19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tûtika gêj

Mem Farqînî

Meyaserê bi dengekî bilind û  bihêrs got; “Tûtika gêj!.. Tûtika gêj!.. Te çi ye,  ji vê serê sibê de  wiha li derdora xwe diçî û têyî? Ji dêvla te kî bûya niha van karên te deh caran qedandibûn. Lê belê te hê destê xwe nedaye tiştekî…”

Meyaser van gotinan ji keçika xwe ya mezin Zozanê re gotibû û van gotinên xwe ji serê  sibê de çend car bû dubare dikir ew bi xwe jî nizanibû. Lê belê îcar dengê wê li gorî demên berî pir bilind derketibû. Loma bala xwe xesiya wê jî kişandibû.

Zozan  wek ajalek kovî serê xwe rakir û li diya xwe mêze kir. Ji wan çavên hingivîn agir dibariya. Bi hêrs bibû. Xwest devê xwe veke û bi hemû hêza xwe bi ser diya xwe de biqîre. Lê li rexmî hemû hêrsbûna xwe dengê xwe nekir. Piştî demeke kurt jî serê xwe xist ber xwe.

Xaltîka Edûlê di bin siya dara tûyê de rûniştibû. Neviya wê ya herî biçûk Dilsoz, di hembêza wê de bû. Bi wê re dilîst. Ji ber ku Meyaserê ji serê sibê de kar dikir, dixweset bi vî awayî hinek barê wê sivik bike. Ji alîkî de jî, hewya xwe dianî. Lê belê ev cara dawîn, dema ji nişka ve dengê Meyaserê bilind bû êdî xwe negirt û gazî wê kir. Bi dengekî nizim got; “Meyaser keça min xêr e, tu çima wisa dengê xwe bilind  dikî? Ka hinek bi vî  alî de were.”

Meyaser beriya bersivê bide xesiya xwe, di ber xwe de dikir pitepit. Ji Zozanê re gotin digotin.

Gava cara duyem dengê Edûlê gihîşt ber guhê Meyaserê, hinek jî bi rûyekî  acizbûyî serê xwe bi aliyê wê de zivirand û bi awayekî çosr got; “Haa, dayêêê, te tiştek got?”

Xaltîka Edûlê got; “Erê min tiştek got. Ka were vira ez careke din bibêjim.” Dema van gotinan digot, ji alîkî da jî wan tilîkên xwe yên zirav û qermiçî xistibû nav porê Dilsozê. Bi tilîkên xwe porê keçikê şeh dikir.

Meyaser tûrika garis di dest da çû ba xesiya xwe. Tîrêjên rojê di nav pelên dara tûyê de li ser çavan dixist. Bi dengekî hurmetkar pirsî; “Kerem bike dayê, te got çi?” Di dilê xwe de jî bi sayîş wisa digot; “Ya rebî hema di xwe de nerîbe. Binê xwe pîs nekiribe?”

Xaltiya Edûlê bi dengekî aram got; “Min got dîsa çi bûye çi qewimiye? Ji  serê vê sibê de qîreqîra te ye. Zozanê çi kiriye? Tu çima dîsa bi Zozanê re dixeyidî? Dengê xwe  bîlesebep ji wê re bilind dikî û  diqîrî. Wê hinek rihet berde. Ew qas neçe  bi ser wê…”

Meyaserê got;  “Ma dayê nabînî? Bi qasî saetek du saet şûnde ew ê bibe êvar. Bavê min ew ê ji nav zeviyan vegere. Lê belê xanim hê destê xwe neavêtiye  tiştekî. Ji bo şîvê çêbike min ew qas got lê hê te amadekariyek nekiriye.”

Xaltîka Edûlê bi dengekî nizm û aram got; “Ez jî dixwazim keça min. Hê te amadekeriyek nekiriye. Lê hê têra xwe wext heye. Wê bigihîjînê. Bêhna xwe fireh bike qîza min. Zozanê jî wek diya xwe yeka destsivik e.”

Piştî van gotinên dawî yên xesiya xwe Meyaserê serê xwe kir ber xwe. Ji xesiya xwe re tiştek negot. Berevajî ev gotinên dawî li xweşa wê jî çûbûn. Lewre bi awayekî aşkera pesnê wê hatibû dayîn û hemû kes wisan in. Tu bi du gotinan pesnê wan bide, bibîne ku çi qas dil bi rehm dibin.

Meyaser dihizirî. Lê çi dihizirî tenê yezdanê dilovan dizanibû. Di navbera wan de ji nişka ve bêdengiyek jixweber çêbûbû. Ev qederekê dewam kir û ev bêdengiya heyî di dawiya dawî de dîsa, xaltîka Edûlê xera kir û wiha got; “…erê keça min tu rast dibêjî. Jixwe ev çendeke rewşa wê tu bi xwe jî dizanî. Dibe ku bi tevahî bala te nekişandibe. Lê halê wê ne tu hal e. Wek tûtikên gêj li der doran digere. Ew bi xwe jî nizane çi dike. Ji bo tiştek pir biçûk bi dehan caran diçe û tê. Bîlesebep radibe û rûdinê. Du deqe nikare li cihê xwe bisekine. Lê tu dizanî ew çima wek tûtikên gêj wisa li derdora digere. Te rojek ji rojên xwedê li halê wê pirsî?”

