Rojnameya Heftane

Vîrûsa koronayê hat ber derî

Di dawiya sala 2019’an de li bajarê Wuhan ê Çînê bi gelek nexweşan re zatûre hate dîtin. Di encama lêkolînan de hate zanîn ku vîrûsa koronayê bûye sedema vê nexweşiyê. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) nexweşiya vîrûsa koronayê wekî COVID-19 bi nav kir. Tê texmînkirin ku ev vîrûs ji ajalekê derbasî merivan bûye lê hêj nayê zanîn ka kîjan ajal e. Vîrûs di demeke kin de derkete derveyî bajêr û niha li 40 welatên cîhanê hatiye dîtin. Her çiqas di vê vîrûsê de li gorî yên berê rejêya mirinê (2-3 %) kêm be jî zûtir belav dibe. Heta niha bi nêzî 80 hezar kesî re ev vîrûs hatiye dîtin û ji wan derdora 2 hezar 800 kesan jiyana xwe ji dest daye. Ji ber vê yekê tirs û xofeke mezin ketiye nav hemû gelên cîhanê.

Li gorî daneyên di destê me de vîrûsa koronayê bi hilmgirtinê û bi destan ji dev, çav û pozê me re dikeve laş û diçe li qirikê bi cî dibe, li wir xwe zêde dike û derbasî pişikê dibe. Derdora 14 rojan di kurikê de dimîne û dûre dibe sedema nexweşiyê. Vîrûs li ser kesên ku pergala wan a xweparastinê lawaz in zêdetir bandorê dike. Ên nexweşiyên domdar (kronîk) bi wan re hene, zarok, ên kal û pîr, ên têra xwe nikarin xwarin û vexwarinê bigrin ango ên xizan nexweşiyê girantir derbas dikin an jî dimirin. Kesên ku heta niha mirine jî zêdetir ev kes in.

Rayedarên dewletan carna ji ber kêmasiyan carna jî ji ber berjewendiyên xwe raya giştî bi awayekî durist agahdar nakin. Ji ber vê li ser tora civakî û di nav gel de gelek gotinên eletewş û dûrî rastiyan digerin. Senaryoyên bobelatên mezin tên çêkirin. Ev gotin û senaryo di demeke kurt de digihêjin gelek kesan. Di rewşên wiha de agahiyên xelet tirs û xofa civakê zêdetir dike û nahêle civak meselê têbigihêje û tedbîrên xwe bigire.

Di rewşên awarte de di nav gelên bindest de tirs û xof zêdetir e. Ji ber ku xwe neçar û bêxwedî dibînin. Ew jî baş dizanin ku ên polîtîkayên înkar û bişaftinê li ser wan dimeşînin wê tu car derdê wan derman nekin. Ji ber vê divê gelên bindest bi taybetî jî di rewşên awarte de karibin kul û birînên xwe bipêçin û ji heqê xwe derkevin. Sazî û dezgehên civakî divê vê meseleyê demildest têxin rojeva xwe, li ser bisekinin û ji bona pêşîlêgirtinê gotin û pêşniyarên xwe ji gel re parve bikin. Her wiha divê hemû kurdistanî jî bi baldarî nêzîkî meseleyê bibin tedbîrên xwe bigrin, rê û rêbazên xweparastinê hîn bibin.

Vîrûsa koronayê çend roj berî niha li Îranê jî hate dîtin û ji ber nexweşiyê heta niha li Îranê bi dehan kesan jiyana xwe ji dest daye. Her wiha li başûrê Kurdistanê jî ev vîrûs hatiye tespîtkirin. Her roj bi hezaran kes ji Îranê derbasî Wan, Agirî û Colemêrgê dibin. Divê demildest çûnehatin bihata qontrolkirin, gel bihata hişyarkirin û tedbîr bihatana girtin lê mixabin ev yek derengî ket û encax di roja 4 an de pêk hat. Heta niha rayedarên dewletê gotin hîn li van bajaran di tu kesî de vîrûs nehatiye dîtin. Lê dibe ku rojên pêş bê dîtin. Ji ber wê jî divê her kes hişyar be û xwe biparêze.

Vîrûsa koronayê di xwezayê de dijî û piştî hinek guherînên genetetîk ango mûtasyonan formeke nû derdikeve holê. Bûjenên kîmyewî, radyasyon, dermanên ku beredayî tên bikaranîn, rûxandin û êşandina xwezayê û hwd. dibe sedema mûtasyonan. Modernîteya kapîtalîst merivên wekî hûtan diafirîne. Têr nabin, xwezayê tarûmar dikin û ji bo ku zêdetir dewlemend bibin çi derdikeve ber wan dihêrînin. Ji bona asêkirina mûtasyonan hewce ye feraseteke xwezaparêz bê rûniştandin û derman bi aqilane bên bikaranîn. Wisa tê texmînkirin ku wê vîrûs heta demeke din jî di nav gel de belav bibe û wê hejmara miriyan zêdetir bibe. Hîn tedawî û parza(aşî) nehatine dîtin. Xebatên zanyaran didomin. Parza were dîtin jî heta demeke dirêj encax dê bê bikaranîn.