20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Turnûvaya futbolê ya ciwanên HDP’ê

Meclisa Ciwanan ya HDP’ê bi dirûşma “Tevna bindestiyê bidirrîne” di 10’ê tîrmehê de dê li Wanê turnûvayeke futbolê li dar bixe. Ciwanên HDP’ê ragihandin ku serlêdanên ji bo turnûvayê dest pê kirine.

Ciwanên HDP’ê bi boneya bibîranîna Ozan Yildiz ê ku di 28’ê kanûna 2020’î de ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dabû turnûvayê li dar dixin û wiha dibêjin: “Hevrêyê me Ozan bi hêviyên xwe yên siberojê ji bo  siberojeke azad têkoşiya. Me jî xwest em li ser bîranîna wê çalakiyeke bi vî rengî li dar bixin.”

Endamê Meclisa Jinên Ciwan Rojîn Varhan têkildarî armanca vê turnûvayê de jî ev yek gotin: “Turnûvaya me li dijî pergalê têkoşînê berfirehtir dike. Di serî de li dijî tundiya li hemberî jinan pêk tê, polîtîkayên şerê taybet, li dijî berbelavbûna madeyên tîryakê û li dijî tunekirina siberoja ciwanan em ê vê turnûvayê li dar bixin. Em hêvîdar in ku di serî de jin û hemû ciwan ji bo turnuvayê serî lê bidin.”

Têkildarî lidarxistina turnûvayê jî Arjîn Tuncer ev yek bi lêv kirin: “Armanca vê turnûvayê li dijî asîmîlasyonê, polîtîkayên şerê taybet, polîtîkayên AKP-MHP’ê mezinkirina têkoşînê ye. Em ê li beramberî hemû çewisandinan wekî ciwanan li ber xwe bidin. Em ji bo avakirina siberojeke azad û demokratîk turnûvayê li dar dixin. Em hemû ji bo li ser siberojê çend gilî gotinan bikin bên cem hev. Em li benda hemû hevalên ciwan in.”