Rojnameya Heftane

Veganîzm ne çi ye?

Gulan Morî

Di van demên dawîn de, li gelek sohbetan û an jî li hinek deveran em têkildarî têgîna ‘veganîzm’ê hinek tiştan dibihîzin û dibin şahidên nîqaşan. Hinek caran jî di medyaya civakî de ev mijar tê guftûgokirin. Ji ber ku ev bihîstinên me seraser in û hinek caran jî di encama nezanînê de bertekên tund tên nîşandan û heta mirov dikare bibêje ku gelek caran bertek vediguherin êrîşan. Gelek kesan ev têgîn bîhistine lê ji ber ku mijar bi awayekî berfireh nehatiye lêkolînkirin, ev têgîn bixwe jî rastî êrîşan tê.

Heta mirov dikare bibêje ku gelek kesên dibêjin em vegan in, wekî diyeteke demî lê dinêrin û hinek kes jî wek trend (moda) dibînin û dibin vegan. Ji ber vê yekê li şûna pirsa veganî çi ye, ez dibêjim mirov pirsa veganî ne çi ye bipirse dê baştir be. Mirov dikare mijarê bi van sernavan rêz bike;

Mirov nikare veganîzm wek şêweyeke xwarin û vexwarinê û an jî wek diyetê (perhîz) bibîne. Ger mirov veganîzmê tenê bi xwarin û vexwarinê ve sînordar bike wê demê em ê nikaribin aliyên wê yên exlaqî û polîtîk bibînin û dê ji rastiya xwe û ji felsefeya jiyanê dûr bikevin.

- Advertisement -

Veganîzm trend nîn e. Di roja me ya îroyîn de lîberalîzmê naveroka hemû têgînan berevajî kiriye û ji wateya xwe ya rast dûr xistiye. Em dibînin ku naveroka têgînên wek; azadî, civakîbûn, edalet, wekhevî, evîn, hezkirin… hatine berevajîkirin û li gorî takekesiyê tên pênasekirin. Çawa ku naveroka van têgînan hatiye berevajîkirin, bi heman awayî dixwazin veganîzmê wek trend bidin nasîn û wekî ku ev têgîn ji asîmanan hatiye nêzîk dibin. Tê zanîn ku hemû tiştên wek moda tên pêşkêşkirin bazareke wan heye û dixwazin ji bo veganîzmê jî bazarekê peyda bikin. Hewl didin vê têgînê ji cewherê felsefeya xwe dûr bixin û wekî hewesekê didin nîşandan.

Veganîzm cureyekî vejeteryaniyê nîn e! Her çiqas vejeteryanî xwedî hinek xusûsiyetan be jî di esasê xwe de şêweyekî jiyanê ya goşt nexwarinê ye. Li gorî vê felsefeyê, kesên naxwazin di tebeqa xwe de heywanekî bixwin, dibin vejeteryan û her çiqas wek beşeke veganîzmê xuya bike jî lê di esasê xwe de vejeteryan di pratîkê de bi temamî dev ji îstismarkirina heywanan bernadin! Erê ‘goşt’ naxwin lê di serî de şîr û gelek berhemên ji heywanan tên çêkirin ên wekî penêr, mast,  rûn û hwd. dixwin û bi vî awayî îstismarkirina heywanan didome.

Veganîzm tenê ‘hezkirina heywanan’ nîn e. Gelek kes xwe wek hezkiriyên heywanan didin nasîn. Heta dema tundî li heywanan were kirin piraniya civakê bi hestên hezkirina heywanan ji vê pêkanînê aciz dibin. Kesên deriyê mala xwe ji heywanan re vedikin, dema li kolanê pisîkeke birçî bibînin ji wan re xwarinê peyda dikin, lext diavêjin ber kevokan lê dema êvarê vedigerin malê li ser sifreyê cesedê heywanekî dixwin. Ev nakokî ye, di hezkirina hewyanan de em durû tevdigerin; em ji hinek heywanan hez dikin û diparêzin, lê hinek heywanan bi awayekî hovane qetil dikin û şerjêkirina wan rewa dikin. Ger kesek xwe wek hezkariyê heywanan bide nasîn û ew kes vegan nebe, feraseta wî/ê ya hezkirinê bi problem e. Ev feraset nîşan dide ku di esasê xwe de ew kes tundiyê dihewînin. Ger kesek pisîkekê bide hembêza xwe û hez bike û dema keriyê pez di ber re derbas bibe û bibêje ‘xwezî qelî hebûya me bixwara’, ew kes di nezera xwe de tundiya li hemberî hinek heywanan rewa dikin. Rewakirina tundiyê ji heywanan dest pê dike, bi binpêkirina mafê mirovan û zindiyê din ve vediguhere amûreke mêtinkarî û xespkirinê. Carol J. Adams wiha dibêje: “Mêtinkariya li ser heywanan me neçar dihêle ku tundî veguhere norm, rastî û parçeyek ji jiyana rojane.” Ev jî nîşan dide ku mêtinkarî mirovan kor dike û bêhelwest dihêle.

Ger mirov pirsgirêkên azadiya mirovan, mafên jinan, mafên mirovan, pirsgirêkên ekolojiyê piştguh bike û serê xwe tenê ji bo heywanan biêşîne, ev veganî nîn e. Yanî ger tu goşt, şîr, mast û hwd nexwî lê li hemberî qetilkirina mirovan bêdeng bimînî ev ne veganî ye. Veganîzm di esasê xwe de li hemberî mafê jiyanê ya hemû zindiyan rêzgirtin e û balê dikişîne ser cewhera mafê jiyanê. Ji ber vê yekê nêzîkatiya mirovahî ya perspektîfa femînîst, ekolojîk û mijarên din serasera nagire dest.

Flora T. Neff pirseke wiha dike: “Em çima nabin reformîstên sêsed û şêst derece? Em çima tenê qadekê wek hobî dijbêrin û qadên din ji bîr dikin?” Bi van pirsan ve li hemberî guhertinê pirsgirêka tabûyan tîne ziman. Veganîzm tiştek hobî nîn e, di hemû qadan de mijareke têkoşînê ye û divê helwesteke exlaqî were nîşandan.

Veganî şêweyeke jiyana dewlemendan hîç nîn e. Di roja me ya îroyîn de veganîzm veguherandine qada bazarê û wekî berhema xwarin û vexwarina dewlemendan didin nişandan, lê xweza ji bo veganan gelek bijarteyên cur bi cur pêşkeş dike. Ev bijarte di tekela komên elît de nîn in. Kesên reklama bazara veganîzmê dikin wisa didin nîşandan ku ger avakado û gûza hindê nebe mirov nikare bibe vegan, lê fasûliyên hişk, savar û li rex wan jî hinek pîvaz gelek pêdiviyên mirov bi cih tînin. Li çiyayên Kurdistanê bi hezaran cureyên pincar û beqliyat hene û ev dikarin mirov têr bikin.

Veganî ew nîn e ku mirov bibêje;  “Ez ê ewil cîhaneke ku keda mirovan nayê xwarin ava bikim û piştre bibim vegan.” Ev dişibe nêrîna; “Heta serdestiya proleteran pêk neyê, sosyalîzm pêk nayê.” Li derdora me gelek kes dibêjin; evqas tiştên girîng diqewimin niha dema nîqaşkirina veganîzmê nîn e, lê veganîzm têkildarî jiyana mirov ve têkildar e û ew kes di tebeqa xwe de çi dixwe girîng e. Kesên guhertinê dixwazin encama têkoşîna wan a bi xwe re ye. Mirov di encama têkoşîneke şexsî de dixwaze biguhere. Ji ber vê yekê ger mirov bibêje bila ewil pirsgirêkên din bên çareserkirin dê piştre dor were veganîzmê, ev tê wateya taloqkirina guhertinê. Ger mirovek guhertina xwe taloq bike û li bendê be dê ev kes bibe femînîst, sosyalîst û ekolojîst û dê vê cîhanê biguherîne ev durûtî ye. Dişibe durûtiya ku mirov mafê jiyanê yê heywanan biparêze, lê ji hemû cureyên din ên mêtinkariyê çavê xwe bigire.

Veganîzm ew tişt nîn e ku mirov bibêje; “Heywan li Ewropa û Amerîkayê pir tên îstîsmarkirin, li van deran heywan pir rihet in.” Dixwazî bila li fabrîqeyan di rojekê de bi milyaran heywan bên şerjêkirin û qetilkirin, dixwazî bila li gund ji bo şerjêkirinê hewyan bên xwedîkirin, di encamê de her du jî îstismar in. Îstismar îstismar e, mirov nikare bibêje ev îstismar biçûk e û an jî mezin e. Çawa ku tundî mezin û an jî biçûk be rastiya ku tundî ye naguhere, ev jî  heman tişt e.

