25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Û Peyre Tu Tişt Nema!

Kadîr Can

Piştî teqîna mezin divê biçûk-mezin cur bi cur gerstêrk çêdibin. Hemû zarokên dibistanê jî vê rastiyê dizanin. Wexta roketên atomê cihê xwe ji roketên Bliederê re dihêlin, girseyên mirovan bi awayekî tund ji gerstêrkên xwe difirin li fezayê belav dibin û navekî biriqî lê dikin û jê re dibêjin teqîna mezin. Bi vî awayî jî feza dikeve bin fermana mirovahiyê…
Gelek gerstêrk hene ku ji alıyê hêzên împarator ve hê ji nehatine kifşkirin. Ji bo serweriya împarotoriya mezin û tiwandar (xwedî qudret) hewce ye ku gerstêrkên bi vî awayî bên vedîtin. Çimkî împaratoriya qedirbilind ji kaosê aciz dibe. Gengaz e ku gerstêrkên hê jî nehatine keşfkirin di pêşerojê de ji bo împaratoriyê pirsgirêkan derbixe û wê aciz bike. Ji ber vê yekê jî hewce ye ku hêzên împaratoriyê gerstêrkên bi vî rengî kifş bikin û wan gerstêrkan jî tev li împaratoriyê bikin. Her wiha sefîrê Terranê ku bi dilsoziya xwe tê nasîn bi keştiya xwe ya fezayê dever bi dever digere û herî dawî gerstêrkekê dibîne û ji rayedarê keştiya xwe dixwaze ku keştiyê nizm bike. Lê dinêre ku cotkarekî kal li ser zeviyê dixebite. Sefîr fermana xwe dide û dibêje biçin û wî cotkarî bînin. Leşkerên keştiyê diçin lê dikin nakin cotkar qebûl nake û herî dawî jî dibêje TKXB û pey re leşker diçin vê rewşê ji sefîr re dibêjin. Sefîr jî dibêje dibe ku hûn rastî şerhişkekî hatibin. Û sefîr ji nû ve fermanê dide; tabûrek bila derkeve kifşê û rayedarên vê deverê kê be bînin ba min. Lê wexta ku leşker diçin ba kê nikarin bînin. Li ser navê împaratorê mezin diaxivin nabe, li ser navê sefîr diaxivin nabe. Keştiyeke mezin û qerase hatiye li ser erdê wan sekiniye kes paxa xwe pê nake. Matmayî dimînin lê ji destê wan tiştek naye.

