24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Vê hefteyê TEV-ÇAND’ê ‘Nobeda Azadiyê’ girt

Nobeda ‘Azadî ji Ocalan re’ di hefteya 487’an de didome. Însiyatîfa Azadî ji Ocalan re di 25’ê hezîrana 2012’an de ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û Ocalan azad bibe, li bajarê Strasbourgê yê Fransayê dest bi çalakiyê kiribûn. Çalakî 10 sal in didome. Her hefte komek ji kurd û dostên wan ên li Ewropayê nobedê digirin. Nobedarên vê hefteyê jî hunermendên TEV-ÇAND’ê Hozan Seyîdxan, Şanoger Emele, Tûncer Yalinkiliç û Semyan Adar in. Şanoger Emele di nobedê de axivî û wiha got: “10 sal in Kurdistanî û dostên wan ên ji deverên cuda yên Ewropayê xwedî li vê çalakiyê derdikevin. Di şexsê Rêber Ocalan de tecrîd li gelê me tê ferzkirin. Em vê tecrîdê şermezar dikin. Em ji CPT dixwazin ku biçe Îmraliyê û daxuyaniyê bide gelê kurd. Gelê me jî divê li her cihî berê xwe bidin çeperên berxwedanê.”