19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Vîrusê pêşî li hestên Newrozê negirt

Cejna Newrozê, li bakurê Kurdistanê ji ber wateya xwe ya berxwedêr tim bi rê û rêbazên cuda hatiye pîrozkirin. Ji ber wateya wê ya serhildana mezlûman a li dijî zaliman dewletê bi salan destûr neda ku kurd Newrozê bi coş pîroz bikin. Ji ber vê yekê salên dûr û dirêj, kurdan li gund û taxên xwe Newroz pîroz kirine. Li bajaran jî li deverên bilind agirê Newrozê ji aliyê şoreşgerên kurd ve her hatiye pêxistin. Kurd qet ji tîna agirê Newrozê bê par nemane. Ev yek heta salên 1990’î jî berdewam kiriye.

Di salên 1990’î de bi berdelên gelek giran kurdan pîrozbahiyên Newrozê girseyî pîroz kirine. Li şûna gund û taxan û deverên bilind ên bajaran bi awayekî navendî li her navçe û bajarên Bakur Newroz hatin pîrozkirin. Lê heta ku pîrozbahiyên Newrozê gihîştin vê astê keç, xort û dayikên kurdan bi milyonan ço û guleyên hêzê ewlehiyê yên dewletê xwarin. Ji bilî yên hatine qetilkirin, şopên van ço û guleyan li ser laşê bi hezaran kurdan hene.

Ketin asteke din

Piştî van berdelên giran, di salên 2000’î de pîrozbahiyên Newrozê derketin asteke din. Bi beşdariya bi milyonan kesan Newroz hatin pîrozkirin. Ji bo Newrozê li seranserê cîhanê bi hezaran kesan berê xwe dan bakurê Kurdistanê û şahidî ji şahiya Newrozê re kirin. Di heman demê de peyamên kurdan ên aştî û azadiyê jî li qadên Newrozê guhdar kirin. Di van salan de jî her çiqas hikûmetan hewl dabe ku pêşî li vê coşa kurdan bigirin jî bi ser neketine.

Start û şîara îsal

Îsal jî ji bo berdewamkirina vê çoşê bi rojan amadekarî hatin kirin. Di 11’ê adarê de bi beşdariya hevserok, hevberdevk, serokên giştî û nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Azadî, Komeleya Şoreşgerên Demokratîk a Kurd (DDKD), Partiya Însan û Azadî (PÎA), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Platforma Demokratên Kurdistanê (PDK-Bakûr) starta Newrozê bi civîneke çapemeniyê hat dayîn. Şîara Newrozê jî weke “Ji bo Azadî, Yekitî û Demokrasiyê Werin Newrozê” hatibû diyarkirin. Beşdarên civînê banga tevlibûna Newrozê li gelê kurd kir û daxwaz kir ku her kes biherike qadên Newrozê û daxwaza yekitiya neteweyî ya gelê kurd, azadî û demokrasiyê bike.

Banga pîrozkirinên alternatîf

Lê li gel van hemû amadekarî, bang û daxwazan jî pîrozbahiyên Newrozê yên girseyî, ji ber vîrusa koronayê ku ji meha kanûna 2019’an ve li Çînê peyda bû û li seranserê cîhanê belav dibe, betal bûn. Lê li gel vê betalbûnê ji li gelek gund û taxan Newroz hat pîrozkirin. Dîsa HDP’ê jî di nav hefteyê de bi daxuyaniyekê bal kişand ser betalbûna pîrozbahiyên girseyî yên Newrozê û ji welatiyan xwest ku di 20’ê adarê de saet di 20.20’an de derkevin pace û şaneşînên malên xwe û bi ronahiyên telefon, lembeyên destan, meşale, tilîlî û stranan Newroza îsal pîroz bikin.

Kuçe û kolan xemilîn!

Di saeta ku hatibû diyarkirin de hem li navçe û bajarên bakurê Kurdistanê hem jî li gelek navçe û bajarên mezin ên Tirkiyeyê, bi hezaran kes derketin pace û şaneşînên malên xwe û Newroz pîroz kirin. Di van pîrozbahiyan de dengê tilîliyên jinên kurd li kuçe û kolanan olan da. Dîsa find, meşale û ronahiyên telefonan û lembeyên destan kuçe û kolan ronî kirin. Kuçe û kolanên ku bi find, meşale û ronahiyên telefonan û lembeyên destan ronî bûn, bi stran û dırûşmeyên yekitî û azadiyê jî xemilîn.

Pîrozbahiyên parçeyên din

Li aliyê din ji ber ku vîrusa koronayê li her du parçeyên din ên Kurdistanê jî heye (li Rojava hîn nehatiye teşhîskirin), Newroz li van jî mîna bakurê Kurdistanê bê girseyî hat pîrozkirin. Li başurê Kurdistanê li ser çiyayan agirê Newrozê hat pêxistin. Li Rojhilat jî bi merasîmên rengîn ên kêm beşdar Newroz hat pîrozkirin. Li rojavayê Kurdistanê jî ji ber ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve qedexeya derketina derve hat ragihandin, Newroz bi girseyî nehat pîrozkirin. Mîna bakurê Kurdistanê li vir jî her kesî li gorî derfetên xwe li malên xwe Newroz pîroz kir.

Dengê azadî û têkoşînê

Di serî de KCD, TJA, HDP û HDK gelek partî û rêxistinên kurdan bi daxuyaniyên cuda Cejna Newrozê pîroz kir. Partî û rêxistinan şehîdên Newrozê bi bîr anîn û ragihandin ku ew di wê baweriyê de ne ku Newroz li dijî şer, zilm, newekhevî, zext û girtinê ji her demê bêhtir dê bibe dengê azadî û têkoşînê. Her wiha ragihandin ku biryardariya gelan a li dijî polîtîkaya înkar û tunekirinê, israra ji bo jiyaneke nû û azad wê bidome.

Bila Newroz bibe bingeha tifaqa neteweyî

Konseya Rêveber ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Cejna Newrozê peyamake nivîskî pîroz kir. KNK’ê di destpêka daxuyaniya xwe de qala wateya Newrozê kir û wiha got: “Newroz li ser bingeha têkoşîna li dijî bindestiyê pêk hatiye. Li dijî zilm, koletî, dagirkerî, kolonyalîzm û her reng bindestiyê bûye stêrka rizgarî û azadiyê.”

KNK’ê bal kişand ser qedexeyên Newrozê yên di nav demê de û diyar kir ku serdestan tim cejnên ku bi naverok û sembolên xwe ve bûne hawara gel û çînên bindest qedexe kirine, qeyd û bend li ser danîne û yên ku ev cejn pîroz kirine jî dijmin û xayîn îlan kirine.Di berdewama daxuyaniya xwe de KNK’ê destnîşan kir ku gelê kurd û hevçeperên wan Newroz bi keda xwe ya helal kirine şahiyeke mezin û bi têkoşîna xwe ya heq a li gund, bajar û zindanan kirine çeperê têkoşîna rizgarî û azadiyê.

KNK’ê destnîşan kir ku yek jixala girîng a naveroka Newrozê neteweyîbûn e û bi van daxwazan daxuyaniya xwe bi dawî kir: “Di vê qonaxa girîng a pêvajoya têkoşîna rizgarî û azadiya Kurdistanê de agirê Newrozê divê bibe ronahiyeke geş a tifaq û yekitiya gel û neteweya Kurdistanê. Bi vê bîr û baweriyê Newroza hemû kurd û kurdistaniyan bi dilgermiya neteweyî û niştimanî pîroz dikin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê