spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Vîrûsê pergala kapîtalîst hejand

Roj bi roj bîlançoya vîrûsa coronayê diguhere. Li tevahiya cîhanê niha krîzek mezin heye. Aliyek ji bo dîtina aşiyê hewldan hene û aliyek jî li dijî belavbûnê tedbîr tên girtin. Ligel tedbîr û hişyariyên ku tên kirin jî vîrûs belav dibe. Ozgur Bîngol li fabrîqekê bijîşk e dixebite û ji rojnameya me re behsa belavbûna vîrûsê û taybetiya vîrûsê kir û bal kişand ser rê û rêbazên xwe parastinê. Ozgur Bîngol di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser vîrûsa koronayê û da zanîn ku vîrûseke zoonotîk e ango ji ajalan derbasî mirovan dibe û corona navê malbateke vîrûsan e û wiha got: “Ev vîrûs bi rêya hilmê derbasî laşê mirovan dibe. Ji dev, poz û çavan re dikeve laş. Di gewrî û pişika mirovan de bi cî dibe.” Gelek caran behsa gelo ev vîrûsa nû (2019- n COV) çawa derket holê cudatiyên wê ji yên din çi ne hatin kirin û bijîşk Bîngol wiha behsa çîroka derketina vîrûsê kir: “Ev vîrûs li bajarê Wûhanê yê Çînê cara yekem hatiye dîtin. Zanyar li ser vê dibêjin ewil ji baçermokê an jî ji ajalên kûvî derbasî kesekî/ê bûye. Cudahiya vê ji cûreyên koronayê yên berê, pir zû belav dibe û hê ne dermanê wê ne jî aşiyeke wê peyda bûye.”

‘Dilopên li hewa asê mane…’

Bîngol bal kişand ser vîrûsa koronayê çawa derbasî mirovan dibe û nîşaneyên nexweşiya wê çi ne wiha dirêjî da axaftina xwe: “2019- nCOV bi rêya dilopên li hewa asê mane derbasî mirovan dibe. Ev jî piranî bi kuxik û destê mirovên nexweş li derdorê belav dibe. Kesên din bi destên xwe yan jî rûbirû vê vîrûsê digirin laşê xwe.” Wezareta Tenduristiyê bang li temen mezin kir ku xwe biparêzin û dernekevin derve, vîrûsa ku bi taybetî li ser mirovên temendirêj bandora xwe nîşan dide, Bîngol wiha got: “Sedema bandora li ser mirovên temendirêj qelsiya pergala îmmûnîteyê (xweparastina cestê) û nexweşiyên kronîk ên berê ne û li ser temen mezinan bi bandor e.”

Tedbîr û paqijî

Demek dirêje li ser xwe parastin û tedbîran nîqaş tên kirin û pirsa herî zêde tên kirin jî gelo em ê xwe çawa biparêzin? Bîngol rê û rêbazên parastinê wiha anî ziman: “Bergiriya ewil, ji nexweşan dûrketin e lê wekî me got her tim ne pêkan e ku were zanîn; kî nexweş e. Ji ber vê yekê divê em ji nav civatê û ji komên mirovan dûr bisekinin, paqijiya şexsî; bi taybetî jî dest şûştin girîng e. Heta ji destê me bê divê em destên xwe li derdoran û kesên din nexin.” Bîngol bandora modernîteya kapîtalîst li ser derketina vê vîrûsê jî wiha şîrove kir: “Lê rastiyeke vê vîrusê; bi tena serê xwe hêz û pergala modernîteya kapîtalîst hejand. Û nirxên kapîtalîzmê dîsa anîn ber çavan, ew jî ev bû; heta pergala aboriya dewletan nehejiya, tu dewlet li ser vê nexweşiyê nesekinî û êşa mirovên derveyî welatê xwe ji we ra nekirin xem. Yanî xema kapitalizmê tenê aborî ye û destkeftiyên wî yên desthilatdariyê ye.” Li Tirkiyeyê jî her diçe hejmara nexweşan û miriyan zêde dibin û tedbîrên ku heta niha hatine girtin jî terê nakin. Bijîşk Ozgur Bîngol, mijara pêşîlêgirtina nexweşiyê wiha nirxand: “Heke zanyarên navnetewî dermanekî an jî aşiyekê nebînin, wê vîrûs zêdetir belav bibe û wê pir mirov jiyana xwe ji dest bidin. Tedbîrên ku dewlet digire jî pir kêm in û polîtîk in ne zanistî ne.” Barê herî giran li ser milê sazî dezgehên sivîl û bi taybetî jî li ser milê xwebatkarên tenduristiyê ne û divê xwedî li têkoşerê vê bûyerê (tenduristvanan) derkevin.

Nîşaneyên nexweşiyê

Bijîşk Bîngol der barê nîşaneyên nexweşiyê, îhtîmala ku vîrûs girtine û dema vîrûs dikeve bedenê çawa tev bigerin de û wiha got: “Nîşaneyên vê nexweşiyê yên sereke, agirê bilind, hilmvedanek bi zehmet û kuxik in. Dema ku vîrûs dikeve laşê mirovan hema di kêliyê de nexweşiyê çênake, demeke înkubasyonê (dema bêdengiyê) heye û paşê nîşaneyên nexweşiyê derdikevin holê. Ji ber vê yekê dibe ku kesên nîşane pê re tune bin jî nexweş bin.”

Tedawî hêj nehatiye dîtin

Piştî ku vîrûsa koronayê derket holê zanyar û bijîşk li ser tedawiya vê nexweşiyê sekinin. Ozgur Bîngol jî diyar kir ku tedawiya vê nexweşiyê ya teqez hêj nehatiye dîtin û aşî jî hêj nehatiye peyda kirin û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Li gorî rewşa asta nexweşiyê (rewşa nexweş û vîrûsê çiqas bandor li ser pişikê kiriye) tedawî tê diyarkirin. Ev jî piranî ne li ser tedawiya nexweşiyê ye li ser êş û gazinên nexweş e. Armanceke tedawiyê jî daxistina mêjera vîrûsê ye.”

Bîlanço giran dibe

Vîrusa koronayê ku heta niha li nêzî 200 dewletan belav bûye, li tevahiya cîhanê ji 500 hezarî zêdetir kes pê ketine û herî kêm 24 hezar kes jî pê mirine. Li Îtalyayê tenê heta niha ji 8 hezarî zêdetir kes ji ber vîrusê mirine. Li gorî daneyên fermî, li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ji 11’ê adarê vir ve 75 kes bi vîrusê mirine û encamên testên 3 hezar 629 kesan jî pozîtîf derketine. Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Başûrê Kurdistanê daxuyand ku li gorî encamên testên heta niha hatine kirin 113 kes bi vîrusê ketine û 2 kes jî pê mirine. Qedexeya derketina derve ya li başûrê Kurdistanê jî berdewam e. Li rojhilatê Kurdistanê û tevahiya Îranê jî 2 hezar û 378 kes bi vîrusê mirine û ji 32 hezarî zêdetir kes jî pê ketine. Li rojavayê Kurdistinê li deverên di bin serweriya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de heta niha keseke/î bi vîrusa koronayê ketiye nehatiye tomarkirin. Li rojavayê Kurdistanê jî ji 23’ê adarê vir ve qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê