24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Vîrus heman bandorê li hemû kesan nake!

Di nav van rojan de ku cîhan bi Covid-19’ê re ketiye nav xirecirekê, li ser vê rewşê gelek nîqaş û nirxandinên tên kirin. Teoriyên ku dibêjin ev komployoyek e, nîqaşên dibêjin encama polîtîkayên dewletan e, nirxandinên lîberalîzm, komunîzm, sosyalîzm, kapîtalîzm û hwd. Gelek tên kirin. Bêguman çiqas nîqaş hebin ewqas jî derfeta bijartina rêyan jî zêde dibin. Lê heke berçavka mirov baş nebîne, dibe ku mirov di rêya şaş de jî bimeşe. Heke moxila mirov şikestî be, genim qirş û qal û zixur hemû tê re derbas dibin. Lewma  heke moxila me ya hişmendiyê şikestî be ne derbarê vê nexweşiyê de rastî tên fêmkirin ne jî encamên rast jê tên derxistin.

Di dîrokê de me dizanin ku civak gelek caran bi nexweşiyên wiha re rûbirû maye. Veba, kolera, şewba spanî çend ji van nexweşiyan in. Her wiha di demên nêz de jî nexweşiya wekî SARS, MERS, EBOLA derketin lê bêyî ku zêde belav bibin bêbandor bûn. Her nexweşiyê bi xwe re guhertinên mezin jî anîn. Vebayê guhertineke mezin li ser Ewropayê çêkir. Dîsa şewba spanî bi mirina 50 milyon mirovî bi encam bû û hişt ku pergala kapîtalîst careke din xwe binirxîne. Niha bi belavbûna Covid-19’ê re nîqaşên ‘piştî ku vîrus bêbandor bû wê rewş çawa be’ tên kirin. Bi giştî derdor hemfikir in ku dê ev rewş wiha nedome û hin guhertin çêbibin. Serokwerzîrê Îtalyayê dibêje “piştî sahilî çêbibe divê em kumê xwe deynin ber xwe û bazara serbest a ji nû ve binirxînin.” Nivîskarê pirtûka Homo Sapiensê Yuah Noval Harari dibêje ku ev rewş dikare rê li ber xurtbûna totalîtarîzmê vebike. Filozofê navdar Slavoj Zizek jî dibêje “vîrus zor dide ku biryarek were girtin, ya komunîzma gerdûnî yan jî zagonên daristanî.” Serokwezîr û rayedarên dewletan jî nirxandinan dikin. Lê mixabin her yên ku nirxandinan dikin û dibêjin dê guhertin çêbibe, ev guhertin li gorî xwe dinirxîne. Hêj heya niha yekî kapîtalîst negotiye, dawiya kapîtalîzmê hat an jî yekî lîberal negotiye divê lîberalîzm ji holê were rakirin. Heke guhertinek çêbibe û guhertin rast be divê guhertineke li derveyî vê pergalê be. Ji ber ku ev nexweşîn encama vê pergalê ye di serdema pergala kapîtalîst de derketiye.

Rêbera Pkk’ê Ocalan di parêznameyên xwe de tîne ziman, pergala kapîtalîst hêza xwe ya herî mezin ji feraseta lîberalîzmê digire. Lîberalîzm behsa azadiyê dike lê ev ne azadiya civakî, komî, civatî ye. Azadiya takekesî ye. Lîberalîzm bi vê ferasetê di serî de rêxistinbûna civakê, koman, civatan xera dike, dema kes bi serê xwe dimînin jî, bi rehetî kesan ji aliyê aborî, hiqûqî û zihnî ve dîl digire. Civat bê parastin dimîne.

Niha em binihêrin ev nexweşî li ku derket û çawa belav bû. Vîrus li bazereke sewalan a Çînê derbasî yekî bû û ji wir belayî cîhanê bû. Çîn bi komunîzma dewletî tê birêvebirin. Rayedarên dewletê ji ber ku agahî dernekevin derveyî welat û aboriya wê zirar nebîne ev agahî veşart. Ji ber ku rastî hat nixumandin û tedbîr nehatin girtin ev nexweşî belav bû. Piştre li Îranê hat xuyakirin. Îran pergeleke wisa ye ku bi melayan (olî) tê birêvebirin. Heya mirin çênebûn Îranê jî ev rastî aşkera nekir. Piştre li Ewropa û Amerîkayê jî peyda bû. Van dewletan jî ji ber aboriya xwe ya lîberal tedbîr zû negirtin. Em dibînin ku rengê dewletê çi dibe bila bibe di serî de ne tenduristiya civakê û heqîqetê; aborî û berjewendiyên dewletê tên. Ji ber ku pergal dewleta modern netewe-dewletê amûrên xweparastinê yên civakê ji dest girtine, civak jî di girtina tedbîran de gelek zehmetiyan dikişîne. Îro hê jî  tedbîrên tên girtin ne li gorî pêşdîtinên pisporan, li gorî xwestekên rayedarên dewletan çêdibin. Mînaka herî aşkera jî Tirkiye ye. Yek ji endamê lijneya zanînê ya li hemberî koronayê pirsa “çima biryara girtina qedexeya derve nayê girtin?” wiha bersivand: “Hin mijarên dewletê û aborî hene ku aqilê min têrî fêmkirina wan nakin. Texmîn dikim ji ber van mijaran ev biryar nayê girtin.”

Pergala kapîtalîst xwe di ser hemû serdemên dîrokê re dibîne. Ji bo nexweşiyên demên borî digot “zanîn û teknîk kêm bû” pergala ku ewqasî xwe têr dibîne îro li hemberî vîrusê felaketekê dijî. Lê ev felaket ne ya xwezayê ye, felaketa pergala kapîtalîst e. Dibêjin nexweşîn derbasî herkesî dibe lê mixabin di van şert û mercên ewqasî  newekhev, bêedalet û faşîzmê heye de tu kes nikare bêje “vîrus heman bandorê li hemû kesan dike.” Hinek kes giravên taybet distînin ji bo xwe biparêzin; gelê xizan, kedkar û karker jî tenê bi kolonya û destşûştinê hewl didin xwe biparêzin. Ev cudawaziya di navbera çînan de berhema şaristaniya dewletî ye. Şaristaniya dewletî ji roja derketî heya îro her xweza talan kiriye, çînîtî pêş xistiye. Niha jî li hemberî Covid-19’ê ketiye nav fikaran. Tişta sosret jî ew e ku pergala ku ewqas zirar daye xwezayê, civak belav kir, ji bo berjewendiyên xwe her derê kirêt kir, wekî pêşîgirtina Covid-19ê  dibêje “piştgiriya civakî bi pêş bixin, derdora xwe paqij bikin.” Baldar bin behsa teknîkê nake. Teknîka wê têrê nake, rica ji civakê dike. Ev rewş careke din rasteqîniya civakê derdixe holê. Nîşan dide ku tu pergal û dewlet ne di ser civakê re ne.

Serdema herî mezin a belavbûna vê vîrusê pergala kapîtalîst e. Bendavên mezin, şêwaza hilberînê, nêzîkatiya li xweza û civakê rewş aniye vê astê. Jixwe hin derdor dibêjin ev vîrus tolhildana xwezayê ye. Xweza wekî ku bêje “ez ne bêhiş im, heke hûn canên min biêşînin ez ê jî canê we biêşînim.” Di nav rojan qirêjiya hewayê li hin cihan heya sedî 80’ê kêm bûye. Hişê xwezayê kolektîf e; tevahiya hişê hemû hêmanan e. Xweza rê nade ku tenê giyanwerek jiyana we li ser hemû giyanweran bidomîne. Xweza derfetên parastina xwe bi pêş dixe û xwe diparêze.

Li hemberî vê rewşê divê çi bikin? Em çawa vê rewşê binirxînin. Îro tam jî paradîgmayek heye ku ji hemû pirsgirêkan re bibe bersiv: Paradîgmaya Civaka Ekolojîk, Demokratîk û Azadîxwaz ya Jinê Heqîqeta vê paradîgmayê û sosyalîzmê careke din derkete holê. Rêbera Pkk’ê Ocalan dema dibêje “Israkirina di sosyalîzmê de israrkirina di mirovbûnê de ye” heqîqeta civakê tîne ziman. Hişmendiya vê paradîgmayê yekane çareseriya van pirsgirêkan e. Em jî dibêjin an mirov wê çareseriya derveyî pêş bixin an jî her tim wê bi van nexweşiyan re rûbirû bimîne.  Mesele feraseta bikaranîna teknîk û zanînê ye. Bi her awayî aşkera ye ku ev pergal zanîn û teknîkê ne ji bo tevahiya civakê ji bo parastina hin derdoran bi kar tîne.

Di vê rewşê de ku mirov di malên xwe de bimînin, em dikarin rewşê veguherînin firsendan. Heke vê dema ku em di malê de derbas dikin baş binirxînin, em dikarin bandora aborî, civakî, xwezayî bînin asta herî kêm û hîn xurttir û bi moral vê demê biborînin. Ji bo vê em dikarin çend pêşniyaran bikin.

  1. Em dikarin mala xwe û çapemeniya civakî veguherînin nîqaşên aqademîk. Yên derfetên wan hene di malên xwe de dikarin akademiyeke biçûk ava bikin. Li ser pergalê nîqaşan bikin. Wekî mînak heqîqeta sosyalîzmê ye. Lazim e pir xurt were nirxandin. Xwendevanên zanîngehan dikarin pêşengiyê bikin. Ji bo vê parêznameyên Rêbera Pkk’ê Ocalan çavkaniyên baş in.
  2. Gel dikare malên xwe bike dibistan. Bi taybetî gelê kurd dikare malên xwe bike dibistanên kurdî. Zarokan perwerde bikin. Çîrokan bêjin, folklora kurdî were fêrkirin û li ser dîrokê were rawestandin. Li vir barekî mezin dikeve ser milê weşanên kurdî. Pêwîst e TV li gorî vê weşanê bikin.
  3. Hilberîn yek ji karê herî girîng ê civakê ye. Ji bo mirov ji hilberînê qut nebe dikare amûrê destan çêbike. Ango li malê atolyeyeke biçûk ava bike. Civak careke din bibe xwedî hilberîn.
  4. Piştgiriya civakî gelek girîng e. Bajaran çanda cîrantiyê hilweşand. Lê îro her kes dikare rojane pirsa cîranê xwe bike. Cîranê xwe nas bike, pêwediyê pê re deyne. Wekî mînak xwarina ku çêkirî dikare bi cîranê xwe re parve bike. Ez bawer im cîran jî wê heman tiştî bike. Ev jî wê piştgiriya civakî xurt bike.
  5. Di vê demê de ji bo ku desthilatdarî nekeve nav hewldanên şaş mirov dikare bi rêya tora civakî tevlî kampanyayên hestiyarî û hişyariyê bibe. Civak bi vî awayî bertekên xwe hem aşkera bike hem jî bibe xwedî helwest. Di heman demê de pêşniyar, firir û ramanên xwe jî bi koman, saziyan re parve bikin.
  6. Weşanên TV’yan dikarin bernameyên çanda civakî zêdetir biweşîne; çîrok, folklor, wêje û piştgiriya civakî bi van bernameyan dikare were xurtkirin.

Ev pêşniyar dikarin werin zêdekirin jî. Tişta em dixwazin bêjin, em dikarin vê rewşê berovajî bikin. Dawiya dawî dê ev vîrus bêbandor bibe, lê jiyana civakî her tim wê bidome. Ya girîng ew e ku em vê rewşê baş dahurînin û bêçare nemînin. Ji bo vê jî  di serî de divê em tenduristiya xwe û civakê biparêzin. Heke tedbîr neyên girtin û vîrus pir belav bibe wê demê wateya van gotinan jî namîne. Ji bîr nekin parastina civakê xweparastin e. Civakê biparêze, xwe biparêze.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê