spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Vateyê nivîskarên xwe xelat kir

Li Amedê, li pirtûkxaneya Payîzê bi merasîmekê xelatên kovara Vateyê hatin belavkirin.  Di destpêkê de behsa dîroka xebatên koma Vateyê, xizmetên koma xebata  Vateyê yên ji bo zimanê kurdî zaravayê kirmanckî û amadekirina rastnivîsa kirmanckî, hate kirin. Mamoste  J. Îhsan Esparî bi kurtayî behsa xebatên koma xebatê ya Vateyê kir. Esparî, ji dema damezrandina wê di sala 1996’an de û heta roja îro xebatên ku hatine kirin bi beşdaran re parve kir.

Di vê merasîmê de 4 xelat hatin dayîn. Di warê helbestê de  helbesta  Îrfan Sîmserkîsij û ya Îdrîs Yazar hêjayî xelatê hatin dîtin. Di beşa çîrokê de jî çîrokên Îrfan Akdag û Cuma Pîa hêjayî xelatê hatin dîtin.

Di bernameya merasîmê de mûzîk jî hebû hunermend Sasa Serap, Celo Boluz û Baran Ertaş bi stran û mûzîka xwe ev şev xemilandin û coşa beşdaran zêde kir.

Di nava wan de mamoste Heyder Diljen, Mehmed Malmîsanj, Deniz Gunduz,  Ugur Sermiyan, Gulgeş Deriyaspî û gelek nivîskar û rewşenbîrên kurd tevli vê şevê bûn.