spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Washington: Ev daxuyanî tundiyê gur dikin  

Washingtonê daxuyaniya serokomarê tirk Erdogan şermezar kir û bang li wî kir ku ‘xwe dûrî daxuyaniyên wiha bide ku tundiyê li Rojhilata Navîn teşwîq dike’.

Berdevkê Karên Dervê yê DYA’yê Ned Price derbarê daxuyaniyên Erdogan de wiha got: “ DYA’yê bi tundî daxuyaniyên serokomarê tirk ên tundiyê teşwîq û gur dikin, şermezar dike”.

Wekî tê zanîn roja duşemê Erdogan di axaftineke xwe de gotibû ‘Israîlê dewleta terorê ye ya ku zarok û jinan dikuje’ her wiha ji ber ku serokê DYA’yê çekan dide Israîlê ji Joe Biden re gotibû ‘ Destê xwe yê bixwîn ji vî şerî vekişîne’.

Hêjayî gotinê ye ku têkiliyên aborî û baziganî yên di navbera Israîl û Tirkiyeyê tu caran nehatine rawestandin û hê jî berdewam dikin û di dema dawî de Tirkiyeyê dixwest ku têkiliyên xwe bi Israîlê re baştir bike.

Ev daxuyaniyên dawî ku ji ber şerê Israîl û Filistînê de tên dayîn, ku ev şer derbasî hefteya duyemîn bûye û di encama vî şerî de heta niha 237 filistînî hatine kuştin li aliyê din jî di encama avêtina bi hezarên fûzeyan de 12 israîlî hatine kuştin.