Rojnameya Heftane

Vîrusdewlet û korona

Çawa di dema êrîşên vîrusdewletê de me kurdan got; 'kesê mino destê mino' divê îro bêyî tu hêviyan ji kesî bikin, li hemberî vîruskoronayê li ber xwe bidin û bi ser bikevin. Berxwedana li hemberî vîruskoronayê li gorî ya vîrusdewletê pir hêsan e Hisên Çatikkaş

Di vê nivîsê de em ê li ser du cureyên vîrusê bisekinin. A ewilî, îro li seranserê cîhanê belav bûye ku bi navê xwe yê tê nasîn coronavirus e, lê em ê jê re bêjin vîruskorona. Ya duyemîn jî li seranserê Kurdistanê belav bûye ku bi navê xwe yê tê nasîn dewlet e, lê em ê jê re bêjin vîrusdewlet. Her du cureyên vîrusê ji kuştina mirovan hez dikin ango her du jî ji bo mirovan bikujin li van deran belav bûne. Piştî belavbûna van her du vîrusan xwe-parastin kete rojeva mirovan û mirov ji bo xwe ji van her du vîrusan biparêzin berxwedaneke mezin dan û didin jî.

Vîruskorona li bajarekî Çînê derket û îro seranserê cîhanê belav bûye. Vîruskoronayê pergala kapîtalîst serobino kir û jiyana vê pergalê daye rawestandin. Pergala kapîtalîst a vê sedsalê ku xwîna mirovahiyê dimêht niha vîruskoronayê jiyan lê teng kiriye. Nîşaneyên pergala kapîtalîst bi hatina vîruskoronayê re rawestiyan. Buhayê petrolê ket, turîzm rawestiya, balafir weke berê nafirin, maxazayên mezin ên danûstandinê derabên xwe anîn xwarê, borseyên dewletan serobino bûn, febrîqeyan karên xwe rawestandin, çûnûhatina mirovan sekinî û elimandinên mirovan guherîn. Werhasil aborî û jiyana pergala kapîtalîst tengijiye. Tevî van hemû tiştan jî zanyariyên vê pergalê têra pêşîlêgirtina vîruskoronayê nakin. Ji ber vê yekê jî dewletên vê pergalê seranserê welatên xwe derketina derve qedexe dikin. Ev pergala ku bi çekên xwe yên nûkleerî û zanyariyên xwe pesin dida îro xwe li ber vîruskoronayekê nagire. Di sedsala 21’an de behsa destşûştina mirovan dike, berê mirovan didin malan û dibêje ji malên xwe dernekevin. Êdî cîhan ji ber vîruskoronayê bûye girtîgeheke mezin. Vîruskoronayê tirseke mezin kiriye nav dilê pergala kapîtalîst û bi vê ve girêdayî kiriye nav mirovahiyê jî. Vîruskorana belayek e ku ti ferqê nake nav mirovan û kî bike ber xwe nav guhan dide. Mirovên feqîr, dewlemend, navdar, qral, papaz û mela kî bikeve ber bi wan vedide. Tişta xuya dike, ev ê heta demekê bi vî awayî bidome. A ku pêşengên pergala kapîtalîst ditirsîne jî ev tişt e. Ew ji xwe ditirsin naxwe derdê wan ne mirovahî ye. Ma ne ew in ku şerên li cîhanê gur dikin û çek û cepilxanên xwe bi van şeran difiroşin. Her roj bi sedan mirovan di van şeran de didin kuştin. Bi kurt û kurmancî vîrsskoronayê bela xwe bi vê pergalê daye û nediyar e, ka dê kengî bela xwe jê veke.

Piştî şoreşa Franseyê netew-dewlet derketin û li seranserê cîhanê belav bûn. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn netewe-dewleta tirk hat avakirin. Bakurê Kurdistanê jî bû mêtingeha netewe-dewleta tirk. Ji vê rojê şûnde netewe-dewleta tirk li xwîna kurdan dimije. Lê ji ber ku mijara me ne ev e, em ê ewqasî dûr neçin, tenê behsa çar sal berê bikin. Vîruskorona ya me li jor behs kir, bîra min kola û ez birim çar sal beriya niha. Çar sal berê ev nediyarbûn di serê me re derbas bûbû. Ev rewşa awarte ku vîruskoronayê li seranserê cîhanê belav kir, beriya çar salan li welatê min li çend bajaran hebû. Çar sal berê gelek bajarên Kurdistanê bûbûn girtîgehên mezin ku derketina kolanan li wan deran qedexe bû. Ev tiştên ku îro li seranserê cîhanê pêk tên, çar sal berê li çend bajaran pêk dihat. Ev nediyarbûna îro li tevahiya cîhanê belav bûyî, çar sal berê li Cizîr, Şirnex, Hezex, Silopiya, Sûr, Farqîn, Kerboran, Nisêbîn, Licê û Dêrikê hebû. Ev vîrusa ku jiyan li cîhanê tevizandiye, çar sal berê vîrusdewletê li çend bajarên Kurdistanê jiyan tevizandibû. Vîrusdewletê, her tişt li van bajaran sekinandibû; derabên dikanan anîbû xwarê, çûnûhatina mirovan a li van bajaran rawestandibû, av li ser van bajaran birîbû, elektrîk û înternet li van bajaran qut kiribû û derketina kolanan qedexe kiribû. Tevî van hemû tiştan jî kî û çi diket ber dikuşt bi tank, top, balafir û çekên gemarî yên vê pergala kapîtalîst. Wê demê kesî haj me nebû û kes li ser me nedigirî. Lê tevî hemû êrîşên vîrusdewletê jî li van bajaran berxwedana ciwanan û civaka kurd hebû. Werhasil îro ji vîruskoronayê xweparastin esas e, çar sal berê jî ji vîrusdewletê parastina civakê esas bû.

Heke em li ser ferqa di navbera vîruskoronayê û vîrusdewletê de bisekinin kula dilê me dê baştir bê fêhmkirin. Vîruskorona weke vîrusdewletê ne çavsor e û di derbekê de kesî nakuje. Ferqê dixe nav mirovan û piranî mirovên temenmezin dikuje, lê vîrusdewlet kî bikeve ber efû nake; pitik, zarok, ciwan, jin, pîr û kal yekûderb dikuje. Vîrusdewlet bi zanebûn dikuje. Ango vîrusdewlet xwedî hiş e, lê vîruskorona bêhiş e. Vîruskorona weke gurê bikeve nav keriyê mîhan çi bikeve ber gez dike lê hemûyan nakuje, lê vîrusdewlet çi/kî bikeve ber bi tank, top û çekên xwe yên gemarî dikuje. Di eslê xwe de her du jî vîrus in, her du jî kujer in. Her du dijminên mirovan e. Her du jî ji bo bikujin, hene. Yek hemû kesî yekûderb dikuje, ya din jî hinek kesan hêdî hêdî dikuje. Ji ber vê yekê ferqên di navbera wan de tenê ji aliyê rêbazan ve hene.

Vîrusdewletê çar sal berê rûyê xwe yê gemarî nîşanî me da. Me gelek tecrûbe jê girtin. Divê îro van tecrûbeyan li hemberî her du cureyên vîrusê bi kar bînin. Xwe ji van her du vîrusan biparêzin heta ev bahoz di ser me re derbas dibe. Belê çar sal berê vîrusdewletê em ji malên me derdixistin, em birçî dihiştin, depoyên ava me diteqandin, bi tank û topên xwe guhên me ker dikirin û derketina me ya derve sedema kuştina me bû. Êrîşên vîrusdewletê deh qatî li yê vîruskoronayê bûn. Tevî hemû êrîşên vîrusdewletê me li ber xwe da û em bi ser ketin. Ji ber vê yekê jî em dikarin xwe ji vîruskoronayê jî biparêzin. Çawa di dema êrîşên vîrusdewletê de me kurdan got; ‘kesê mino destê mino’ divê îro bêyî tu hêviyan ji kesî bikin, li hemberî vîruskoronayê li ber xwe bidin û bi ser bikevin. Berxwedana li hemberî vîruskoronayê li gorî ya vîrusdewletê pir hêsan e. Di dema êrîşên vîrusdewletê de bêelektrîk, bêînternet, bêtelevîzyon û bi xwarin û vexwarinên hindik çawa 2-3 mehan me karî bimînin li malên xwe û qet dernekevin. Niha jî gerek em karibin ji malên xwe dernekevin, li malên xwe rûnin û xwe ji vîrusan biparêzin. Bila mezin weke wan rojên berê rûnin cem zarokên xwe û ji wan re çîrok, çîvanok, metelok, mamik û destanên dîroka xwe bêjin. Wê demê dê roj zûtir derbas bibin.