spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Veganîzm bîrdoziyek e

Di vê sedsalê de, êdî tê zanîn ku parastina mafên mirovan a bêyî jiyana ajal û nebatan kêm û bêwate ye. Paradîgmayên mîna parastina mafên mirovan, mafên jinan û parastina ekolojiyê tên nîqaşkirin! Veganîzm jî yek ji wan e ku dibe mijara nîqaşan. Bi kurt û kurmancî me vê hefteyê ji bo xwînerên Xwebûnê bi du ciwanên endamên koma bi navê Veganên Kurdistanê re hevpeyvîn kir ku veganîzmê bi zimanê kurdî didin nasîn.

 Bi kurtasî em dixwazin we nas bikin.

Silav li xwînerên Xwebûnê. Ez ji koma Veganên Kurdistanê Heyat Goren. Ev 12 sal in ku ez vejetaryen bûm. Îsal jî bûm vegan. Bawer dikim ku min di jiyana xwe de biryareke gelek baş da ku ez bûm vegan.

Dembaş, ez  Serhat Tek. Ez xwendekarê zanîngehê me. Di sala 2017’an de min biryara vejetaryeniyê da û pişt re min dest pê kir. Salek şûn de jî ez bûm vegan.

Armanca we, bi van nîqaşên li ser veganîzmê yên bi kurdî çi ye gelo?

Wek hemû welatan li Kurdistanê jî hejmara kesên vejetaryen û vegan zêde dibe. Mixabin tu xebatên kurmancî li ser veganiyê tune ne. A rast komeleyeke bi navê ‘Kurdistan Vegans Organization’ hebû. Ev komele 2018’an li Hewlêrê hatiye avakirin lê belê xebatên wan bi soranî û îngilîzî bûn. Loma me xwest em vê valahiya heyî  bi keda xwe tijî bikin. Armanca me ya sereke nîqaşkirina veganîzmê ya bi kurdî ye. Ligel vê em dixwazin hêsaniya veganiyê ji kurdan re vebêjin û em bawer dikin veganî ji kurdan dûr nîn e. Ji ber ku gelê kurd bi hezaran salan ji bo hebûna xwe têkoşiyaye. Gelekî mafparêz, azadîparêz e û dizane bê bindestî çi ye. Veganîzm jî bi van têgihan re têkildar e. Lewra em nîqaşên veganîzmê li gor xwe zehmet nabînin. Ji ber vê yekê em xwe di nav têngasiyê  de jî nabînin.

Ji bilî van em dixwazin zêdetir behsa veganiyê bikin. Ji ber ku gelek kes veganiyê tenê bi pêwendiya xwarin û vexwarinê dihesibînin. Ev hesibandin şaş e. Berî her tiştî veganîzm ne parêz ango diyet e. Bi temamî bîrdoziyek e û ev bîrdozî jî têkildarê hawirnasî, zayendî, exlaq, hişmendî, maf û jîngehê ye.

Dema em li kar û xebatên we dinêrin, em dibînin ku hûn veganîzmê bi kurdî nîqaş dikin û didin nasîn. Hûn dikarin behsa girîngiya vê mijarê bikin?

Em dixwazin di serî de wiha bibêjin. Em kurd in, zimanê me kurdî ye, wek her miletekî em jî dixwazin xebatên xwe bi zimanê xwe bikin. Ya din jî ji ber ku di nav kurdan de di derheqê veganîzmê de zanîn gelekî kêm e. Civaka me bi gelemperî felsefeya vejetaryenî û veganiyê baş nas nake. Nizane çi ye, ne çi ye? Kuştin û xwînmêtina candarên din ewqas hatiye normalîzekirin ku êdî mijara veganiyê bûye henek, dibêjin ‘yaw veganî çi ye, kurd nikarin bibin vegan, bêgoşt em nikarin bijîn.’ Hinek jî dibêjin ‘ez bêgoştmayînê qebûl dikim lê ku mast û penêr nebe ez nikarim debar bikim’ an dibêjin, pêdiviya bedena însan bi proteînê heye divê mirov ji bo tenduristiya xwe hêk, goşt an masiyan bixwin. Bi argumanên wisa xwe diparêzin û bertekê nîşan didin lê belê bi awayekî gelekî hêsan dikarin ji riwek, fêkî û nebatên mîna fistiq, behîv, findiq, brokolî, kartol, ispenax, hejîr, mûz û hwd. pêdiviyên xwe ya proteînê ji van bigirin. Her tişt ne goşt e. Gelek kes vê nizanin an jî naxwazin bizanibin.

Lewma me xwest em xebateke wisa li dar bixin. Wek hûn jî dizanin, di nav kurdan de goştxwarin gelekî berbelav e. Hema bêje di her cureyên xwarinê de goştê elok, mirîşk, berxik, karik û hwd tê bikaranîn û di taştê de mast, hêk û penêr xwarinên herî sereke ne. Yanî me jiyana xwe li ser kuştin û xwînmêtina candarên din ava kiriye. Em dixwazin vê rastiyê biguherînin. Mafê jiyanê ne bi tenê ji bo mirovan pîroz e, her wiha ji bo ajalan jî pîroz e. Însan û ajal bi hev re hene û parçeyek ji parçeyên xwezayê ne, di nav xwezayê de hevdu temam dikin. Mafê ti kesî nîn e kêrê bide ser hestûyê ajalekî û qetil bike. Em dixwazin ev refleksa civakî roj bi roj were guhertin. Eger mirov dev ji kuştina ajalan berde, wê dev ji kuştin û qetilkirina hevdu jî berdin. Ji bo jiyaneke xweş û azad berî her tiştî hewce ye em dev ji kuştina ajalan û talana xwezayê berdin. Xweza ji bo hemû candaran qadeke hevpar e.

Li aliyê din, her çi qas kurdên Bakur duzimanî (kurdî-tirkî) bin jî xebatên kurdî ji me re pêwîst in. Ji ber ku xebateke wisa dewlemendî ye, êdî nifşa nû ya Başûr û Rojava bi kurdî mezin dibe loma em ê zanyariyên xwe ji wan re vebêjin. Veganîzm parastina jiyanê ye.

‘Di nav kurdan de goştxwarin berbelav e’ lê li aliyê din jî di çanda kurdan a xwarinê de nebatên wek tolik, kereng, gwrîz, xecxecok, pirpar û hwd. jî hene. Tenê gotineke bi vî rengî dê ne kêm be?

Rast e xwarina goşt li hemû derên dinyayê heye ne tenê di nav kurdan de lê jixwe derdê me jî ev e. Gotina ‘kurd û vegan çi gotiye hev?’ bişkînin. Dema em li mitbexa kurdan mêze dikin mirov dibîne ku zêdetir xwarinên vejetaryen hene û piranî  pincar in. Wek te jî gotî di nav kurdan de tolik, xerdel,pirpar xecîcok gelek tên xwarin û ji van cureyan tê hezkirin. Dema em hinekî berê xwe bidin mitbexa me kurdan, em ê bibînin ku ew gotina ‘kurd û vegan û vejetaryen’ dê pûç bibe. Jixwe em ê li ser rûpela xwe jî parvekirinên cureyên xwarinên kurdan parve bikin.

Ma kî ji me neçûye berhevkirina pincarê? Çi kur, çi keç, çi mezin çi biçûk em hemû çûne. Li herêma ez lê dimînim bi malbatî ve hemû kes diçin berhevkirina kerengan. Pincar parçeyekî çanda xwarinê ya kurdan e lê ji ber ku êdî wek tiştekî gelek normal tê xuyakirin tu kes behsa vê yekê nake.

Vegan bi giştî kîjan proteînan distînin?

Bi rastî ev pirs ji bo hinek veganan sosret tê. Ji ber ku proteîn ne tenê di nav berhemên ajalan de hene lê ev pirs gelek caran tê pirsîn loma pirseke girîng e jî. Di serî de divê em bizanibin proteîn çi ye. Ji bo tenduristiya mirov, pêwîst e beden hinek zewadeyan bistîne; wek rûn, av, karbonhîdrat, vîtamîn, mîneral û proteîn. Tê zanîn ku di bedena mirov de dema kêmasiya proteînê hebe gelek nexweşî rû didin. Proteîn ji kombûna amînoasîtan pêk tê û 22 amînoasît hene. Laşê mirov dikare hinek amînoasîtan sentez bike lê nikare 8’an sentez bike lewra divê mirov wan 8’an ji derve bistîne. Şaşiyek gelek mezin heye ew jî gelek kes zen dikin ku proteîn tenê di nav berhemên ajalan de heye lê proteîn di gelek nebatan de heye. Vegan jî proteînan wisa distînin. Bo nimûne, di 100 gram fasulî (24), nok (20), nîskî de (26) gram proteîn heye. Jixwe divê herî kêm 50 gram proteîn were standin.

Hûn dikarin hinekî qala vîtamîna B12’an jî bikin? Girîngiya wê çi ye?

