25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Heke zimanê te erzan be…

Di sînamegerê fransî Godard de kameraya nîşanker carna ne ji bo ku nîşan bide, tam dijberê wê ji bo ku “veşêre” tê bikaranîn: Heke bûyer an jî neheqiyek hebe û tu berê kamerayê bidî giya û kulîlkan, tu bi alava kamerayê wê neheqiyê vedişêrî

RÊNAS JIYAN

Di 1’ê sibata 1974’an li Qosera Mêrdînê ji dayik bû. Li Zanîngeha Dîcleyê Fakulteya Perwerdehiyê beşa Mamostetiya Seretayî xwend. Piştî zanîngeh qedand dest bi mamostetiyê kir. Di 1999’an de dîwana wî ya yekem Janya çap bû. Di havîna 2003’yan de ekola “Çirûskîzm”ê aşkera kir. Ji sala 2003’yan û vir ve edîtoriya Weşanên Belkiyê û di sala 2007’an de bi destpêkirina kovara Çirûskê dîrektoriya wê dike. Ji sala 1999’an û vir ve gelek berhemên wî yên helbestan û çend romanên wî hatine çapkirin.

Me der barê wêje û zimanê kurdî de xebat û keda nivîskar û êş û kulên zimanê kurdî de gelek pirs kirin û Rênas Jiyan jî bi comerdî bersiva me da. Fermo em bi hevre li xemxurekî zimanê kurdî guhdar bikin.

Rêzdar Rênas Jiyan, tu dikarî behsa çîroka xwe ya destpêka helbestvaniyê bikî, Rênas çawa dest û çima dest bi nivîsîna helbestê kir û çima helbest û ne beşeke din a edebiyatê?

Her çend ez niha zêde serê xwe bi pexşanê û bi romanan re biêşînim jî, min bi helbestê dest bi kurdî kir; ji ber ku helbest “av” e. Mirov berê avê vedixwe, û dişitile. Heke min helbest nenivîsanda ez ê bişeniqiyama, bifetisiyama. Ez niha jî tî bûme û li ser pirtûkeke helbestê dixebitim.

Helbest bo we tê çi wateyê ?

Giyanê mirov bi helbestê paqij dibe, helbest ji bo min behra paqijiyê ye, terapî ye ku ez xwe pê bikewînim, çiya ye ku ez derkevim li ser biqîrim, stêrkeke ku ez lê tenê bimînim…

Ji bo we kurdên ku çîrok, roman û helbestên xwe bi zimanekî din dinivîsin ew berhem dibin malê pirtûkxane û mîrateya çanda kurd an dibin malê wî zimanê pê hatiye nivîsandin, çi feydeya wan berheman ji bo kurdan heye? 

Çawa em nikarin ji berhemên bi fransî, îngilîzî û almanî re bêjin ev aydî kurdî ne; kurdan nivîsandibe ya jî nenivîsandibe, em nikarin ji pirtûkên bi tirkî, erebî û farisî re jî bêjin ev aydî kurdî ne. Gerek mirov nebe palê pûş û xwe nexapîne. Gava mala mirov bişewite, gerek mirov neçe xaniyê xelkê boyax neke, xweşik neke. Heke destê wan pir jê nabe, dikarin bi her du zimanan jî binivîsin, ew jî riyek e. Ku her kesî bi zimanekî din binivîsanda îcar wê kê bi kurdî binivîsanda?!

Lê di vir de ferqek heye, netewetî û gerdûnî: Heke berhemek bi awayê neteweyî nebe aydî mirov jî, bi awayê gerdûnî dikare bibe aydî wî. Lê divê berhema ku bi zimanekî din hatibe nivîsandin di asta “cîhanî” de be û pir pir mezin be. Harper Lee û romana wê “Kuştina Bilbilan” berê ya Amerîka û dûre jî ya kurdan e.

Mirov dikare alavên serdestan bi kar bîne, lê divê bikaranîna wan alavan ji bo têkbirina serdestiyê be, ne ji bo ku mirov pê bindestan bikuje û bide pey berjewendiyên şexsî û populîzmê.

Di vir de divê nivîskarên kurdî jî hay ji xwe hebin û ji ber ku bi kurdî nivîsandine xwe ji her tiştî neşon û quretiyan li ser serê xelkê nekin. Divê nebêjin: “Ê jixwe wa ye me bi kurdî nivîsand û temam! Bû-nebû tişt pê nayê.” Tişt pê tê. Nivîsandina nebaş a bi kurdî jî zerarê dide kurdî.

Kurdên ku bi tirkî dinivîsin, heger qabiliyet û hunera xwe layiqî kurdî nebînin, ji etîk û duristiyê dûr in; her wiha îcar kurdên ku bi kurdî dinivîsin û hemû qusûrên xwe bi nivîsandina kurdî vedişêrin jî ne durist in.

Li gorî Lacan; divê ku fantazî û daxwazên mirovî bi qasî ku mirov nikaribe wan bi dest bixe ji rastiya mirovê ku dixwaze wêdetir be. Û dibêje; dema tu tişta dixwazî bi dest bixî, êdî tu wê naxwazî. Yanî mirov ne ji bidestxistinê lê ji xeyala wê hez dike. Ji bo ku ew xeyal jî tim zindî bimîne lazim e tim ji me kêm be. Gera di nav labîrenta edebiyatê de jî fantaziyên nivîskar e. Denklemeke qeba bû lê dîsa jî heke denklem ev be ji Janyayê heta bi Stranên Sor Niviştên Mor; ji bo Rênas Jiyan fantaziya li dû ye çi ye, ew li pey xeyala kîjan rastiyê ye?

Xeyala min azadî ye, mixabin ez negihame azadiyê. Pirtûkên min xeyalên min in, ango lêgerînên min ên azadiyê ne. Azadiyeke teqez (mutleq) tune ye, ji ber wê jî ti carî xeyala azadiyê naqede. Bi nivîsandina her pirtûkê ez gaveke din nêzîkî azadiyê dibim lê nagihêmê. Xeyal xweş in lê divê ew hindik hindik karibin bibin bireser ku rêveçûna xeyalbîn (ê ku xeyalan dibîne) bidome. Xeyalên beravêtî kuştina xeyalbîn e. Xeyaleke bidestxistî rê li ber gelek xeyalên din vedike: Mirov çer ku digihêje xeyala xwe, ew xeyal di destê wî de diteqe û dibe bi milyonan xeyal. Pirtûkên min ên xeyalî (projeyên min) sed qatî ji pirtûkên min ên weşiyayî pirtir in; yanî ez pir kêm im. Ez ji Lacan hez dikim. (Ez dizanim ku ev bersiva min jî “kêm” bû, dîsa Lacan mafdar e.)

Helbet çeka herî xurt a edebiyatê û pê re ya hişî ziman e. Ma ne li gorî psîkanalîstên strukturalîst ziman; di heman demê de civakîbûn, çand û dîrokê tevî qanûn û qedexeyên wê civakê di nav xwe de dihewîne. Zarokekî dema çavê xwe li vê cîhana nenas vedike hêj ku wateyeke nikare bide tiştekî xwe di nav deryaya sembolên ziman de dibîne. Îcar ji bo gelekî weke gelê kurd ku di şikenceya pişaftinê de ye, rol û rista wêjekar û têkiliya wî/wê bi ziman re divê çawa be?

Ji ber ku civaka me ne civakeke hişmend e pir zû di zimanê xwe de dibihure. Em bi çavê “xurde”yan li bêjeyên zimanê xwe dinêrin ku gişî bi erebîbazar bifiroşin etaran. Heke zimanê te erzan be, tu û êşên te jî erzan in; çîrok û stran û dîrok û evîn û kêf û helbestên te jî erzan in… Divê ji bo wêjekarekî peyvên zimanê wî pir buha bin, neyên kirîn û firotin: Ew wan yek bi yek ji kuçe û ser sergoyan bide hev, bi ruhê xwe wan xwedî bike, di dilê xwe de wan germ bike û bîne deyne pêşangeha hunerî û nîşanî civakê bide û bêje: “ Binêrin, a ku we avêtibû ev berhema hunerî bû, ha ji we re ruh û dilê we!”

Wekî hûn dizanin gelek ziman li cîhanê ji holê radibin û tune dibin û em dibînin ku her diçe bi taybetî jî li bakurê Kurdistanê bikaranîna kurdî kêm dibe. Li gorî we divê çi were kirin ku pêşî li vê talukeyê were girtin.?

Fen û fûteke serdestên tirk heye ku dibên, “Siyasetmedarên kurd her tim siyaseta nasnameyê dikin.” Siyasetmedarên kurd jî dikevin ber fediyê û xwe xwaromaro (tirkomirko) dikin. Ev lîstik an jî feqeke serdestan e. Divê em ji niha bêhtir û xurtir siyaseta nasnameyê bikin; ji ber ku em negihaştine nasnameya xwe, zimanê xwe; kengî em gihaştinê, wê çaxê em dev ji siyaseta nasnameyê berdin. Lê bi vê ve girêdayî em doza aboriyê jî bikin; ji ber ku zimanekî bêaborî qîmeta wî kêm e, roj bi roj dihele.

Siyasetmedarên kurd ji bo civakê model in, divê siyaseta nasnameyê tam bi cî bînin. Hevserok, parlamenter, peywirdar divê bi kurdî zanibin. Heke nizanibin bera dest bi ferbûnê bikin. Zanebûn jî ne bes e, gerek li her derê bi wî zimanî bipeyivin. Daxuyaniyên wan -ên girîng ya jî ne girîng- bi kurdî bin. Lê heger nekin em çi bikin? Ha ev pirs girîng e. Gava nekin em di hilbijartinan de raya xwe nedin wan. Gava zanibin ku mesele ewqasî cidî ye wê bibin bilbil, wê zanibin ku dew birê mast e. Bi vî awayî wê kurdî hinekî geş û civakî bibe.

