Pêncşem, December 9, 2021

Wêjeya bêxwedî ya kurdên Sovyetê!

Yaşar Eroglu

Di sala 2016’an de min der barê serboriya transkrîpsiyona berhemên kurdên Sovyetê de gotarek şandibû kovara Wêje û Rexneyê. Rêvebiriya kovarê biryara weşandinê ji min re ragihand lê di pişperdeya wê de çi qewimî, hesabên çawa hebûn nizanim, nehate weşandin. Pê re jî deng û sewta wê derneket, îro jî kovar nayê weşandin.

Kanaleke kurdî ya li ser youtubeyê bi zindî weşanê dike, bi pêşkêşiya Têmûrê Xelîl mijara li jor jî tê de bi rêvebirê weşanên Lîsê Lal Laleş re hevpeyvînek kiriye. Vê hevpeyvînê anî bîra min û li min ferz kir ku careke din dest bavêjim heman mijarê.
Kurdên Sovyetê bi sedan berhemên hêja bi alfabeya krîlî berhilandine. Di bin van berheman de îmzeya navên gelek nivîskar, akademîsyen û wêjenasên bi nav û deng weke Qanatê Kurdo, Erebê Şemo, Casimê Celîl, Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Ferîkê Ûsiv, Celîlê Celîl, Ordîxanê Celîl û hwd hene.

Gelek weşanxaneyên bakurê Kurdistanê ji bo tevî literatûra kurdî ya giştî bikin ev berhem latînîze kirine û gihandine ber destên me. Lê hinek weşanxaneyên weke Lîs û Perî mudaxeleyî berheman kirine, awayê neresen li wan ferz kirine û ew guherandine.

Edîtorê weşanxaneya Lîsê Kawa Nemir di pêşgotina Hewariyê de wiha dibêje, “Çapbûna Hewariyê bi boneya 100 saliya jidayikbûna Heciyê Cindî dê me kurdan hebekî din nêzîkî hev bike, em bêtir dibînin bê di kelepûra me de çi heye çi tune. Û ji bo ku ev rastî bikaribe pêk bê, me di edîsyona vê berhemê de gelekî bala xwe kurdiya ku ji binî ve bi devoka Serhedê û Kurdên Qafqasan bû. Me, bêyî ku taybetiyên hevoksaziya wê xera bikin, kurdiya romanê, heya ku ji me hat, ber bi kurdiya hemû kurdan anî, ku wekî pêvajoyo xweyekgirtîkirinê her li peydabûnê ye.” Bibînin ku ev nêrîn seranser bi problem in.

Di pêşgotina Şer Li Çîya-Şêx Zayîr ya Eliyê Evdirehman de Hêjarê Şamîl û Ehmed Onal mudaxeleya xwe wiha tînin zimên, “Dema ku me ev berhem ji krîlî wergerand alfabeya latînî orîjînalîteya wê parast. Lê me ji aliyê termînolojiyê ve ew peyvên ku îro li Kurdistanê bi cih nebûne bi kar neanîn û me peyvên kurdî yên ku îro li bakurê Kurdistanê bi kar tên bi kar anîn û me hinek guhertin li ser kitêbê kirin. Me peyvên ku ji zimanê rûsî, ermenî û azerî hatine girtin li gor kurdiya îroyîn guherandin.” Bi çi û kîjan mafî?

‘Kurdiya hemû kurdan’, ‘kurdiya îroyîn’ balkêş e, hincet dişibine hev. Divê bê pirsîn ku ev mudaxeleya ku ew bixwe jî tesdîq dikin, nabe xirakirina ‘taybetiyên hevoksazî’ û ‘orîjînalîte’ya berheman? Gelo ku metna pirtûkê seranser bê biguhertin hingê ‘orîjînalîte’ xira dibe?

Qadeke beyar û bêxwedî dîtine li gorî perspektîfên teng lê mudaxele dikin. Ji ber ku bixwe gotine, ji bo îspata wê hewce namîne lê bi çend mînakan em nîşandin ku tehrîfat û mudaxele çawa pêk anîne. Weşanxaneya Periyê maf ji bo xwe dîtiye ku qertafa pirjimariyê ‘êd’ ku li Bakur weke ‘ên’ tê bikaranîn guherandiye. Gelek mînakên wiha hene, ‘agahiyêd stendî’ guherandine ser ‘agahiyên stendî’, ‘nobedarêd wan’ guherandine ‘nobedarên wan’.

Weşanxaneya Periyê di romana Şer Li Çîyan- Şêx Zayîr de li gorî rastiya xwe qulibandine peyvên weke, ‘Xevetçî: kedkar, xebatkar; beledçî: rênas; zevtçî: dagirker; temaşeçî: temaşevan; hûrmetlî: rêzdar, birûmet; qîmetlî: bi qîmet.’ Hinekên din jî wiha ne; ecnebî- bîyanî, xusûsiyet- taybetmendî, rûşet- bertil ( r. 37), cab- bersîv (r. 43), nebelî- nedîyar, qe-hîç (r. 44), mekteb- dibistan (r. 45), zehmet- dijwar, hurmet- rêz (r. 48), xeberdan- axaftin (r. 51), gule- berîk (r. 52), cinet- bihuşt, lazim- divê (r. 57). Ev peyvan tehma ‘orîjînalîte’ya wêjeya kurdên Sovyetê ye ku ew nebin berhem ji aîdiyeta nivîskarê xwe tê şûştin.

Her wisa di romana Heciyê Cindî Hewariyê ya weşanxaneya Lîsê de jî em vê yekê dibînin. Peyvên weke; silav û kilav (r. 46), êxist (r. 63), lêzim (r. 60), zarok (r. 49), hevsir (r. 46), tehmijîn (r. 72), vebişirîn (r. 73), mirov (r. 196), civiyan (r. 197), parêzkar (r. 197), şîkayetdêr (r. 265), zagon (r. 267), bertîl (r. 267), defvan (r. 268), heyv (r. 298), amade (r. 323) bi yên resen re guherandine. Gelo ‘selam kelam’ bi reseniya xwe bima, nebûya ‘silav û kilav’ wê ji romanê çi kêm bûya? Berevajî mebesta diyarkirî zimanê ku hatiye guherandin roman giran kiriye. Reseniya peyvê ‘xwera xwera’ ye, ev qalib wek ‘ji xwe re ji xwe re’ hatiye guhertin. Meraqa mirov bilind dibe; gelo ji bo ku roman ‘ber bi kurdiya hemû kurdan’ bê, weşanxaneya Lîs kîjan standart weke pîvan girtine? Gelo bi rastî ‘kurdiyeke me hemû kurdan’ a weşanxane behs dike heye? Ev destnîşankirin rast e yan mubalexe ye? Ka em binêrin weşanxaneyê bixwe ev yek çawa pêk aniye?

Di zimanê nivîskî de ‘qe’ tune ye, wek ‘qet’ tê nivîsandin. Lê weşanxaneyê hem yekgirtin parastiye hem jî ‘qe’ weke ‘qet’ neguheraniye. ‘Zabitê kinik î hupiz î serçav terikî em birin otaxeke biçûk î qilêr…’ Awayê ‘kinik î hupiz î serçav terikî’, ‘biçûk î qilêr’ êdî di zimanê nivîskî yê ‘kurdiya hemû kurdan’ de gelek kêm tê bikaranîn. Divê di ‘kurdiya hemû kurdan’ de wiha bihata bikaranîn: ‘kinik ê hupiz ê serçav terikî’, ‘biçûk a qilêr’.

Peyvên weke, ‘xêncî’ çima nekirine ‘ji xeynî’ yan jî ‘xeyn ji’, ji ‘demekî’ re (bi eslê xwe tirkî ye) bergindek nedîtine gelo? Gelek peyvên wiha di romanê de dest lê nedane. Di vir de baş dixuyê ku qaydeyên weşangeriyê na, rastiya di serê weşangeran de û ‘azadî!’ û teserûfa wan derketiye pêş.

Lal Laleş di hevpeyvînê de ku bi Têmûrê Xelîl re kiriye wiha dibêje, “Meseleya Şivanê Kurmanca ya ji me re jî tiştekî balkêş û weke suprîzekê çêbû. Ji ber ku bi salan çi nivîskar çi jî xwendevanên jîr ên li welêt em bêjin pirtûka Erebê Şemo bi navê Şivanê Kurd dizanibûn …, ev zimanê ku em dixwînin yê Erebê Şemo ye. Wek ku hûn jî dizanin her nivîskar bi vegotina xwe, bi stratejiya vegotina xwe, bi hevoksaziya xwe, bi cumleyên xwe hostetiya xwe derdixe holê û bi mirov re dide şîrînkirin. … ya ku me xwendibû dîse bi lugata nivîskarekî hêja yê kurd Nureddîn Zaza bû. Bêguman ew jî zimanekî xweş e lê ne ya Ereb Şemo bû. Me jî digot qey ya Ereb Şemo ye. Mistefa (Aydogan) bi awayê berfireh û hûrgilî ev çîroka… wê pêvajoya û berhem çawa amade kiriye, di ku de hin sererastkirin, hinek tîpên ji ber rewşa çapxaneyê kêm hatibûn lêxistin, rastkirina wan bigiri heta yanî bi rast jî serê xwe pê re pir êşand.” Yanî bi vê hesasiyetê û kedê ji bo çap û weşanê amade kir. Ew keda çiqas bê pesinandin jî hêja ye.

Lê kak Lal Laleş çi kiriye? Berevajî van nirxandinên xwe, li dewsa ku ji xeynî serastkirinên teknîkî ku mecbûriyeta lêanînê heye, dest neda reseniya berhemê/an. Lê ji bo ku berê wê bide ‘ber bi kurdiya hemû kurdan’ berhem di bin moderatoriya wî de hatiye tefîlkirin.

Ez meraq dikim, heye ku weşanxaneya Lîsê mudaxeleyî berhemên Şener Ozmen ên devokî kiribe yan jî weşanxaneya Perî mudaxeleyeke wiha li berhehemên nivîskarên bakurî kiribe? Ez pê ne bawer im. Kurdên Kafkasyayê dengê xwe nikarin ji çemê Erezê virdetir ragihînin, gelekên wan jî mirine. Eger peyrewên mîrata wan destûreke wiha dabûne wan, mafê wan jî tune ye, ji ber ku berhem tenê ya nivîskarê wê ye; çi be ew e, resen e, kes nikare kêm û zêde bike. Hingê em ê bi tehm û çêja zimanekî xerîbê berhemên wan bixwînin weke Laleş gotiye. Çawa ku hinek mudaxeleyî reseniya peykerê Rafael an Mem û Zîna Ehmedê Xanî bikin. Bi salan e hê jî nîqaşa tenê peyvekê tê kirin ku ‘bi’ ye yan ‘bê’ ye ya di malikeke Mem û Zînê de.

Nivîskar fêkiyê wê çandê ye ku ew jî jê hatiye. Hema bêjin mebesta seranser nivîskarê kurdên wî aliyê çemê Erezê ango Kafkasyayê baş tê xuya ku kit bi kit dixwazin çanda heyî bi qeyda nivîsê, deng, belge hwd nemir bikin. Eger hûn mudaxeleyeke bi vî rengî bikin ew fekî êdî nabe ya wî baxçeyî, hebe tune be dibe fekiyekî ‘aşî’kirî. Yanî êdî Hewarî ne ya Heciyê Cindî ye, Şer Li Çiya jî ne ya Eliyê Evdirehman e, êdî xwediyê wan ên nû hene; Lîs û Perî, Kawa Nemir û Ehmed Onal.

A heyirî dihelê ev e; beyî ku vê şaşiyê rexne bikin ji kurdên Sovyetê Hêjarê Şamîl û Têmûrê Xelîl tevî vê kiryara şaş bûne.
Kurdên Sovyetê ango Kafkasyayê ji gencîneya kurdî re gelek berhemên weke zêr û zîv hiştine. Weşangerên kurdên Bakur divê bi feraseta ‘Kek’tiyê nêzî wan nebin, jixwe ne kekê wan in, divê reseniya wan biparêzin û wisa derbasî aliyê me bikin. Karê dikin ji bilî mijara van rexneyan karekî bêhempa û hêja ye. Lê divê tefîl û heram nekin.