Rojnameya Heftane

Vîrusa koronayê û psîkolojiya karantînayê

Divê hûn bi awayekî cihêreng li tedbîrên şexsî mêze bikin. Berî her tiştî, em zanin ku karantîna       –cezayê nîhaî yê ragirtina li hundir– ji bo kesên jirêzê jî dikare rê li xirabûnên hişî veke. Li gorî hin xebatên demdirêj, piştî karantînayê hin nexweşiyên weke anksiyete, travmayên piştî bêxewî û stresê, zêde dibin. Helbet ev nexweşî di navbera ciwanan, ixtiyaran, mêran û jinan de di astên cuda de xwe nîşan didin.

Dibe ku her kes bibe mexdûrê vê rewşê. Ji ber vê yekê, ji bo tedbîrên wisa pêşniyar ev e: divê ji sedî sed gava pêwîst be, werin bicihanîn. Mesafeya bedenî girîng e. Li ser belavbûna vîrusa koronaya nû û derketina wê ya pêşî ya li Çînê gelek xebatên zanistî hatin kirin. Li wê derê tedbîrên pêwîst ên di warê gerûgeştê de nehatine wergirtin, tevî ku tê zanîn ku parastina mesafeya bedenî sebebeke girîng a belavbûna vîrusê ye. Ev tedbîr bi giştî weke ‘Dûrahiya civakî’ jî were pênasekirin, di rastiyê de ev ne peyvên herî rast in. Divê jê re mesafeya bedenî were gotin.

Divê her kes bi xwe li ser çibûna û çawabûna rewşa xwe biryara xwe bide. Tiştê herî girîng ê ku divê her kes der barê vîrusa koranayê de zanibe, pergala xwe ya imunîteyê-xweparastinê- ye. Em nizanin çi pergala immunitiyê zexim dike û ev yek derketina derve jî dide ber xwe. Hatiye îspatkirin ku li deverên zêde ne qelebalix, mesela li daristan, beyar û zeviyan meşeke bi qasî saetekê pergala xweparastinê zexim dike.

Xweragirtina li hundir zirarê dide pergala xweparastina bedenê. Ev yek nexasim ji bo malbatên bi zarok pir girîng e. Telefon, wisa xuya ye, medya herî civakî ya di destê we de ye. Twitter û Facebook ewçend ne baş in. Bi taybetî mijûlbûna bi kesên nenas re dibe ku ji we re nebaş be. Tenêtî nexweşiyeke vegir e. Ango ji mirovan digihîje hevûdin. Ev yek cara pêşî di 2009an de ji aliyê komeke xebatê ya ku gelek dane analîz kirin hat vedîtin. Û her wiha derdek holê ku çixare kişandin û qelewî jî ji mirovan digihîjin hev, ango nexweşiyê vegir in. Delîleke li ser mijarê mesela – eger hevalê min tenê be, dibe ku di nav çend salan de ez jî bi tenê bimînim.

Bi awayekî giştî, ev keşif di warê psîkolojiyê de demeke dirêj e tê zanîn. Hestên mirov di eslê xwe de vegir in, ji mirovan digihîjin hev. Ji ber vê yekê em xwe ji aliyê hestiyariyê ve jî enfekte dikin. Kesên ne xwedî pergaleke têrzexim a xweparastina bedenî ji kesên din zûtir dikarin bi vîrusa sar an jî vîrusa koronayê bikevin. Eynî weke kesên pêdiviya wan zêdetir heye xwe ji vîrusê biparêzin, kesên meyla wan ji bo depresyon û xemgîniyê heye jî divê êdî xwe zêdetir biparêzin. Mirov ji aliyê asta tirsa giştî ve ji hev cudatir in.

Hin kes hene, dema nexweşiyekê dibihîzin xwe dikin rizde û bend, hin xwe dikin weke mişkê hamster jî hene; lê hin kes jî hene ku dibêjin, nexweşî ne xema wan e. Dertên derve hevalên xwe dibînin an jî hewl didin ji vê rewşê sûdê wergirin. Lê belê piraniya mirovan, herî hindik ji sedî 70’yê wan di mijara danûstandinên civakî de bi awayekî xwezayî maqûltir tevdigerin. Di rojên dawî de bihîstina tiştên erênî, hinek be jî aveke hênik li dilê raya giştî dike.

Li vê qonaxa hevgirtina civakî gelek girîng e, mirov zêdetir pêdivî dibînin ku bi hev re biaxivin. Ji du metre dûr, lê belê ji berê zêdetir: Ez di heman demê de wisa difikirim ku ev qonax  bû pêvajoyeke ku tê de hestên empatiyê bi pêş ketin, mirov ji berê zêdetir bi nirxa xwe û kesên derdora xwe hesiyan. Di rastiyê de, tiştekî xweş e ku mirov ji nû ve hay ji hev hebin û li hemberî hev bi baldarî tevdigerin. Bi dîtina min, ev ne klîşeyek e. Mirov ji dil û cidî ne.