24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Vegotin û çîroksazkirin karê herî bîrdozî ye

Ev hezar sal in ku çîrokên der barê pêkhatina gel, kom, komik û eşîretan de tên vegotin. Ev çîrok biçûk tên xistin û bêwate tên nîşandan. Sedema vê yekê jî ev e; ji bo ku serdestiya desthilatdaran bidome, derewa ku jê re ‘dîrok’ tê gotin wek ‘heqîqet’ tê pêşkêşkirin û di bîra mirovan de tê bicihkirin. Ku gel, kom û tevahiya komikên olî û nijadî dev ji guhdarkirina van çîrokên ku di navenda wan de desthilatdarî heye berdin û dest bi vegotina çîrokên dîroka koma xwe bikin dê ev çîrok veguhere çîroka jiyanê û buhişta hevpar a mirovahiyê. Awayekî xweser ê vegotina çîrokan a her kom, her gelî heye. Ev vegotin navgîna xweparastinê ya bingehîn a wê civakê ye.

Ligel hemû hêza xwe ya leşkerî û aborî jî tu pergal bêyî avakirina desthilatdariya xwe ya bîrdozî nikare xwe mayînde bike. Dîsa tu hêza navendî bi tenê bi darê zorê nikare civakê bi rê ve bibe û desthilatdariya xwe mayînde bike. Desthilatdariyên herî zordar û otorîter jî li bal gelên ku kirine bindestên xwe ne xwediyê tu rewabûnê ne. Ji bo ku ev rewabûn bê afirandin û mayîndebûn pêk bê, navgîna herî hêzdar bîrdozî ye.

Desthilatdar ji bo ku paradîgmaya xwe ya ku ava kirine, yekîtiya bîrdozî ragihînin civakê, li nav civakê belav bikin, bi civakê bidin pejirandin û her tim wê nû bikin û ji nû ve biafirînin pêşiyê pîroziyên civakê dikin armanca êrîşên xwe. Rê û rêbazên biçûkxistina van pîroziyan, jiholêrakirina wan û ku nebe jî pûçkirina wan bi pêş dixin. Lewra pîroziyên civakê di encama ezmûnên bi hezaran salan de derdikevin holê û ew nirxên hevpar ên civakan in. Ji bo ku wek navgîneke xweparastina bîrdozî û nirxên hevpar bê bikaranîn hatine bipêşxistin. Bi êrîşkirina van pîroziyan navenda hêza bîrdozî tê pûçkirin û civak ji xweparastinê bêpar tê hiştin, deriyên wê ji desthilatdariya kapîtalîst re heta dawiyê tên vekirin.

Vegotina çîrokan, bi rêya çîrokan veguhastina ezmûnên civakî, êş û janên ku hatine kişandin, rêyên ku ber bi bextewariyê ve dibin, heyînên ku veguherandine pîroziyên civakî, nirxan, rê û rêbazan ragihînin nifşên pêşerojê, ji bo ku hebûna xwe ya li rûyê dinyayê watedar bike ev bi hezar salan in komên mirovan ên bi her cureyî yên ku li rûyê dinayayê hatine avakirin wek amûreke bingehîn a xweparastinê bi kar tînin. Ango bi wateyeke xwe ya ku pir tê zanîn, çîrok, çîrçîrok û destan ne ji bo buhirandina demên xweş tên vegotin û ew amûrên kêfxweşiyê nîn in. Lewra ew wek lêgerîna çareserkirina pirsgirêkên civakê derketine holê. Ku mirov bixwaze mînakekê bide, di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de pêdiviya bi yekitiya kurdan hatiye gotin. Di destana Derwêş û Edûlê de têkiliyên navbera kurdên êzidî û misilman hatine vegotin, erênî û neyîniyên rêxistinbûna civakî ya bi awayê eşîrî (hozî) tên ragihandin. Mirov dikare bibêje ku destanên bi qasî ku li gor van armancan bê afirandin û ji bo civakê bibe neynik dikarin li nav civakê mayînde bibin. Bêguman şabûn û buhirandina demên xweş jî ji bo mirovan pêdiviyek in. Lê çîrok serpêhatiyên civakî yên civakan ên di nav dîrokê de vedibêjin. Ev rêyeke ragihandinê ya pir xurt e. Ji ber vê yekê jî em nikarin çîrokvegotinê bi tenê wek amûreke şabûnê bi nav bikin. Yên ku dixwazin bi vî awayî bidin têgihîştin hêzên serdest in û ev di heman demê de êrîşeke bîrdozî ye. Bi vî awayî pergala serdest dixwaze civakan ji derfetên vegotin û ragihandinê bêpar bihêlin. Divê em vê armanca serdestan ji bîr nekin. Ji hêlekê ve pergala xwe ya desthilatdar a mêrane û îqtîdarparêz bi awayekî destanî vedibêjin. Hemû navgîn û teknîkên ragihandinê bi kar tînin û van çîrokên xwe bi civakê de dibarînin. Hêzên desthilatdar dîrokê û çîrokê bi dewletê didin destpêkirin. Ji aliyê din ve jî nahêlin ku vegotina çîrokê bi vegotina hunerî ya çîrokê re bibe yek. Wê biçûk dixin û bandora xwe bi awayekî lezgîn belav dikin.

Bi taybetî jî gava ku em li vegotina hunera serdema ku wek serdema postmodern tê binavkirin dinihêrin, em dibînin ku huner bê çîrok hatiye hiştin, hunera ku di bin navê ceribîneriyê de tê afirandin jî bi rastî tu tiştekî venabêje û ji ber vê yekê jî bingeha hîçbûnê ango civakînebûnê bi awayekî bîrdozî vedibêje. Divê em vê yekê baş bibînin. Her qada hunerê, her çalakiya ku em wek huner bi nav dikin, xwe bi vegotina çîrokekê he kiriye û bi demê re ev vegotin kiriye xwediyê rengekî estetîk, bi vê yekê jî lêgerîna xwe ya ji bo vegotineke bêhtir bi bandor pêk aniye. Wisa be bi awayekî pir zelal em dikarin bibêjin her çalakiya ku hunerê bê çîrok dihêle û hewl dide ku estetîkeke bê çîrok biafirîne êrîşeke bîrdozî ya li dijî nirxên hevpar ên civakê û pîroziyên civakê ne. Li hemberî vê helwestê divê mirov xwediyê sekneke rexnegir be.