spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Vegeriya ‘Qamişloya Bajarê Evînê’

Hunermendê kurd Seîd Yûsif ku hemû jiyana xwe di xizmeta mûzîk û strana kurdî de derbas kir, ji ber nexweşiya penceşêrê beriya demekê hatibû Tirkiyeyê û li nexweşxaneyeke bajarê Stenbolê dihat dermankirin. Mixabin hunermendê kurd di 26’ê meha sibata 2020’an de çû ber dilovaniya xwedê.

Hunermend Seîd Yûsif an jî bi navê xwe yê din ku wekî Mîrê Bizqê dihate binavkirin, ji ciwaniya xwe ve dest bi karê muzîk û stranê kiriye û di demeke kin de nav û dengê wî li seranserê Kurdistanê belav bû û bû stêrkek ji stêrkên strana kurdî.

Seîd Yûsif di 1947’an de li bajarê Qamişlo li taxa Qudûr Beg hatibû dinyayê. Di ciwaniya xwe de bi bizqê dest bi muzîka xwe kir û paşê jî piraniya gotinên stranên xwe û awazên wan jî wî bixwe çêdikirin. Hunermendê bi nav û deng di pêvajoya jiyana xwe ya hunerî de derdora 700 stran amade kirine ku piraniya wan gotin û awaz jî yên wî ne.

Hunermendê me demekê li Beyrûta Lubnanê jî dijî û li wir komeke muzîkê ya bi navê Koma Newroz ava dike. Di wê demê de ango di salên 1960’î de bi stranên wekî ‘Ez keçim keça kurda me’ û ‘Ay Felek’ û hin stranên wî yên bi nav û deng li seranserê Kurdistanê belav bûn.

Seîd Yûsif di çîroka jiyana xwe û hevaltiya xwe ya bi muzîka kurdî re gelek xelatên hêja wergirtine û her wiha wekî gelek hunermendên kurd êş û jana jiyana xizanî û tunebûnê jî kişandiye. Li kêleka gelek xelatên hunerî rêxistina navneteweyî UNESCO jî di sala 1973’an li Parîsê jê re plakeke zêrîn ji awazên wî tomar kiribû.

Hunermendê me jî erê bi rengekî fizîkî ji nav me bar kir lê nav û dengê wî, muzîk û stranên wî dê bi sedên salan wekî xezîneyekê li pey wî bimînin û hîna wê gelek nifşên nû yên kurd bi wê muzîkê mezin bibin. Dibe ku wî ji zarok û malbata xwe re mal û milkên zêde nehiştibin lê wî ji gelê xwe re xezîneyeke stranan hiştiye.

Seîd Yusuf her çendî li xerîbiyê jiyana xwe ji dest dabe jî, ew ê vegere bajarê zarokatiya xwe, ew ê vegere bajarê ku navê evînê lê kiribû. Ew ê vegere hembêza Qamişloka evînê. Dê ji nû ve şevbêrkên xwe bi Mihemed Şêxo û Seydayê Cegerxwîn re berdewam bike.