Rojnameya Heftane

Veger

Agirê di dilê wê de ji êşa laşê wê re serdest bû wek ku gunehkareke di dojehê de laşê wê bişewite bibe kozere û cardin bişewite wisa bêdawî bû

Şeveke zivistanê bû. Berf, ba û bahoz bû, mirov ji sermayê diqefilî. Kesekî nediwêribû ku serê xwe derxe derve. Fîzefîza ba û dengê guran tevlihev dibû û tarîtiyê jî xofek dixiste dilê mirov.

Tevahiya şevê berf barî û ewqas pir barî ku heta devê şibakê hatibû. Zarok di nav nivînan de ji tirsan qet xwe nedilivandin. Dayika wan di nav nivînên xwe de rûniştibû hîskehîska wê bû bêdeng digiriya. Ji neçariya xwe re ji bêkesiya xwe re û ji tenêtiya xwe re… Ev çend meh bûn hevjînê wê tunebû nizanibû ka li ku derê ye, sax e an miriye nizanibû.

Dengê bayê sekinî û dawî li dengê guran jî nedihat. Berf sekinîbû ji bilî dilê bi êgir ji bilî qêrîna heşt dilên belengaz tevekî deng sekinîbûn. Hêstirên ji xwînê dibarandin ser balgiyên xwe. Dayika wan nexweş bû nedikarîbû rabe ser xwe û ne jî dikarîbû zarokên xwe ji xewa şîrîn şiyar bike. Agirê di dilê wê de ji êşa laşê wê re serdest bû wek gunehkarekî  di dojehê de laşê wê bişewite bibe kozere û cardin bişewite wisa bêdawî bû kesera wê. Lê diviyabû serê xênî were textkirin da ku dilop li malê neqelibin. Dema berf diheliya av di nav terkan de diherikî û xênî dilop dikir. Dayikê ji neçarî  deng li lawê xwe kir;

-Lawê min ka rabe xwişka xwe û birayê xwe rake herin ser xênî, berfê paqij bikin.

Lawê wê şiyar bû zûka rabû ser xwe  kincên xwe li xwe kir gazî xwişk û birayê xwe kir, ew jî rabûn ser xwe kincên xwe li xwe kirin, bi hev re çûn ber derî, derî vekirin çi bibînin berf ji qama wan jî bihuriye. Yê mezin çardeh salî, ya herî biçûk heşt salî du xwişk û du bira derketin derve yên mezin rê vekirin yên biçûk jî dan pey wan çûn serê xênî ji berfê paqij kirin. Di heman demê de şêrê ku di kemînê de dîlgirtibû li wan difikirî gelo niha di çi rewşê de bûn, çi dikirin. Bi wan sar bû an na, dilê wî dibû heşt parçe gelo kes li wan xwedî derdiket an na.  Hê dijî û gelo zanibûn hê li binê heman ezmanî ne.

Berf li ser laşê wî dibarî ba û bahoz diqetiyan di nav mêjiyê wî de, laşê wî dişewitî di agirê dojehî de. Zarok ji ser xênî hatin xwarê ji sermana qefilîbûn, destê wan tevizîbûn hatin hundirê hêwanê germ bûbû. Sobe vêxistî bû agir di devê wê de derdiket derve li erdê sêniyek tije xwarin hebû dayika wan ji bona wan amade kiribû. Li hev nihêrtin li dayika xwe nihêrtin çûn li ser sifrê rûniştin destê xwe dirêjî nan kir lawê mezin lê destê wî neçû nan çû ser rûyê wî. Hêstiran rê nedidanê, nedixwest dayika wî ew wisa bibîne. Di dilê xwe de got ez ê negirîm ez lawê şêran im xwedê tu qewetê bidî min. Dayika wan hat li ber wan sekinî û got:

-Hûn negirîn ez ê jî êdî negirîm min xewnek dît şêrek di kemînê de dîlgirtî mabû, berf bi ser de dibarî lê wî her li ber xwe dida.

Dayikê guh nedida berf û seqemê stran digot;

-Berxwedan, berxwedan jiyan e hey hey, berxwedan jiyan e, berxwedan jiyan e…

Di pey re jî ji kemînê difilitî şîret li zarokên xwe dikir û digot dê sibê rojek xweş û ronî be, de îcar nanê xwe bixwin û razên. Zarokan ji wan gotinan hêzek girtibû nanê xwe xwarin û ketin nav nivînên xwe û razan. Serê sibehê zû rabûn çûn ber şibakê li derve nihêrtin dengê zilam û jinan dihat derketin ber derî  nihêrîn wa zilamek li pêşiya wan e û tê wekî şêrek birîndar dikule. Lê li ser piyan e û serbilind e bi heybeta şêrekî tê û dikeve hundir. Dayika wan hêz dide xwe radibe lê li ciyê xwe dicemide. Ev zilam jê re nas tê lê gelo bi rastî jî ew e an na di dilê xwe de dibêje;

-Rast e ew e lê pir guheriye.

Ber bi zarokan ve tê zarok wî nas nakin di cihê xwe de dicemidin. Nizanin ka çi bikin lê baş fêm dikin ku pir bi siûd in bavê wan vegeriyabû.