Rojnameya Heftane

Veng-deng

Kenan Colemêrgî

Deng nasnameya zindeweran e. Xweza bi dengan afirî û helbet me baweriyên xwe, kesayetên xwe, çanda xwe, dîroka xwe û hestên xwe bi dengan ava kirin. Me bi dengan jiyan nas kir, hestên xwe anku tirs û kêfxweşî û hwd. me bi dengan zanî. Deng amûrek bû, amûrek veguhestinê û bibîrxistinê, helbet bo ew kesên ku xwezayeke giran dijîn benikek di navbeyna jiyan û mirinê de bû deng. Li vê derê navbeynek hewce ye, ji ber ku me qala jiyan (afirîn, bûn, jidayikbûn, xwebûn), mirin û zindeweriyê kir. Di nav zindeweran de tenê mirov e ku dizane jidayik dibe û dê bimire û ji ber hindê ye ev qas serêşî û mijûlahî… Mirov ji bo xwe di nav van gengeşeyan, gengeşeyên fikr, raman û jiyanê de, her xwestiye mijûlahiyekê ava bike, tiştekê veguhêze. Ev tişt bi nexşên keviran kiriye; weke nexşên Sat, Geverok, Deşta Xanê, Kelêtanê, bi abîdeyan, bi nîşaneyan kiriye û piştî demeke dirêj nivîs dahênaye. Her çi be xwestekek diyar heye; veguhastin!

Deng berze nabe

Haya mirovan jê heye ku li ser dinyayê her tiştek piştî demekê berze (wenda) dibe, nexş berze dibe, abîde tê hilweşandin, nîgare jê diçe lê belê deng berze nabe. Ev tiştek gelek girîng bû ji bo mirovahiyê. Dengê bayê qet naqede, dengê avê, dengê teyr û çûkan, diviya mirov weke wan kiribûna anku bizara wan, bizara xwezayê. Paşê jî ev tiştên cerebe kirî diviya veguhastina nifşên dîtir. Deng berze nedibû, bi her nifşeke din bi cerebe û serpêhatiyên nû deng zêdetir dibû û her vediguhazî.

Xwezaya dengan

Min divêt ji vir pê ve hinekî din taybet biaxivim ku baştir bikaribim veguhazim, ne bi dengî lê belê bi nîşaneyên dengî an ku nivîskî. Xwezaya ku ez jê hatim, xwezayek dengan e, ez ji vê xwezayê bûm; ez ji dengên bayê darên çiyayên asê bûm, ez ji dengê rûbarên har bûm û yên wekî min, zindewerên din jî her wisa. Deng ji xwezayê bûn, xweza ji dengan bû, çawa ku gerdûn pêk hat, em jî ji xîz û toza stêrkan bûn û ji vî tiştî re gotin jiyan; xweza jî ji dengan pêk hat û ji tewawiya wan re gotin xweza. Min(weke mirovekî) ev tişt (xweza-deng) bihîst û ez têgihîşt im, min bihîst û min qal kir, min bihîst û min hîs kir, min hîs kir û min veguhast… Pîr û kalên min her wiha kirin\kirîne. Bi-zar-e-yên xwe, serpêhatiyên xwe, kêfxweşî, eşq û lehengî, binketin û serkeftinên xwe bi zareyî anku bi dengî gotine bi xwezaya xwe gotine; bi gotina dengan bûne dengbêje…

Xwe-za û xwe-bûn

Ev çiyayên asê bi hezar salan ev bêje û kîteyên dengî di paxila xwe de hewandine, weke xwezaya xwe û heta vê rojê hênandine. Xwe-za, xwe-bûn heman tişt e, ya\yê ku xwebixwe çê (baş) dibe û pêşve diçe û digihîje. Bi min li mirovan du xweza hene yan jî du xweza ji mirovan pêk tên, yek xwezaya bûn û jidayikbûnê ye, ya din jî xwezaya zanîn, parastin, cerebe û guheziyê ye. Em bi kurtasî ji vê re dibêjin “çand”. Çand xwezaya duduyan a mirovan e ku wê ji keriyên pezan, ji reviyên hespan, ji geleyên xezalan, ji garanên çêlan, ji şêrgeleyan, ji rewdeyên gurgan, ji refên çûkan, ji komên mirovan cuda dike. Çanda min e ku min ji gundê jêrî û jorî cuda dike, çanda min e min ji xelkê hevraz û nişîvahiyê zengîn û rengîntir dike, çanda min e dîrok, kelepûr, kevneşopiyên min dihewîne û min heyî dike, ez lewma hêj dijîm, ez lewma hêj tenê bi çiyayên xwe ve parastina xwe dikim û hêza xwe jê digirim, pîr û kalên min wiha kirin, ev jiyan û çanda wan bû ku veguhastin, em niha bi wê çandê dijîn, debara xwe dikin, hemû hestên xwe yên jiyanê parve dikin, beşa jiyanê pêkre dikin.

Civakên kîrografîk

Di dîroka gelên dinyayê de demek çanda devkî heye, ev dema çanda devkî, piştî derbasî çanda nivîsê dibe zêdehiyên gelên dinyayê êdî çanda xwe ya devkî berze dikin. Ev gelek pirsgirêkên civakî digel xwe tîne. Weke ku mêjiyê mirovekê/î hebe lê belê pêjn û seh nebe; ne dest, ne çav, ne difin, ne ziman hebe. Êdî ji bo wan tiştek hêsantir hebû, dikaribûn mijaran bêbend ji bîran derbasî ser amûreke din bikin û êdî hêdî hêdî rist û hîmên çandeke bêhempa (çanda devkî) ji bîr kirin, tiştek hêsantir peyda bû. Civakên kîrografîk ava bûn. Êdî hestên takekesî ketin şûna hestên civakî. Weke mînak; roman di wêjeya îngîlîzan de weke nûbûnekê ava bû. Lê belê nûbûnek çawa û li gorî kê ev nûbûn? “Roman” di îngilîziya ewil de (anku pêşiya dagirkirina normanan, dema anglosaksonan jî) weke zimanê bindestan dihat hesibandin, bindestan hestên xwe bi vî awayê dikariyan belav bikin û bi vê cureyê wêjeyek ava bû. Îngilîzan bi zimanekî nû ve (bişaftina zimanê normanan(fransiyan)) wêjeyek hilberandin. Ev tiştek hêsan nebû, niha jî ji 3000 zimanan tenê wêjeya 78 zimanan heye, helbet îngilîz jî di nav vê rêjeyê de ne, kurd jî… Îngilîzan bi çanda devkî nema ku ji bo zarokên xwe bi wê agahdar bikin, ji wan re qala dîrok, mirov û jiyanê bikin lê belê ev li cem kurdan hêj hebû.

Nîsko çawa bû Tilîko?

Belê, li cem kurdan hêj bi çanda nivîskî çanda devkî jî hêj weke roja ewilî didomiya, li cem îngilîzan jî çanda nivîskî ji roja ewilî bêhtir pêşve çûbû. Lê belê piştî çi? Piştî zimanê xwe ji bîr kirin, çand û lehengiyên xwe… Tenê û tenê cerebe û hestên takekesî hatin veguhastin, çi bêr û nimûneyên civakê neman heta ku di serê sedsala 19’an de hatin li Kurdistanê berhevkarî kirin; berhevkariya çanda devkî ya kurdan. Bi taybetî çîrokên zarokan berhev kirin û birin welatê xwe, ji bo perwerdeya zarokên xwe da ku qala jiyan, mirov û hestan bikin û bi hêsanî bi wan bidin fêmkirin. Yek ji van çîrokan jî “Nîsko” bû. Çîroka Nîsko bi sedan sal in li herêma Botan û Behdînanê weke çîrokek zarokên di navbera 0-6 salî tê vegotin û li gorî vekolînên me, ev çîrok ji bilî kevnahiya xwe bi kêm deformebûna xwe jî tê zanîn anku li gorî herêmên cuda bûyer û rêçûna çîrokê pir kêm guheriye. Bifikirin ew qas kêm guheriye ku “Tom Thumb”a îngilîzan dema bi wergera hinek hevalan (paşê ji me kêm nebin) bû “Tilîko” jî pir kêm guherîbû. Bi kurtasî wiha bibêjim; çîroka kurdan a bi navê “Nîsko” ji hêla îngilîzan ve ji bo dibistana zarokan tê berhevkirin û navê Nîsko dibe “Tom Thumb”. Piştî 150 salan em kurd diçin çîroka pêşiyên xwe ji îngilîzan weke çîroka wan werdigerînin kurdî û navê “çîroka îngilîzan” dikin “Tilîko”! Li cem wan tiştek nemabû bidin gelê xwe, bidin zarokên xwe. Li me xêr bû, me çîroka xwe ya bi navê “Nîsko” kire “Tilîko”!

Rih, mirov û bêjîtî ye

Layê wan, weke dengbêjiya me çandek hebû, navê wê çandê “Courtly Love” bû. Ev kevneşopî piştî çanda nivîskî hilweşiya û di şûna wê de tiştek nû, tiştek takekesî ava bû; roman û nivîs… Hesta civakî çû, hestên kesî hatin. Em kêfxweş in ku hêj li cem me moçikên me yên “hesta civakî” didin cema ne, berbelav nebûne, ew moçik; dengbêj in. Ev moçik goyende ne û barê hemû jiyanê, di dil û mejiyên xwe de dihewînin lêbelê dermanan jî bi qirika xwe didin. Ferdinand de Saussure dibêje “ nivîs, her çend kêrhatî be ewqas jî kêm û metirsîdar e”. Nivîs dubare nake, nivîs tenê bi nîşaneyên dengan xwe bi cih dike, ew sar e. Deng, qirik, mêjî, dil, hilm germ in, dema ev pêkre bin an jî ev bi ahengekê pêkre ji bo têgihandinekê bizivin û tevbigerin, wê çaxê dijîn, em li wê çaxê dijîn. Pavlus di “Name ji bo romayiyan”ê de dibêje “nivîs dikuje, rih giyanê dide” li vir rih dev e, li vir rih mirov e, bêjîtî ye.

Hore, More, Siyaçeman

Li gorî baweriya civata yarsanan (kakayî), “xwedê mirov ji êgir çêkir lêbelê rih xwe di laşeagirî de nedigirt, paşê peywir da Benyamên, gotê “qet nesekine û deng bide (mûzîkê bike), Bênyamên bê sekin deng da, wê demê rih xwe di nav laşî de girt”. Baweriya kurdan a di êzidayetiyê de jî, di demên pîroz de 7 sama (miqam) hene tên lêxistin, dibêjin ku ev miqam ji bo dinyayê bûne nimûne (Hore, More, Siyaçeman) ku gelên dinyayê mûzik naskirine. Her çawa be, tiştek heye ku di ev civaka me ya kevn de “deng” û “bêjîtî” cihek girîng û mezin girtine. Helbet ev çawa girîng, mezin û taybet e, bi mînakan, di nivîsên paşiyê de hindî ji dest, mêjî û dilê min bê dê bidim nasîn. Bi dengê “Nêrîbel”* li deştên biyaniya me, çiyayên xwe digerim, silava xatirê ji we dixwazim û bi ziman û dengê Nêrîbelî dibêjim;

“Ez naxwim giyayên zûran û avên şoran e

Serikê danim ka û giyayan e

Vexwim avên çeman e”

*Nêrîbel: Lehengê destaneke devera Colemêrgê ye.