Rojnameya Heftane

Vebeyîna “Nexşên Li Giyan”

Hebûn an nebûn, êş, estetîzekirina êşê, meş, windabûn, wêrekî, tunebûna fizîkî û afirandina hebûneke ruhî/giyanî… Nivîsandina nexş û şopên li welatekî, vebeyîna hebûneke giyanî… Romana Dilawer Zeraq a bi navê “Nexşên Li Giyan”  berê xwîneran dide  ser şopa yên bi birînên xwe hewl dane hebûneke dilzîz li vê xakê biafirînin.

Ne tenê di edebîyatê de, her wiha di hemû qadên jiyanê de nîşaneya masûmîyetê bêguman zarok û zarokatî ye. Romanûs ev yek gelekî xweş zevt kiriye û di beşên pêşîn ê pirtûkê de, gelekî bi zanayî di ser zarokan re mijar vegotîye. Ji henek û yarîyên zarokane ku dirûv dide lîstikên wan ên ku wan zarokan ji bo jiyaneke di nav de winda nebin amade dike. Zarokên li taxa xwe bi henek û laqirdîyan dema xwe diborînin, bi demê re dibin xwedîbiryar, dibin heval û hevrê û ew zarok bi xwe ne yên dibin nexşeke şîrîn û di heman demê de jî dibin bîr û bîranîneke deşt û çîya û li bajaran vedibeye…

Ev roman bi eslê xwe ku mirov ji alîyê civakî ve lê binêre, vebeyîna ruhê hevaltî û hevrêtiyeke mayînde li ber me radixe. Berovajîkirina gelek dijberî û nakokîyên di nav civaka me de di ser wê hevrêtîyê re, bi giyanên wan zarokên ku bûne keç û xortên cengawer û gelekî bi rehetî şop li jiyana civakê hiştine û êdî civakê bi rengekî henûn, dirûvekî nerm vediguhezînin û dibin nexşeke xweş a jiyana me…

Tirsa zarokatîyê ya lîstikan, windakirina lîstikan, rewşên ne bi dilê zarokên vî welatî bi demê re dibe hesteke xurt a hevrêtîyê ya avakirin û veavakirina jiyaneke dîtir ku hebûn û tunebûna wan û civaka wan bi benikekî xav bi hev ve girêdayî ne… Ew ne li gorî dilê civakê be civak giran tê, civak hay ji wan tunebe ew giran tên û ew benik di cih de diqete û her du alî jî têk diçin, winda dibin. Hostetî û konetîya lehengên Dilawer Zeraq di wir de xuya dibe, wekî canbaz û pêlewanan bi liberxwedana veavakirina civakeke xweştir û jiyaneke nûtir wî benikê di navbera xwe û civaka xwe de qeîmtir dikin.

Ya ku wan dikin “Nexşên Li Giyan” jî ew heza û hunera wan a bi lehengî ye. Em di rûpelê 81’ê de (Beşa –“Bîryarî-II”) li vê hevokê ras tên; “Di dema xweavakirinê de, çelengên jiyanê rabûn; û dan dû şopa şop û mesîla ava rabûyî; wan qaqibo li jiyana ku bi dengê tirsê, bi dengê mirinê, xwedî dibû kir; û wan doza bilindayîyê li çiyayan kir.”

Dilawer Zeraq, bi hişekî zelal û bi pênûseke hayjixwehey nexşên gelekî şîrîn ên giyanên lehengên bayê, berxikên çiyayên bi qasî sirûdan bilind û ji jiyanê re dibêjin QAQIBO(!) wekî lewheyek ji serdemên dêrîn pêşkêşî xwîneran dike.

Dilopek jî be bi pênûsa Dilawer Zeraq em lê hay dibin ku giyanên zarokên şêrgele yên welatekî bi tirsê hatibû şûştin çawa civakekê ji tirsê dişon û her yek dibe nexşek li dilê zarokên nifşên piştî xwe…

Ma ne edebîyat, bi taybetî jî roman amûreke veavakirina civakê ye? Heger roman bi hişekî zelal û bi bîreke xurt were nivîsandin, bêguman di vî warî de amûreke xurt e.

Meşa di nav romanê de û lêvegerên bi hemdê xwe rê dide me ku em piştî xwendinê xwe têxin şûna Menîce, Arya, Şêrcan, Memo, Sevdîn, Şîro, Rewşen, Rizgan, Siyabend, Xebat, Zerya û hemû lehengên romanê û pirsyara hebûn, tunebûn û windabûna xwe bikin û derî li welatê  êşa xwe vekin.

*Zeraq, Dilawer, Nexşên Li Giyan-Sêyîneya Winda-3, Roman, Weşanên Lîs, 2014