Mijara vîtamîna B12 pir tê axaftin. Bi rastî jî vîtamînek girîng e. Çavkaniya vîtamîna B12’an ji bakteriyên axê ne. Gava ajaleke wek çêlek li çêrgehê diçêre, van bakteriyan jî distîne. Encama vê melisandinê, vîtamîna B12 pêk tê. Sosret e ajalên endûstrî nikarin wan bakteriyan bixwin çimkî ev ajal ne di nav xwezayê de ne. Loma jî di nav pûtên (xwarin-alif) ajalên endustriyê de jî vîtamîna B12 heye û ajalên endustriyê jî bi vî şeklî tên xwedîkirin. Loma ajalên endûstriyê ango yên di febrîqeyên şîr û goşt de tên kedîkirin nikarin vîtamîna B12’an pêk bînin. Yanî ajalên endûstriyê piranî vîtamîna B12 ji derve bi rêya amûr û alavan distînin. Vegan jî her wiha wisa bi alîkariya heba B12’an pêdiviya xwe ya vîtamînê distîne. Ji bilî vê vegan dikarin kêmasiya B12’an bê kuştina ajalan çareser bikin.

Gelek kes dema nû veganîzmê dibihîzin pirsên mîna ‘ma qey giya jî êş nakişînin?’ dikin. Hûn di vê mijarê  û di mijarên hîskirina ajalan de dixwazin çi bêjin?

Belê giya jî zindî ye lê belê bi riwekan re hîs tune ye. Tu riwekekê ji kokê de rake an biquhirîne ti tiştekî hîs nake, ma ajal wisa ne? Ajal jî wekî însanan xwedî hîs in, hemû êşan hîs dikin; çaxa kevirek an darek  li wan bikeve, êşê dikêşînin. Mirovek were serjêkirin çi êşê bikişîne çaxa ku heywan tên serjêkirin jî heman êşê dikişînin. Ti ferq di navbera serjêkirina mirov û ajalan de nîn e. Çimkî di her duyan de jî heman refleks hene. Rih bo mirovan çi qas şîrîn be ji bo ajalan jî ewqas şîrîn e. Divê mirov bikaribe ji vê hêlê de li mijarê binihêre û tiştekî din jî; mesele tenê ne xwarina goşt e, di heman demê de ji bo sektora endustriyê li ser gelek cureyên ajalan êrîş û îşkenceyeke sîstematîk tê meşandin. Ji sektora xwarinê bigire heta sektora kozmetîk û lixwekirinê, ajal ji bo kêfa mirovan bi awayekî hovane tên qetilkirin. Mînak, ji bo cil û bergên em li xwe dikin bi hezaran heywan bi şehweteke gelekî mezin a bazirganiyê tên kuştin. Ji çermê ajalên mîna hirç, kîvroşk, xezal, mar, pezkovî û hwd. pêlavan, montan, lepikan, çenteyan,  qayîşan û gelek tiştên din çêdikin, difiroşin, pereyekî mezin jê derdixin.

Çi li we bandor kir ku hûn bûn vegan?

Heyat Goren: Ez ewil vejetaryen bûm bi qasî 12 salan, haya min ji veganbûnê hebû. Paşê min hevalek nas kir, got ez vegan im! Vê yekê bala min kişandibû. Piştre bi qasî sê çar mehan ketim nav lêkolînê. Êdî ez fêr bûm ku bê tiştên ajalan jî dikarim bijîm. Dilê min hew tahamûl kir li ser zindiyekê jiyana xwe bidomînim, dilê û mejiyê min li hev kirin êdî hemû sedem bêwate bûn. Hem ji bo xwe hem ji bo zindiyan ez bûm vegan!

Serhat Tek: Dema ez li lîseyê bûm min vejetaryenî nas kir lê bi min gelekî ecêb dihat. Çimkî tiştekî pir dûrî min bû û min zêde lêkolîn nekir. Piştî destpêkirina zanîngehê, li ber çavên min pişîkek ket bin tirimpêlekê û mir. Vê bûyerê bandoreke mezin li min kir. Ez xwe bi xwe fikirîm û min ji xwe re wiha got ‘Dilê min ji bo pişîkê şewitî lê ji bo ajalên ku ez dixwim çima naşewite.’ Ez wê rojê bûm vejetaryen lê belê vejetaryenî jî têra min nedikir. Ji ber ku sedema vejetaryenbûn û veganbûnê yek e. Eger sedem yek be, pêwîst e mirov a herî rast pêk bîne. Salek  paşê ez bûm vegan.

Veganên Kurdistanê kî ne?

Koma Veganên Kurdistanê ji kesên vegan û vejetaryen pêk tê. Kom di sala 2020’an de bi armanca ku felsefeya veganîzmê li Kurdistanê bidin nasîn û nîqaşên xwe bi kurdî bikin ava bû. Veganên Kurdistanê ev demek e kar û xebatên xwe li ser medyaya civakî bi rê ve dibin. 

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê