Rojnameya Heftane

Wêjeya klasîk û nûjen

Li Ewropayê nivîsandina romanê di serdema Ehmedê Xanî de nû dest pê kiribû; romana "Don Quijote" ya romannivîsê îtalî Miguel de Cervantes, cara pêşî di 1605’an de hat weşandin

Alan Pîrê

Berî her tiştî divê em mijara xwe bi şêweyekî zelal destnîşan bikin, ji bo ku êdî mijara me sînordar be û gelek mijarên dûr û nêzîk di pêvajoya vê gotarê de ji vir û ji wir li xwe negire.

Ez dixwazim niha di vê gotarê de behsa wêjeya kurdî ya kurmancîaxêv bikim, tenê ya kurmancîaxêv, ji ber ku wêjeya kurdî ya unîversel gelekî berfirehtir e. Di vê gotarê de ez dê wêjeya kurdî ya kurmancîaxêv ya modern (nûjen) bidim ber wêjeya kurdî ya klasîk. Ev berawerdkirin dê ne gelekî berfireh be, tenê ez ê giranîyê bidim çend alîyên sereke û girîng.

Ev alîyên sereke û girîng dê mijar û şêweyê derbirînê bin. Ka gelo ev her du hêman di her du wêjeyan de bi çi rengî bûn û çawa bi pêş ve çûn.

Jixwe berî ku em derbasî naveroka mijara xwe bibim, divê em çend xalên têkildar zelal bikim. Yek jê ew e ku mebesta me ji “wêjeya kurdî ya klasîk” helbesta kurdî ya klasîk e. Ji ber ku wêjeya kurdî ya klasîk bi piranî helbest bû û celebên wêjeyê yên din hîn li nav nivîskarên kurd nehatibûn naskirin; celebên wêjeyê yên wekî roman, şano, kurteçîrok û pexşan û nivîsîna azad bi şêweyekî giştî.

Li Ewropayê nivîsandina romanê di serdema Ehmedê Xanî de (1650-1707) nû dest pê kiribû; romana “Don Quijote” ya romannivîsê îtalî Miguel de Cervantes, ya cara pêşî di 1605’an de hatîye weşandin.

Şano bi şêweyê xwe yê nû, ango yê cuda ji hunera şanoyî ya yewnanî ya kevin (trajedîyên Thespis, Aischylos û Sophokles) jî di serdema Melayê Cizîrî (1570-1640) de li Ewropayê dest pê kiribû. Jixwe destpêkê bi şanoyên William Shakespeare re bû. Jixwe pexşana azad (deqên felsefî, zanistî û wêjeyî) ji kevin de hebûn û li gelek çandên cîhanê dihatin naskirin, lê belê berî sedsala 19’emîn pexşan li nav nivîskarên kurd nedihate naskirin. Tenê çend hewldanên nivîsîna azad bi kurdîya kurmancî hebûn, lê gelekî hindik bûn; em dikarin bibêjin ku rewşine awarte bûn. Wekî mînak: “Tesrîfa Teremaxî” ya Mela Elîyê Teremaxî (sedsala 16-17’an), berhema ku îro wekî yekemîn gramera kurdîya kurmancî tê naskirin.

Naxwe em dikarin niha li hevûdin bikin ku wêjeya kurdî ya kurmancî bi şêweyekî giştî berî sedsala 19’emîn tenê helbest bû. Berî sedsala 19’emîn çi guhertinên kokdar û radîkal bûne piştî vê qonaxê?

Di sedsala 19’emîn de Mela Mehmûdê Bazîdî (1797-1859) dest bi pexşanê kirîye û rêziman jî nivîsîye. Berhemên wî bi piranî lêkolîn, zimannasî û berhevkirina zargotin û folklora kurdî ya xwecihî bûn. Wekî mînak çend sernavên berhemên wî: “Adat û Rusûmatnameê Ekradîye”, “Camîeya Risaleyan û Hîkayetan Bi Zimanê Kurmancî” û rêzimana Mela Mehmûdê Bazîdî “Tûhfetul-Xîlan Fî Zimanê Kurdan”.

Rast e ku helbestkarên kurd ên wekî Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Sewadî û hinên din (em li vir tenê behsa helbestkarên kurd ên kurmancîaxêv dikin) tenê helbest hûnandine, lê êdî ev helbest ne tenê helbest bûn. Mirov di metnên wan ên helbestî de pêrgî gelek mijarên curbicur tê. Wekî mînak: sofîzim, felsefe, naverokên hizirî û gelek mijarên teologîyê (olnasî).

Nûjenkirina mijaran kengî dest pê kir? Em dikarin bi hêsanî bibêjin ku piştî ku kurdan û nivîsîna kurdî pexşan û nivîsîna azad nas kirin û dest pê kir, êdî mijar jî hatin guhertin û celebên wêjeyê ji helbestê bêhtir êdî roman, kurteçîrok, şano, fragment û gotarên wêjeyî û pexşana azad bi şêweyekî giştî geş bûn. Li vir em dikarin behsa çend berhemên pêşî yên wêjeya kurdî ya kurmancî ya modern bikin.

Yekem kurteçîroka kurdî-kurmancî Fûad Temo nivîsîye. Çîroka wî ya bi navê “Çîrok”; yekem romana kurdî-kurmancî ya Erebê Şemo ye, romana “Şivanê Kurmancan”; yekem helbesta azad ango ne ya kêşsaz Qedrî Can nivîsîye.

Jixwe divê ku em ji niha de bibêjin ku pêşengê pexşana kurdî ya nûjen Mela Mehmûdê Bazîdî ye.

Rojnamegerîya bi zimanê kurdî jî roleke baş di geşedan û pêşvebirina pexşan û nivîsîna kurdî ya azad de lîst. Li vir em dikarin bibêjin ku gotarên rojnamegeriyê jî bi “Rojnameya Kurdistanê” (22’ê Nîsana 1898’an) û bi nivîsên Miqdad Midhed Bedirxan re dest pê kirin, lê tenê rewşa şanoya kurdî awarte û derrêz bû, ji ber ku şanoya kurdî ya nivîskî bi şêweyê pexşana azad wekî celebên wêjeyî yên din bi heman lezê bi pêş neket û hinekî li ber celebên dîtir li paş ma.

Em ê niha îcar bên bi kurtasî behsa mijarên wêjeya kurdî bikin. Di serî de divê bê gotin ku di sedsalên 19 û 20’emîn de û bi taybetî di sedsala 20 û 21’emîn de wêjeya kurdî bi hemû celebên xwe êdî ji wî kirasê xwe yê kevin (yê girêdayî bi wêjeya klasîk ve) bi giştî derdikeve û kurd kirasekî nûjen êdî lê dikin.

Qedrî Can wekî mînak di helbestên xwe yên azad ên nûjen de êdî nema behsa sofîzm û xwedênasî û olnasîyê dikir; berê helbesta xwe guhertibû û dabû asoyine berfirehtir û dûrtir. Jixwe romana Erebê Şemo jî cîhaneke nû ye. Kurteçîroka nivîskî ya çêkirî jî (ne ya gelêrî, ya dikeve jêr kategorîya wêjeya gelêrî) di destpêka sedsala 20’emîn de hîn li ser hişê kurdî nû bû.

Çîroknivîsîya kurdîya kurmancî bi Fûad Temo û bi wê çîroka wî ya sêwî re dest pê kir. Çîroknivîsîya Temo, erê bi wê çîrokê re sekinî, lê wê çîrokê êdî rê li ber çîroknivîsên din bi comerdî vekir.

Dawîyê em dikarin bi şêweyekî giştî bibêjin ku wêjeya kurdî ya nûjen bi rastî jî nûjen bû û şoreşek bû li hember a klasîk. Tevî ku di destpêkê de çend rewşên awarte jî hebûn, lê van çend rewşên awarte û derrêz tiştek ji nûjenîya wê kêm nekirin û wêjeya kurdî bi vî rengî dikarîbû li ser nûjenîya xwe bihêle û vê nûjenîyê di berhemên nivîskarên nû de bi xurtî biparêze.