spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

UNICEF ava koçerên li Efrînê qut dike

UNICEF’ê rêjeya ava ku dida koçberên Efrînê kêm kir. koçberan diyar kir ku ev yek bi hevkariya hikumeta Şamê ya ku ambargo li ser Şehbayê ferz dike pêk tê. Piştî şêniyên Efrînê bi darê zorê hatin koçberkirin û kantona Şehbayê bi cih bûn, rêxistina UNICEF`ê bermîlên ava vexwarinê li ser rêyên sereke û ne sereke yên gund û navçeyên kantonê bi cih kirin, ji ber ku ava bîrên heyî ji vexwarinê re ne guncaw e.

80 hezar welatî ji avê bêpar in

Tevî ambargoya ku hikumeta Şamê ferz kiriye, rêxistina UNICEF`ê ji 11`ê mehê ve av kêm kir. Li gorî Desteya Şaredariyan a Herêma Efrînê miqtarê ava ku rojane li herêmê dihat belavkirin 2 hezar û 400 metrekab bû, lê niha bûye sed metrekab, di encamê de 38 gund û sê navçeyên mezin bê par man û 80 hezar welatî jî ji ava vexwarinê bê par mane. Koçberên ji Efrînê nêzîkatiyên UNICEF’ê bi dermirovî ne û dûrî pîvanên xebata wê, her wiha wekî siyaseteke dijminane ya li şêniyên Efrînê bi nav kirin.

‘Nêzîkatî li dijî mafê mirovan e’

Koçber Celal Mihemed diyar kir ku UNICEF’ê zêdeyî 15 rojin bê sedem ava vexwarinê li ser wan qut kiriye û wiha got: “Berî niha rojane bermîlên avê dadigirtin, lê niha tu bermîlan danagire. Ava bîrên behrî (Tirwazî) yên li herêmên Şehbayê ji bo vexwarinê ne guncaw e û tenê ji bo çandinê guncaw e.”

ꞌBê xwarin dibe, lê bêav nabe’

Koçber Elya Cimo jî bal kişand ser bandora tunebûna avê û wiha axivî: “Ava bîran ji vexwarinê re nabe. Bû sedem ku zarok bi jeherî bikevin, 15 roj in em bê av in. Tevî vê yekê pileya germahiyê bilind e ku azara me zêdetir dike. Çi gunehê zarokên me ye ku av li ser wan were qutkirin? Tevî hemû zehmetiyan; ji tozê bigire û heta bi belavbûna nexweşiyan û qirêjiya jîngehê, bi girtina dergeh, rêyan û qedexekirina derbaskirina derman û sotemeniyê sînordar neman îca ava vexwarinê jî li ser me qut kirin. ”

Elya Cimo gotina xwe bi vê xalê berdewam kir: “Em dikarin bêyî xwarin bijîn, lê em nikarin bêyî av bimînin, ma gelo mirov çawa dikare bêyî ava vexwarinê bijî?”

‘Kiryar bi hevkariya Şamê tê kirin’ 

Li  aliyekî din welatiya bi navê Nîroz Murad xebatên rêxistinên mafên mirovan û navneteweyî, her wiha kiryarên ku li dijî koçberên Efrînê yên li herêmên Şehbayê şermezar kirin û diyar kirin ku ev kiryar bi hevkariya hikumeta Şamê pêk tên.

Nîroz Murad ev dirêjî da gotina xwe: “Ji ber dagirkeriya Tirk û çeteyên wê em bi darê zorê ji malên xwe derketin, li aliyekî din jî hikumeta Şamê ambargo li ser me ferz kiriye, lê li vir sînordar nema û bi rêya rêxistinên qaşo banga mirovahiyê dikin ava vexwarinê li ser me qut kirin.”

Nîroz Murad ev xal rêz kirin: “Di siyaseta ku hêzên navneteweyî de durûtî heye, ji ber ku li herêmên di bin kontrola komên terorîst de dergehan ji bo derbaskirina alîkariyê mirovî vedikin û li hemberî vê yekê niştecihên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji alîkariyê bê par dikin.”

Nîroz Murad daxuyand ku di demekê de ku nexweşî û vîrusa Korona li herêmê berbelav in, hikumeta Şamê nahêle derman û pêwîstiyên tibî derbasî herêmê bibin, di heman demê de rêxistina UNICEF jî bi rêya qutkirina avê siyaseteke dijminane dide meşandin.

ꞌÇima av qut kirin’ 

Koçberê bi navê Ebdurehman Şewqî ev pirs kir: “Çima piştî hikumeta Şamê ambargoya li ser Şehbayê tundtir kir, rêxistinê av li ser herêmê qut kir?” Li ser vê yekê bang li rêxistina UNICEF kir ku sedemên vê yekê eşkere bike.

Şewqî bi bîr xist ku UNICEF her mehan carekê bermîlên avê paqij dikirin, ji  ber vê yekê hin zarok nexweş diketin û ev lê zêde kir: “Têkildarî vê yekê em bang li aliyên peywendîdar dikin ku yekser destwerdanê bikin û biryara xwe ya têkildarî qutkirina ava vexwarinê ya li ser herêmê di berçavan re derbas bikin.”

Rêxistina UNICEF av li ser bermîlên avê yên li dibistanan jî qut kiriye.

Bang li UNICEF’ê kirin ku ji xeta xwe dûr nekev e 

Hevserokê Desteya Şaredariyan a Herêma Efrînê Faiq Ehmed destnîşan kir ku ji beriya sê salan ve koçberên Efrînê yên li kamp û malên wêrankirî dimînin zehmetiyan dikişînin, lê rêxistina UNICEF ava bi kêrî vexwarinê dihat dida herêmê. Ehmed diyar kir ku pêwîstiya herêmê bi ava vexwarinê heye û got, zêdetirî 80 hezar welatiyên koçber bê ava vexwarinê mane. Di dawiyê de hevserokê Desteya Şaredariyan a Herêma Efrînê Faiq Ehmed bang li rêxistina UNICEF’ê kir ku biryara xwe di berçavan re derbas bike û nekeve xefa siyasetên dijminane yên ku li ser herêmê têne kirin.