25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Valahiyê dadigire

Li Êlihê piştî ku qeyûm  Sînameya Yilmaz Guney a Şaredariya Êlihê hilweşand komeke ji kesên pîşeyên curbicur di sala 2018’an de Şanoya Yenî Sahne ya Êlihê ava kir. Di nav wan de tenê Erdal Kaya xwedî perwerdeya şanoyê ye. Piraniya lîstikvanên din mamoste, parêzer, xebatkarên tenduristiyê ne. Piraniya lîstikên li Yenî Sahneyê bi kurdî ne. Hin lîstikên ku bi zimanên din jî li kurdî wergerandine hene.

Lîstikvan Kaya dibêje armanca wan ew e ku pêşiyê li pişaftinê bigirin û têkildarî armanc û xebatên xwe van tiştan tîne ziman: ”Yenî Sahne valahiyê dadigire. Hewcehiya êlihiyan bi vê hebû. Lîstikên me ew fikra, ‘ez bi kurdî li lîstikê binêrim jî tiştekî fêm nakim’ rakir. Mirovên ku digotin ez nizanim bi kurdî biaxivim jî piştre malbatên xwe bi xwe re anîn. Di rastiya xwe de şanoya kurdî ji mêj ve di jiyana kurdan de heye. Şanoya Bajêr a Amedê ji mêj ve heye. Li Stenbol, Wanê heye û van demên dawî bandora medyaya civakî çêbû û Êlih di qada şanoyê de êdî ne dûrî Stenbolê ye. Me asîmîlasyon kire hedef. Sedema herî sereke ya şanogeriya me ev e.”

Kaya got bi Şildim Bildimê di vê pêvajoya pandemiyê de hewl dane ku valahiya heyî dagirin, got wan heta niha 12 beş çêkirine, di meha îlonê de ew ê dîsa dest pê bikin.

ÊLIH 

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê