Saturday, Mijdar 27, 2021

Walîtiyê strana ‘Tu kî yî’ qedexe kir

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), dê sibê bi dirûşma “Ji nîjadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, niha dem dema azadiya jinê ye” li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtînga herêmê li dar bixin. Beriya mîtîngê Komîteya Amadekar a mîtîngê serî li Walîtiya Amedê dabû û bernameya ku di mîtîngê de bê amadekirin bi walîtiyê re parve kiribû. Lê walîtiya Amedê bername li gorî xwe bi sînor kir û hin stranên ku di mitîngê de bê strîn qedexe kir. Walîtiyê Strana Devrîm Demîr a “Tu kî yî” ku sibê di mîtîngê de bihata gotin bi hinceta “Dewletê biçûk dixe” qedexe kir.

Qedexe nikarin me asteng bikin

Hunermend Devrîm Demîr bertek nîşanî qedexeyê da û wiha got: “Me li gorî wan û daxwaza wan stran çênekiriye. Her çend ew qedexe bikin jî, qedexeyên wan li pêş me nikarin bibin asteng û dê nikaribin stranên me bi sînor bikin. Em ê li gorî wan stranan nestrên û xwe bi sînor nekin. Her tim jin ji aliyê mêr bav, bira û xizmên xwe ve tê kuştin. Jin ji aliyê mêr ve bi tundiyê re rû bir û dimîne. Lê dewlet û dozger li dijî vê yekê bêdeng e û bi bêdengiya xwe mêr diparêze. Bi vê bêdengiyê dewlet û dozger jî dibe şirikê vî sûcî. Ew bi van qedexe û astengiyan nikarin stranên me asteng bikin. Em ê stranên xwe bi denge herî bilind û bi awazeyên herî azad bistrînin. Ez ê sibê li mîtînga jinan ku li Amedê bê li darxistin bim. Werin em bi hevre li dijî zayendperestî , nijadperestî vê hişmendiya qedexekar bi yek dengî azadiya xwe biqîrin.”

TJA û DBP dê sibê saet 13.00’yan de li Qada Îstasyonê li dijî tundî û kuştinê dengê xwe bilind bikin.