Wednesday, Çile 26, 2022

Vî bajarî çong nedanî

6 sal berê ev dem bû…
Li bajarê evînê ceng bû…
Li ber deriyê her malê…
Çavên dayikan hûr bûn…

Evîn bi tilîliyan xemilî bû…
Serkêşên govendê keç û xortên
azadiyê bûn…
Li serê her kolana bajêr…
Pişta dayikan germ bû…

Mem û Zîn cara ewil bû…
Kûçe bi kûçe bi govenda azadiyê
geş bûbû…
Li her dera bajêr…
Lehengên azadiyê berxwedêr bûn…

Cizîra Botan xwedî dîrokeke kevin, têr û tijî ye. Berxwedan û serhildanên vî bajarî şahidiya vê dîroka qedîm kirine. Heta jê hatiye serî li ber desthilatan nedaniye. Bi helwesta xwe ya rast bûye mijara gelek stran û destanan. Lewma dema meriv bixwaze behsa Cizira Botan bike, beriya her tiştî divê mirov bisekine, bihizire û piştre gotinên xwe di moxilka hiş re derbas bike, dûvre biaxive. Lewra ev 6 sal in ku di ser êrîşên hovane yên dewleta tirk re derbas bûne jî hê meriv nikare di der heqê berxwedana Cizîra Botan de binivîse. Ev nivîs jî wê nikaribe behsa berxwedan û lehengiya egîdên Cizîrê bike. Lê dibe ku ev nivîs bibe wesîleya bîranîna wan dildarên azadiyê ku wan xwest bi xwîna xwe ji behra azadiyê dilopekê ji civaka xwe re bihêlin. Ji bo vê jî canê xwe kiribûn senger ji Cizîrê re. Lê dewleta dagirker jî ji bo têkçûna xwe ya qedexeya neh rojan bide jibîrkirin di her aliyî de amadekariyên xwe kiribû. Kesên ku Cizîrê nas nakin, Cizîr di çalê de ye û li hawirdorê wê gir hene. Lewma jî dewlêtê hemû amûrên xwe yên şer li ser van giran bi cih kiribû û ji her beşa artêşa xwe leşker li hawirdorê bajarê Cizîrê civandibû. Ji ber ku di şerên neh rojan de bi tu awayî gel û berxwedêran nehiştibûn dagirker bikevin nav kolanên wan, vê carê ji deh hezarî zêdetir leşker, hêzên taybet, komando, cerdevan, tang, top û cebilxaneyeke mezin amade kiribûn.
“Hemû mamoste û rêveberên me ji aliyê wezareta me ve ji dîroka 14’ê kanûna 2015’an û pêve wê semînera perwerdehiya navxweyî bibînin. Mamosteyên me dikarin li bajarê xwe tev li semînerên xwe bibin.”
Her tiştî bi vê peyamê dest pê kiribû, bi vê peyamê dagirkeran amûrên xwe yên îdeolojîk ji nav bajêr kişandibûn. Bi vê peyamê dagirkeriya xwe destnîşan kiribûn. Belê her tişt di nav vê peyamê de veşartî bû. Lewma ‘ên dizanin jixwe dizanin, ên nizanin baqê nîskanin’. Ev peyam ji hinek kesan re çûbû ku rih û canê wan ji bo dewleta dagirker pîroz bû, lewma divê ew di ewlehiyê de bûyan. Ev peyam parçeyek ji şer bû ku her tiştî jixwe bi wê dest pê kiribû. Du armancên vê peyamê hebûn ku bi vê peyamê mamoste, karmend û dostên xwe ji nav bajêr derxistibûn. A didoyê jî dixwestin civaka vî bajarî bitirsînin. Di aramanca xwe ya yekemîn de helbet bi ser ketin. Lê bêguman di armanca xwe ya duyemîn de serneketin û têkçûn…
Ên li pişt peyamê mayîn hemû dijminên wan bûn ku ew jî ‘terorîst’ bûn. Ma kê zanîbû bi vê peyamê wê kuç li ser kuç nehêlin. Belê ma kê bawer dikir ku bi vê peyamê wê bajarê hezar salî serobino bikin û talan bikin. Gur, çeqel û pêxwasên bajarên xwe di ser Cizîra Botan de şandibûn. Ji bo ku kuç li ser kuç nehêlin hemû şert û merc pêk anîbûn. Qanûn derxistibûn ku di pêşerojê de ew neyên darizandin. Hebên hişbir didan leşkeran, bi wî awayî dişandin nav bajêr. Hemû qirêjiyên şer di van rojên qedexeya Cizîrê de li xwe ferz û rewa kiribûn.
Ma kesî bîr dibir ku bi vê peyamê dê şûna amûrên îdeolojîk amûrên leşkerî cih bigirin û berê xwe bidin bajarekî hezar salî yê serî netewandî. Ma kesî bawer dikir dê dagirker bi amûrên xwe yên lewitî, vî bajarî ku sed sal in nekarîne tune bikin; vê carê ji bo tunekirina bajêr bîjiyên xwe sor û har kiribûn ku li nava vî bajarî bêserûber belav kiribûn. Her tiştên li nava bajêr ganîmet bû ji van hov û bêbavan re.
Piştî vê peyamê bajar ji her alî ve bi çekên giran hat topbarankirin, ji her alî ve li Cizîrê dan. Piştî vê peyamê nêzîkî sêsed mirovî di encama topbarandin û gulereşandina hovane de şehîd ketin. Dîsa piştî vê peyamê mirov di jêrzemînan de bi saxî hatin şewitandin, zarok li ber deriyên mala xwe hatin kuştin, kal û pîrên vî bajarî terkesalat bûn ango dev ji baweriya xwe berdan, xanî hatin şewitandin, mal û milkê vî bajarî ji xaniyan hatin derxistin û ji xwe re birin.
Ji bo qetil û tune bikin har bûbûn û berê xwe dabûn vî bajarî ku tijî berxwedan û serhildan bû. Ma kê bawer dikir ku ev bajarê weke çemê kêleka xwe temendirêj, weke dîroka mirovahiyê serbilind, wê weke kelha di nav dilê xwe de birîndar bûbûya. Helbet birîndariya bajêr ne ji ber têkçûna wî bû, bajarê berxwedanê birîndar bû ji ber ku nekarîbû hinek keç û xortên xwe rizgar bikira. Tevî vê jî bi berxwedan û serînetewandina zarokên xwe dilxweş û bextewar bû. Vî bajarî şahidiya zarokên rojê kir ku heta guleya xwe ya dawî li ber xwe dan û çok li ber dagirker û hovan nedanîn.
Çawa ku Arjen Arî gotiye ‘ev çiya rûspî ne heyran’ ev bajar û zarokên rojê yên vî bajarî jî rûspî ne ku bi vî awayî ji nav me bar kirin û çûn. Wan egîdan ji me re ev bajar û berxwedan hiştin, bêyî li paş xwe meyzênin. Di wêneyên xwe yên dawî de jî rûkeniya xwe kêm nekirin. Ew rûkeniya wan hê di nav dilê dijmin de weke xencerekê çikandiye. Lewma di van rojên dawî de dema êrîşî avahiya HDP’a Cizîrê kirin, yekser êrîşî wêneyên wan egîdan kiribûn û qetandibûn. Wan got em diçin ên mayîn bila bi me serbilind bin. Wan çanda berxwedanê ya sedan sala ya vî bajarî domandin û ji bo me hiştin. Ev çanda berxwedanê bi xwîna xwe av dan. A dikeve ser milê me jî ev e ku ala emanetî me hatiye kirin, hildin jor û divê em nehêlin ku bikeve erdê.