Meyaser demek pir kurt fikirî û wisa got; “Na dayê ma ez ji kur dizanim? Ma qey ez qîza xwe nas nakim? Jê bipirsim jî dê ji min re tiştek nebêje.”

Edûlê bi awayekî sergirtî got; “Her roj xamatir dibe. Dibe ku ew jî êdî bixwaze derdora xwe bibîne. Dixwaze derdor wê bibînin. Ma nabe?”

Meyaserê bi dengek  hinek meraqdar û ecêbmayî got; “Dayê te got çi? Min fêhm nekir?”

Bi rastî jî wisa xuya dibû ku ji van gotinên xesiya xwe tiştek fêhm nekiribû. Loma nizanibû bersivek çawa bide.

Xaltîka Edûlê got;  “Ez dibêjim dibe ku pêtek agir ketibe dilê wê jî wê dişewitîne.  Ma tu nabînî hey…” Dema van gotinan digot bişirînek bêar li ser lêvên wê yên zirav pal dabû.

Meyaserê careke din pirsî; “Agirê çi ?” Wisa xuya dibû ku hê jî bi tevahî fêhm nekiribû ku meseleya Zozanê çi ye û xesiya wê çi dibêje.

Xaltîka Edûlê li hember vê xavikiya Meyaserê ji qehra sor û reş bû. Bi zorê xwe girt. Bêhneke kûr kişand û wisa got; “Wê agirê çi be, agirê evînê helbet. Ev jî her hal hê nû hîn dibe ji yekî din hezkirin çi ye? Ciwantî ye. Di serê me tevan de derbas bûye. Loma pir zêde bi ser de neçe û îcarê wê neşkîne. Li hember wê hinek bi xweşbinî tevbigere.”

Meyaserê bi dengekî bilind û wek heyîrî be got; “Wîî… Li min kurrê… Îcar ev ji me kêm bû. Heger bavê min bi viya bihese ez tew naxwazim bifikirim ku dê çi bîne serê wê.  Goştê canê wê, wê qetqetî bike û bavêje ber kûçikan. Heger hinek bi viya bihesin em ê bi kîjan rûyî li xelkê mêze bikin.”

Meyaser carekê li gotinan sor bibû. Ew ê hê jî xeber bida. Devê xwe vekir ku ji bo hin tiştên din bibêje. Lê belê xaltîka Edûlê destê xwe rakir û nehişt xeber bide. Gotin ji devê wê girt.

Bi wê heman şêwaza xwe ya nerm got; “Bavê wê çi dibihîze bila bibihîze. Heta ez sax bim tu kes nikare gotinek jî ji wê re bibêje. Tu kes nikare destê xwe bi yek tayê porê wê bide. Ma qet rewşa we ji bîra min diçe. Heta roja hûn zewicîn jî bavê we jî wek Memoyê Zînê xwe li daristan û zeviyan dixist. Halê te jî ji wê tûtika gêj pir ne baştir bû. A din jî guhên xwe ji gotinên xelkê re bigirin. Kî çi dibêje bila bibêje. Evîn tu caran li vê malê nebûye şerm û eyb. Van gotinên min baş guhdar bike. Ez Edûlê im Edûlê. Edûla çavxezal.  Xortên heft gundan dikaribûn ji bo bişirîneke min qirra hev bînin. Ew jî neviya min e. Tu ew qas sal e li vir dijî lê çi heyf te hê ez nas nekirime.”

Gava xaltîka Edûlê  xeber dida Meyaserê jî bi awayekî matmayî li xesiya xwe mêze dikir. Cara yekem bû der barê evînê de ji xesiya xwe gotinên ew qas zelal dibihîstin. Nav û dengê wê bihîstibû. Dizanibû di nav malbatê de gotinên wê derbasdar in. Lê ev ji bo wê tiştekî nû bû. Dixwest hin tiştan bibêje. Lê ji ber ku matmayî bibû nikaribû dengê xwe bike! Serê wê li ber wê tenê guhdar dikir.

Piştî xaltîka Edûlê xeberdana xwe xelas kir, ji cihê xwe rabû. Çû ji tûtikên xwe re bi qasî kulmekê garis derxist. Bi awayekî kêfxweş garis avêt ber tûtikên xwe. Tûtikên wê li derdora wê digeriyan û bi nikulên xwe yên tûj erd dikoland.

Bi gavên hûrikhûrik derbasî hundir bû. Keneke bêar li ser rûyê wê hebû. Wisa xuya bû ku careke din bîranînên ciwaniya wa di dilê wê de zindî bibûn…