Veganîzm nayê wê wateyê ku goşt, penêr, şîr û tiştên din ên heywanan nexwe lê qira pincaran bîne. Gelek kes dipirsin; “Ma canê pincaran jî tune?” Dema vê pirsê dikin wisa difikirin ku kesên vegan li xwezayê qira pincarê tînin. Di esasê xwe de veganîzm bîrdoziya herî radîkal a ekolojîk e. Ji ber vê yekê naxwazin li xwezayê tu zindî tune bibin û koka wan biqele û balê dikişîne ser mafê jiyanê. Nirxandinên wekî, xwarina pincarê û goşt û berhemên din ên heywanan heman tişt in, li gorî min hewldanên sabotekirina veganîzmê ye.  Dara sêvê ji bo jinûve fêkiyan bide yên berê diweşîne û mirov jî sêvan ji bo tov û xwarinê berhev dikin. Şibandina xwarina sêvan û goştê berxekê mirov matmayî dihêle. Ger wisa be divê di navbera xwarina berxekê û dergûşa mirovan de tu ferq nebe û ev şibandin bêtir bimantiq e.

Gelo veganîzm çi ye?

Her çiqas di sala 1944’an de ji aliyê avakerê The Vegan Societyê Donald Watson ve wek etîmolojîk derketibe holê jî di dîrokê de gelek felsefeyên anîmîstîk li ser vê mijarê serê xwe êşandine û ev têgîn xistine meriyetê û jiyanî kirine.

Ji ber gelek sedeman veganîzm xwarina heywanan, goşt, şîr, mast û gelek berhemên din ên hewyanan red dike. Dema ez vê pênaseyê dikim ji derdora min gelek kes dipirsin; “Gelo vegan mirîşkan jî dixwin?” Dema ez bersiva; “Na nikarin mirîşkan jî bixwin” didim, vê carê jî pirsa; “Ma nikarin masiyan jî bixwin?” dikin. Ji ber ku masî jî zebze nîn e mixabin kesên vegan nikarin masiyan jî bixwin. Komeke mirovan mezin ku pirsên wek; “Ma nikarin hingiv jî bixwin?” dipirsin hene.

Em dûbare bînin ziman; kesên vegan li dijî zilm û îstismarkirina heywanan derdikevin û ji ber vê yekê goşt, masî, mirîşk, hêk, hingiv û bi kurt û kurmancî hemû berhemên wek penêr, rûn û mast ku ji şîrê heywanan tên bidestxistin naxwin û hemû amûr û kincên ku ji heywanan tên çêkirin li xwe nakin.

Her roj bi milyaran hewyanan ji bo xwarin, kinc, kozmetîk û zewqa mirovan tên qurbankirin. Kapîtalîzmê bi mêtinkariya heywanan ve hemû kozikên sermayeyê bi dest xistine.

Welê kiriye ku gelek kesên qaşo ji xwe re dibêjin zanyar û doktor bi pereyan kiriye û baweriyeke wisa hatiye bicihkirin ku ger goşt û berhemên heywanan neye xwarin mirov nikare bijî. Gelek kes wisa difikirin ku ger goşt nexwin dê kêmaqil bin, ji quwetê bikevin.

Divê neyê jibîrkirin ku em li hemberî pergala kapîtalîst ku her tiştî wek amûrê sermayeyê dibîne û mirovan dike kole têdikoşin û hewl didin pergaleke alternatîf ava bikin. Ger em rola xwe bi cih bînin wê demê em ê karibin li hemberî vê pergala ku zanist û zanyar xistiye bin tekela xwe û hemû parçeyên heywanan pêşkeşî me dike jiyaneke alternatîf ava bikin. Her çiqas gelek çavkaniyên alternatîf hebin jî ji ber ku nayên destekirin populer nîn in.

Çawa ku em bi fikar nêzî hemû tiştên zanist pêşkeşî me dike bi fikar in, lazim e li hemberî hemû hewyanên ku kapîtalîzm pêşkeşî me dike bi fikar bin. Ger wisa nebe em ê rojê sê danan kapîtalîzmê têr bikin.

Modernîteya kapîtalîst bi gelek amûrên xwe ketiye mala me û heta hatiye ser sifreya me jî. Ji ber vê yekê di esasê xwe de veganîzm ew e ku mirov li hemberî her cure tundiyê derkeve û bi awayekî exlaqî heywanên ku canê wan hatiye êşandin û anîne li ber me neyên xwarin. Carol Adams dibêje ku “Di hemû xwarinên bi goşt de tunebûn heye.” Dema em xwarinên bigoşt dixwin hinek zindiyan tune dikin. Hafizaya her tiştî heye û bêguman hafızaya qelî, mangal, hamburger û cesedên tên ser sifreya me jî heye. Dixwazim nivîsa xwe bi vê gotina Porphyry bi dawî bikim:

“Gelo çima em dev ji xwarina goşt bernedin û xwe ji gelek nakokiyan rizgar nekin?” Bi hêviya em û nakokiyên xwe li hev nekin…

 

* Hiqûqnasa hawirdorê