25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Vê hefteyê jî dora rojnamegeran bû!

Di meha îlonê de li navçeya Şax a Wanê leşkerên ku derketibûn operasyonê û welatiyên bi navê Servet Tûrgût û Osman Şiban binçav kiribûn û ji helîkopterê avêtibûn. Tûrgût, piştî tedawiya 20 rojan jiyana xwe ji dest da û Şiban ku bi Tûrgût re ji helîkopterê hatibû avêtin jî hê bi ser hişê xwe ve nehatiye û nikare îşkenceya ku li wan hatiye kirin bîne ziman.

Rojnamegerên ku bûyer derxistin holê bûn hedefa operasyonên siyasî yên li hemberî kurdan. Di 6’ê cotmehê de polîsan bi ser buroya Ajansa Mezopotamyayê ya li Wanê û malên nûçegîhanên wê Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr; nûçegîhana Jinnewsê Şehrîban Abî, rojnameger Nazan Sala, berhevkarên rojnameya Yenî Yaşamê Fehîm Erçetîn û Şukran Erdem de girtin û ew binçavkirin. Her çar rojnameger piştî hefteykê bi hinceta ‘endamên rêxistinê ne’ hatin girtin û ew şandin girtîgehê.

 Dozger heman dozger e

Heta 24 saetan destûr nehat dayîn ku parêzer bi rojnamegeran re hevdîtin bikin. Piştre derket holê ku dozgerê qaşo der barê avêtina ji helikopterê ya Tûrgût û Şiban de lêpirsîn daye destpêkirin û dozgerê ku biryara binçavkirina rojnamegeran daye heman dozger e.

Her wiha parlamentera HDP’ê Şevîn Çoşkûn jî der barê zextên li ser rojnamegeran raporek weşand û ragihand ku di nav 3 mehan de 130 rojnameger hatine darizandin û 50 sal zêdetir ceza li rojnamegeran hatiye birîn.

Dayikên aştiyê jî binçav kirin

Ji bilî rojnamegeran, di nav hefteyê de li bajarên mîna Amed, Riha, Agirî, Sêrt, Şirnex û Antalyayê jî bi ser malan de hat girtin. Di van serdegirtinan de polîsan 3 dayikên aştiyê jî di nav de, bi dehan kes binçav kirin.

Rojek piştî van her du operasyonan li Stenbolê jî li hemberî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) operasyonek pêk hat. Polîsan di vê operasyonê de jî Hevserokên ESP û SGDF’ê jî di nav de 7 kesî binçav kirin.

Hevşaredar Alaca girtin

Ji bilî van operasyonên ku di nav hefteyê de pêk hatin, Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca jî di nav de, piraniya 21 kesên ku hefteya borî hatibûn binçavkirin, hatin girtin.