Hûn wekî xemxurekî zimanê kurdî ku salên dirêj bi karên ziman û bi taybetî jî di warê helbestê de xwedî berhemên hêja ne, rewşa heyî ya zimanê kurdî çawa dinirxînin? Li gorî we astengî û pêkanînên li dijî zimanê kurdî çi ne û mirov çawa dikare li hemberî wan li ber xwe bide?

Heta ku kurmancî nebe zimanê zanist û siyaset û huner û felsefe û disiplînên din, û her tim bi tenê pê hesûdî û fesadî û paşgotinî bê kirin pêş nakeve.

Divê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê. Heke dewlet vê yekê qebûl neke gerek em di nav xwe de wî bikin fermî. Mal mekteb e, em dikarin li mala xwe û li ciyên xwe yên din zimanê xwe yê fermî bikin bi kurdî. Em dikarin vêya bikin lê em nakin. Pirsa rast ev e: Çima em nakin?

Ji ber ku em ji zimanê xwe bêtir heyranê zimanê xelkê ne em nakin. Dê û bav bi xwe re nabînin ku peyveke kurdî rê zarokên xwe bidin, guh nadinê. Di me de hişmendî qels e. Derûnî, a bindestiyê ye. A ku psîkolojiya bindestiyê têk dibe, xwendin û zanîn e. Kurd naxwînin hey li devê serdestê xwe dinêrin. Heta derûniya bindestiyê neşikê wê kurmancî qels be û yekîtiya me çênebe. Ango ji ziman pêştir û ferztir derûnî pêwîst û pirsgirêk e. Divê berê em derûniya xwe sererast bikin, pê re wê zimanê me jî xurt bibe. Di kurdan de zanistiya psîkolojiyê pir hatiye îhmalkirin, her tişt bûye siyaset. Ronahî di psîkolojiyê de ye. Divê berê derûnî çareser bibe.

Di qedexekirinan de çima desthilatdarî ji berê û heta niha herî pêşî ziman hatiye hedef girtine û axaftina bi kurdî qedexe kirine ?

Kemalîzma pozîtîvîst çawa zimanê xwe rût kiribe, dixwaze kurdî jî tune bibe. Lê ecêb e, leşkerekî wek Mistefa Kemal ê ne zimanzan, çi ji zimanan fam dikir ku biryara guhertina ziman û alfabeyan bide? Ên ku vê qiyametê bînin serê zimanê xwe îcar hesab li cem we bê wê çi bînin serê zimanê xelkê!

Avakarên vê dewletê pozîtîvîst bûn. Pozîtîvîzm ji du tiştan hez nake, bi tenê ji yekî hez dike; ji ber ku yê din ji bo sîstemê xetere ye, rê li ber pêşketinê digire: divê bi tenê zimanek hebe, olek hebe, stranek hebe, ramanek hebe… ku bibe dudu, îş jê xera dibe; bala xwe bidinê heta bi reşikên Afrîka û sorikên Amerîkayê jî dikin tirk.

Heta ku ramana vê dewletê ya pozîtîvîst neguhere, kurdî nabe zimanê fermî. Ekola Frankfûrt û postmodernîstên fransî mala pozîtîvîzmê xera kir, êdî pozîtîvîzm li dinyayê nemaye, lê rayedarên bêhiş ên dewletê pozîtîvîzm ji xwe re kiriye pûtek û dev ji hebandina wê bernadin. Heta ku ev dewlet wilo be wê yeka wê nebe “dudu”. Di vir de pirs ew e ku em jî Kemalîst ango pozîtîvîst in yan na?

Hûn wekî weşangerekî rewşa wêjeya kurdî li bakur û asta wê çawa dibînin?

Di sînemegerê fransî Godard de kameraya nîşanker carna ne ji bo ku nîşan bide, tam dijberê wê ji bo ku “veşêre” tê bikaranîn: heke bûyer an jî neheqiyek hebe û tu berê kamerayê bidî giya û kulîlkan, tu bi alava kamerayê wê neheqiyê vedişêrî. Wêjeya kurdî jî werê, ji dêvla ku neheqiya li civaka xwe û hîs û ramanên xwe eşkere bike, vedişêre. Wêjeya kurdî “veşartok”ek e. Ji ber civaka feodal û helbet zexta dewletê em ditirsin ku hest û ramanên xwe eşkere bikin. Wêjeya kurdî bi vî halê xwe ne zelal e, ji ber wê jî zêde nayê xwendin. Nivîskar ji xwendevan dixwaze ku ew ji tiliya xwe bîn bike, jê re alavên hundirê pirtûka wî sererast bike; lê ji bîr dike ku yê “zelalker” ew bû û xwendevan xwe lê girtibû ku bi pirtûka wî zelal bibûya. Xwendevanên kurdî ditirsin ku pirtûkeke kurdî bixwînin: Hem ji tarîtiya hundirê pirtûkê ditirsin û hem jî ji tarîtiya dewletê. Lê hêviya min heye.

Ji bo hevpevyînê em spas dikin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê