Rojnameya Heftane

Ûsivê Mero: Serhildêrê serhildana Agiriyê

Li her bihust erdê Kurdistanê, xwîna lehengekî kurd (çi jin çi mêr) rijiyaye û dîrok vê yekê baş dizane. Bi hezaran jiyana xwe ji dest dane ku piraniya wan îro bêgor in û  Kurdistanê ew kirine nav dil û cergên xwe yê germ. Hinek ji wan jî sax filitîne û bûne firarên dijminên xwe, çi li çiyayan çi li deştan.

Ûsivê Mero jî yek wan saxfilitiyan bû. Kengî û li ku ji dayik bûye ez nizanim lê di nasnameya romê de ‘1’ê Tîrmeha 1890’î Erdîş’ dinivîse. Çawa ku di nasnameya “Cûmhûriyet”ê de piraniya kurdan li gor teqwîma mîladî di 1’ê çileyê (sersal) de dayik bûne, di qeydên Osmaniyan de jî kurd li gor teqwîma rûmî hemû di wê rojê de ji dayik bûne!

Ûsivê Mero li zozanên Eledaxê di nav şer û pevçûnan de mezin dibe. Di ciwaniya xwe de, 6 leşkerên Osmanî yên ji bo berhevkirina bacê tên êla Bekiran, dikuje û dertê çiyê. Çendek şûn de, nêzî behra Wanê, li gundê Arnêsê li mala pismamê Yaşar Kemal  tê girtin (ev gund, gundê  Yaşar Kemal e) wî digirin û ji bo îdamkirinê dişînin Taşxana (zindan) Erzeromê. Çawa ku malbat dibêje, Mihoyê apê wî qerekterê Romê baş dinase. Nîv tûr zêr hildide li pey wî diçe Erzeromê û van zêran li heyeta “axir cezayê” belav dike û çend roj şûn de Ûsiv tê berdan.

Di Şerê Cîhanê yê Yekem de, ji ber ku bavê wî – serekê eşîra Bekiran Merûf Axa- ji aliyê Qaznaxên Ûris ve tê kuştin. Ew bi sond û peyman li hemberî Ûris şer dike, heya dawiya şer li çiyayên geliyê Zîlan li ber xwe dide û welat terk nake. Piştî damezirandina komara tirkan, ew jî wek çendan kurdan bû dijminê kemalîstan û di sala 1926’an de bi tevahiya pismamên xwe Reşoyê Silo çû Gilîdaxê û tev li şoreşa Agiriyê bû. Çawa ku Feqî Huseyn Sagniç (apê Feqî) jî dibêje, hêla geliyê Zîlan di bin destê wî de bû. Di tîrmeha 1930’yan de bi tevahiya şervanên xwe tev li şerê dorpêçkirina Erdîşê dibe. Çawa tê gotin, di vî şerî de bi dehan balafir hatibûn bikaranîn û wî di vî şerî de bi pismamê xwe yê bi navê Hesê Keko ve sê teyare xistibûn xwarê.  Her wiha Îhsan Nûrî jî di bîranînên xwe de behsa vî şerî dike û dibêje: “Qehremaniya şervanên Bekiran bêhempa bû. Yên di destên wan de çek tune bûn, bi daran êrîşê balafirgeha Erdîşê kirin.”  Di dawiya vî şerî de Ûsiv ji lingê xwe birîndar dibe.  Derbasî herêma Adilcewazê (Filistan) dibe û di navbera gundê Qerekeşîş û Axçirayê de di şikeftekê de bi mehan dimîne da ku kirîvê wî yê bi navê Mihemedê Qulîxan birîna wî derman dike lê piyê wî bi temamî baş nabe û ew qot dimîne.

Di sala 1931’ê de careke din derbasî geliyê Zîlan dibe û digihîje koma Bekiran ên di bin himeta Reşoyê Silo de ne. Kom di zivistana 1931’ê de çend caran dikeve kemînê. Her wiha dewlet bêtir li pey Ûsiv û Reşo ye. Di kemîna gundê Şarbazarê de, Eliyê Arif, Îbo û Bekirê Qulîxan tên girtin. Ji ber ku Elî û Îbo merivên (xizm) Ûsiv û Reşo ne, ew di zivistanê de tazî dikin û qeşaya li ser çemê geliyê Zîlan dişikînin û wan dixin nav avê lê her du jî cihê Ûsiv û Reşo nabêjin. Paşê her duyan li wir bi balteyan dikujin.

Ev Roma Reş e, defik û sêrbaziyên wê pir in. Birayekî Elî hebûye, navê wî Welî bûye, melayekî amil û tamil bûye. Haya wî ji tu tiştî tune bûye. Çendekê wî di camiyê dederînin û dîl digirin lê ew jî naaxive. Lewma serleşkerê mufrezeyê Atîlla Îbrahîm Karay  bi demançeya xwe wî li hemberî şaredariya Erdîşê înfaz dike.

Çawa tê gotin, di sala 1932’yan de koma Ûsiv û Reşo êdî li geliyê Zîlan star nabe. Gundiyên ku ew xwedî dikirin rastî zilm û zelaleteke mezin dihatin. Rojekê li gundê Selexanê dikevin kemînê. Heya êvarê ew li ber xwe didin. Leşker dest bi rêbazên qirêj dikin. Zar û zêçên gund tazî dikin û li ser berfê didin rûniştandinê. Zarîniya zarokan diçe asîman. Keyayê gund Efendiyê Salo gazî dike û dibêje: “Hewar Ûsiv axa, Reşîd axa hewar! Ji bo Xwedê ji gund derbikevin herin, zar û zêçên me li ser berfê qir bûn.” Ew roj Ûsiv bi koma xwe re bi tundî êrîşê mufrezeyê dike. Çawa tê gotin, Ûsiv gazî dike dibêje: “Ez firarê Romê me, qesasê serê teresê cendirma me.”

Koma Ûsiv û Reşo di van rojên sar de bê erzaq dimînin. Çend hefteyan bi berfê û hineya li ser keviran debara xwe dikin. Ûsiv dinihêre ku êdî li herêmê gel nikare wan xwedî bike, ew mirovên xwe hildide û derbasî hêla Patnosê dibe. Reşo jî bi mirovên xwe û hevjîna xwe Zeyno re hewl dide ku derbasî Îranê bibe lê li şikefta Devetaşê dikeve kemîna leşkeran. Qumandan Atîlla Îbrahîm Karay serê Reşo û Zeyno jêdike û gund bi gund heya Erzeromê digerîne.

Koma Ûsiv jî li gundê Axiyê (Kocapinar) li mala “zeyiyeke  Bekiran” tê girtin. Herî kêm 10 kes bûne. Birayê Ûsiv ê piçûk Kerem jî di nav wan de bûye. Leşker wan digirin dibin qereqola Dedeliyê. Ûsiv ji malbatê re dibêje: “Ew roj wan di goşeyekî qereqolê de hevalên min didan îşkencê. Digotin “ka bêje Ûsiv kî ji we ye?”  Di goşeyekî de jî eskeran xaliya sobeyê kom kiribûn ku xwîna hevalên min dikişiya ser wê xaliyê lê yekî ji wan nedigot Ûsiv ev e. Gazî Neboyê Hemoyî kirin. Nebo jî navê min negot û zimanê Nebo bi mendîlê girtin ji devê wî derxistin û zimanê wî jêkirin. Paşê jî avêtin nav singûyan kuştin û gotin aha yek reviya me kuşt…”   Belê ev îfadeya Ûsiv e.

Di van rojan de, heman bûyer di çapemeniya tirkan de jî derbas dibe. Di rojnameya Cûmhûriyetê de (28.01.932 – rûpela sêyem) xebereke kin derbas dibe: Heydûtên Agiriyê  – Du serhildêrên firar hatin kuştin – Erdîş – 26, Nebo, yê hê berî serhildana Araratê girtîbû û ji girtîgehê reviyabû û tev li serhildêran bûbû û neh hevalên wî li hêla Qerekosê (Agirî)  hatine girtin. Dema heydût ji bo radestkirinê hatin sewqkirin, Nebo û  Dewrêş ê mehkûmê îdamê bûn, hewl dane ku birevin û ew ji aliyê cendirmeyan ve hatine kuştin. Yên mayî, heft serhildêr anîne vê derê.

Belê Ûsiv tînin Erdîşê.  “Şewqeyeke Cûmhûryetê” (kasket) didin serê wî û bi birayê wî ve qereqol bi qereqol peyatî dibin Edeneyê. Di girtîgeha Edeneyê de nêzî hezar (1000) girtiyên doza Agiriyê hebûne û temamê wan jî ji ber qulêrekê (kolera) nexweş bûne. Di demeke kin de  Kerem dimire lê Ûsiv dijî. Doza wî çend salan didome. Ji ber xistina balafirê pêşiyê hukmê îdamê didin wî û paşê hukum vedigerînin 12 salan. Ew 12 salan di girtîgehê de dimîne ku çawa behsê dike, di nav vî 12 salî de tenê du peyvên tirkî fêr dibe : “Ekmek” û “Su”…  Ûsiv dema cezayê xwe diqedîne, êdî nahêlin ew vegere Kurdistanê. Wî dişînin Dîdîm Akbûkê. Akbûk gundekî rûman bû ku rûm şandibûn Yewnanistanê. Ûsiv li wir heya sala 1955’an dimîne. Xizan dibe û nexweş dikeve. Dema qanûna Sirgûniyê ji holê radibe, ew vedigere welêt, nav meriv û eşîra xwe lê kes wî nas nake. Ji ber ku di navberê de zemanekî dirêj derbas bûye, eşîratî jî  êdî wek berê nîne. Demokrat Partiyê axayên nû afirandine. Ûsiv çend salan hewl dide ku li Kurdistanê bijî lê nabe. Careke din vedigere  Akbûkê û li wir diçe ber dilowaniya xwe.

Wî li pey xwe jiyaneke birûmet û çîrokên lehengiyê hiştin. Her çiqas rojnameya Cûmhûriyetê wî wek “Heydût” bibîne jî ew kurdekî endamê Xoybûnê bû û li xwebûna xwe xwedî derketibû. Belê rast e, “eşqiyayên hin dewletan ji bo hin gelan qehreman in.”