20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Urdunê sînorê navbera xwe û Sûriyeyê vekir

Sînorê di navbera Sûriye û Urdunê de ji nû ve hate vekirin. Dê tevgera balafiran jî di navbera herdu welatan de bê destpêkirin. Wezîrê Karên Hundir ê Urdunê Mazin Feraye diyar kir ku wan sînorê welatê xwe yê bi Sûriyeyê re dîsa vekiriye. Li gorî daxuyaniya wezaretê ev yek ji bo çalakirina tevgera bazirganî û geştevaniyê ya di navbera herdu welatan de hatiye kirin.

Herdu welatan da xuyakirin ku dê tevgera hewayî ya balafiran jî di navbera herdu welatan de ji 3 cotmehê û şûnde dest pê bike.

Hêjayî gotinê ye ku Urdunê jî wekî gelek welatên din ji sala 2012’an de tevgera balafiran û çûn û hatina di navbera sînorên herdu welatan de dabû rawestandin.

Ji bo Sûriye dîsa têkliyên xwe yên dîplomasî û bazirganî bi welatên cîranê xwe re pêk bîne ev yek ji bo Sûriyeyê gavek girîng e.