Kurteçîroka Eric Frank Russel a bi navê “ Û Peyre Tu Tişt Nema” an jî “And Then There Were None” ji bo çîrokbêjiya zanista honaksaz mînakek gelek serkeftî ye. Mirov bi kêfxweşî dixwîne û zimanê Eric Frank Russel mirov nawestine. Zimanê Russel îronîk e û zîrektiya wî nîşan dide. Russel îngilîz e û ew bi xwe kolonyalîzma Keyaniya Yekbûyî ya Brîtanyayê jî baş dinase. Russel di pirtûka xwe ya Û Peyre Tu Tişt Nema de kolonyalîzmê hinekî cuda digire dest. Bûyerekê dihone û mirovahiyê li fezayê belav dike. Împartorî jî dîsa rola xwe ya mêtinger dilîze û hewl dide ku girseyên mirovan ku li kîjan gerstêrkên fezayê belav bûne bîbîne û dîsa wan têxe di bin hukmê mêtingeriya xwe. Pirtûka wan a pîroz heye ku zagonên wan di vê pirtûkê de hatine nivisandin. Weke cîhana me ya îroyîn li vê derê jî mêtinger hem awayê leşkerî hem teknîkî gelek pêş ketine. Hêzên împartoriyê herî dawî gerstêrkek kifş dikin. Lê dikin nakin mirovên vê gerstêrkê ne bi wan re dipeyivin, ne jî bi gotinê wan dikin. Wexta ku leşker mirovên vî welatî didin ber zorê, gel ji leşkeran re dibêjin TLKXB… Hêzên Împarotoriyê di destpêkê de dibêjin qey TLKXB gotineke çort a vê deverê ye. Lê pey re hîn dibin ku mirovên vî welatê azad in û wexta ku kesek ji wan tiştên ku naxwazin bikin bixwaze ji wan re dibêjin “Tu Li Karê Xwe Binêre” an jî “TLKXB”. Hin bêhtir bidin zorê jî dibêjin, ez naxwazim vî karî bikim û dest bi berxwedana pasîf dikin.
Hêzên Împaratoriyê dikin nakin nikarin der barê vî welatî de agahî ji wan bigirin, hem jî nikarin rayedarekî bîbinin ku çavên wan bitirsînin. Çimkî rêveberî di vî welatî de tune ye. Her wiha kar û barên aboriyê jî di vî welatî de hinek cudatir dimeşe. Em dikarin bêjin bareya (birim) dirav “ber” e. Lê “ber” ne tiştekî şênber e. Weke mînak wexta ku cîranê te xaniyekî çêbike û tu jî ji vî karê fehm bikî tu diçî alikarî didi cîrane xwe û ev alîkirin jî ‘ber’ an jî berpirsiyarekê dixe ser milê cîranê te. Wexta ku karekî te yê ku cîranê te bikaribe bike jî derkeve cîranê tê ji ber vê “ber” ê tê çi ji destê wî/wê be dike. Wexta ku kesek ji bo karekî ku kêrî hemû civakê tê bike herî zêde ew “ber” an jî “berpirsiyarî” bi dest dixe û civak xwe ji ber vê yekê deyndar dibîne û alikarî dide karên wê/wî kesê/î. Kar û barên aboriyê di vî welatî de wiha dimeşe. Tu kes ji ber mecburiyetê tu tiştî nake. Deriyê wan tim vekiriye, tu car deriyê xwe qefle nakin. Ji wan a balkêştir di vî welatî de suc tune ye. Weke mînakekî neyînî tenê Jack heye.

Jack zexel û xemsar e karê xwe bi xelkê dide kirin û ji bo karê wan destê xwe navêje tu tiştekî. Di serî de gelê vê gerstêrkê dinêrin ku Jack xwe li stûyê wan dike bar êdî ji bo karên Jack alikariyê nadinê. Pey re dinêrin ku Jack dikeve mala wan û tişên wan didize. Ne zagonên wan hene ne jî girtîgehên wan. Yek bi yek her kes derê xwe qefle dike, kes bi Jack re xeber nade. Herî dawî Jack perîşan dîmîne. Ne dikare xwarinekê bixwe, ne dikare tu tiştekî bike. Çimkî kurmê darê naşikê û gelê vî welatî jî cezayê herî mezin dide Jack û berê xwe li Jack dizivirîne. Jack êdî neçar dîmîne û ji vî welatî derdikeve û diçe.
Gel jî dîsa deriyê xwe vedike û weke berê tevdigere. Hêzên Împaratoriyê ji bo kifşkirin û dagirikirina vê gerstêrkê hatine vê derê. Lê wexta ku çîrokên wan dibihîsîn, sekna wan a azad dibînin pir zêde di bin bandora mirovên vî welatî de dimînin û yek bi yek ji vê keştiyê direvin û tev li wan mirovan dibin. Navê vî welatî Gand e û nav û pergala vî welatî jî ji Gandî ye. Herî dawî gelek leşker dev ji peywira xwe berdidin û tev li mirovên azad dibin. Û pey re lê dinêrin ku ne kolonyalîst ne jî tu kes nemane.

*Hevî dikim ku pirtûka Eric Franck Russelê ya “Û Peyre Tu Tişt Nema” an jî “And Then There Were None” em rojeke bi wergera kurdî jî bikaribin bixwînin. Hûn dikarin li ser lînka jêr pirtûkê bi zimanê orjînal bixwînin:
https://www.simpleliberty.org/research/and_then_there_were_none.htm

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê