spot_imgspot_imgspot_img
19 Mart, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Vîrûsa koronayê li her tax û gundî belav bûye

Ray li vîrûsa koronayê ku dawiya sala borî peyda bû, nabe û her roja derbas dibe hê bêtir mirov pê dikevin û jiyana xwe ji dest didin.

Li seranserê cîhanê hejmara kesên bi vîrûsa koronayê ketine bi seriya 26 milyon kesan ket. Hejmara kesên pê jiyana xwe ji dest didin jî nêzî milyonek bû. Welatên ku herî zêde mirov bi vîrûsê dikevin û pê dimirin Amerîka û Brezîlya ne.

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê jî li gorî daneyên fermî yên hikûmetê di seriya 270 hezar kesî de mirov bi vîrûsê ketine û zêdetirî 6 hezar kes jî pê mirine.

Hikûmeta AKP-MHP’ê ji ber fikarên aborî, daneyên rast ên vîrûsê ji raya giştî vedişêre.

Di rojên dawîn de li gel veşartinê jî zêdebûna hejmara pêketiyên vîrûsê û kesên pê dimirin, di daneyên hikûmetê de jî xwe da der. Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca, ragihand ku ji ber zêdebûna bi lez a pêketiyan li gelek bajaran pirsgirêkên nexweşxaneyan derketine.

Bi taybetî jî pirsgirêka nexweşxaneyan li bajarên bakurê Kurdistanê heye. Li bajarên Bakur piraniya pêketiyên vîrûsa koronayê bêyî ku bên tedawîkirin ji ber derê nexweşxaneyan tên vegerandin. Ji ber vê yekê jî nexweşî belavî her derî bûye.

Li bakurê Kurdistanê tu tax û gundekî ku virûsa koronayê derbas nebûbe nemaye. Her roj li tax û gundan agahiyên mirina welatiyan tên.

Li gel vê rewşa kambax jî xemsariya dewletê ya li hemberî kurdan didome û bergiriyên ku ji aliyê rêxistinên tenduristiyê û gel ve tên xwestin nayên girtin.

Li bajarên Tirkiyeyê jî rewş ji bajarên bakurê Kurdistanê pir cuda nîne.

Herî dawî hat ragihandin ku serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim û hevjîna xwe Semîha Yildirim jî bi vîrûsa koronayê ketine. AMED