi awayekî rêk û pêk vê têkoşînê bidomîne.

Her wiha li dijî tesîra lîberalîzmê pêdiviya me bi radîkalbûna têkoşîna jinan heye. Ji ber ku lîberalîzmê pasîfîzekirina berxwedana jinan ji xwe re kiriye armanc. Îro tişta hewce ye ev e ku em têkoşîna xwe radîkalîze bikin. Di vê mijarê de jinên kurd pêşengiyê dikin û hêzê didin jinên cîhanê. A girîng ew e ku em hişmendiya baviksalar têk bibin û têkoşîna jinan a konfederalîzma demokratîk bi pêş bixin.

Meral Çîçek kî ye?

Meral Çîçek di sala 1983’yan de li bajarê Koln ê Almanyayê hatiye dinê. Malbata Çîçek ji Meletiyê ye. Li Zanîngeha Frankfurtê beşa siyaset û sosyolojiyê xwendiye. Demeke dirêj li Ewropayê di nav xebatên jinan de cih girtiye û rojnameya Ozgur Polîtîkayê jî di nav de di ragihandinê de kar kiriye. Di sala 2014’an de bi hevalên xwe re li başûrê Kurdistanê Rêxistina Peywendiya Jinên Kurd (Rê-Kurd) ava kir û hê jî serokê vê rêxistinê ye. Her wiha Çîçek endama lijneya kovara Jineolojiyê ye.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê