20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wêjeya kurdî ya femînen û ‘Yadîgar’

Elîf Gun

Wêjeya kurdî û wêjeya nivîskarên jin her çiqas ebra xwe fireh bike jî ne wêjeya cîhanê ne jî wêjeya kurdî femînen e. Niha em di rewşeke awarte de ne û ev awartebûn, li ser wêjeya kurdî bandoreke mezin çêdike; wêjeya xurt di civak û sîstemeke azad de, digihîje wateya xwe. Di demên wiha de, girîngiya ziman ku derdikeve pêş, roman û çîrokên baş û xerab jî ji hev nayên naskirin û lêkolîn û rexne jî têra xwe serî hilnadin. Lê wê bêjinga dîrokê û pêşerojê dê baş bişixule…

Nivîskar Suzan Samanci, di wêjeya Tirkiyeyê de cihêke wê yê taybet heye û pirtûkên wê wergerandine zimanên biyanî jî. Di şert û mercên zor û dijwar de û di nav civaka baviksalarî û bastanî de, her wiha di bin zexta dewleteke serdest de, dest bi nivîsandinê dike û li hemberî van tiştan bi çalakiya nivîsê serî radike. Em ji berhemên Samanci fêm dikin ku ew nivîsandinê wekî awayekî jiyanê dibîne. Di salên nodî de bi zîrekbûneke bêhempa ku kes newêribû biaxive an ji binivîse dest bi nivîsandinê dike. Samanci nivîsê dike armanca xwe ya sereke û berhemên xwe berî hingî her çi qasî bi tirkî nivîsandibin jî mijar, karakter û afirandin kurdewarî bûn. Pirtûka çîrokên Suzan Samanci ya bi navê ‘Ew Jin û Mêrê bi Maskê’ taybetiya wê ew e ku Samancı, bi zimanê dayika xwe dest bi nivîsê kir. Atmosfera pirtûkê Ewropa ye. Jinên kurd yên ku bi hêviya jiyaneke nû û bi riya zewacê, terka welat û bajarên xwe kirine û çûne welatên xeribiyê.

Em ê ji vê pirtûkê li ser çîroka Yadîgar rawestin, lê belê ew jinên kurd, wekî Kurdistanê, li wir jî gelek caran starekê ji xwe re nedîtine. Li gor xwendinên me, em dikarin bibêjin ku di van çîrokan de babetên polîtîk, siyasî, civakî û nasnameya neteweyî yan nijadî derdikevin pêş xwendevanan. Yadîgar, li welatekî Ewropayê jineke penaber e. Em rewşa jineke kurd ku li welatekî biyanî, bi tena serê xwe, ji bo jiyana xwe xweş bike di nava têkoşîneke de ye, dibînin. Yadîgar li qampê dijî û hevalekî wê yê bi navê Xidir heye. Xidir jî deh salan di girtîgehê de maye, paşê dema ku derdikeve wek penaber diçe Ewropayê. Birayê Yadîgar diçe serê çiyayan, nameyan bi riya Xidir ji malbata xwe re dişîne. Xidir û Yadîgar wisa hev nas dikin. Hevalê Xidir, Selîm ji bo xwarinê wî vedixwîne mala xwe. Hevjîna Selîm jî jineke zana, xwende û arkeolog e. Hevjîna Selîm û Yadîgar piştî demekê dibine heval. Yadîgar jiyana xwe ya qampê, tiştên ku Xidir tîne serê wê, li qampê bi çi dijwariyan re rû bi rû maye, hemûyan jê re dibêje. Xidir berî hingî bi yeka din re zewiciye. Ji ber vê nikare zewaca fermî bi Yadîgarê re çêbike. Jixwe Xidir henekên xwe bi wê dike. Hevjîna Selîm, çavê Yadîgarê vedike. Selîm zêde ne çalak e, lê belê Xidir di çîrokê de pir çalak e. Xidir, feodal, nîvzane, qure, hirç û jixwebawer e. Nivîskar dema ku lehengên (Xidir û Selîm) xwe dişayesînê hemû taybetmendiyên wan ên erênî û neyînî radixe ber çavên xwendevanan. Yanî feodalbûna wî, hişmendiya wî ya mêrane, pêkutî û serweriya wî ya li hemberî lehenga jin, hemûyan yek bi yek teswîr dike. Bi awayekî balkêş heta em dikarin bibêjin bi ‘îronî’ teswîr kiriye. Di çîrokê de du lehengên jin hene yek hatiye aşkerakirin, ya din ji aliyê nivîskar ve hatiye veşartin. Li ser karaktera arkeolog, tevgereke mîna avekê, hêdî û kûr heye. Nivîskar, lehenga xwe Yadîgar qels, lê bele ya xwe ya veşartî jî wekî jineke serbixwe afirandiye. Belkî armanca nivîskar muqayesekirina her du lehengên xwe yên jin be. Em çîrokê ji devê lehenga jin a arkeolog dibihîsin. Samanci, Yadîgar bi hesteke jinane teswîr dike. Li qampê bi tenê ye û ducanî ye. Yadîgar ji aliyê Xidir ve tê pelçiqandin. Ew nikare xwe ji wî xelas bike, ji ber ku Xidir wê tehdît dike. Dibêje ger tu min berdî û zarokê ji ber xwe bikî ez dê bibêjime her kesî ku berî min bi gelek kesan re razaye. Ji ber vê tu çareya Yadîgarê namîne û zarok tîne dinê. Ji ber ku wî mafê rûniştinê standiye, xwedî nasnameyekê ye, ev dibe sedem ku Yadîgar bê mêtin û pelçiqandin. Yadîgar ji ber ku hê ziman nizane nikare tiştekî bike.

Em dikarin rewşa Xidir wiha rave bikin: Ew di civakeke baviksalar de jiyaye û mezin bûye, fikr û ramanên xwe yên mêranê li ser jinê ferz dike. Loma em bi lehenga Yadîgarê re dibin şahidê lehengên çîrokên wêranbûyî. Selîm û Xidir ewqas ji xwe bawer in ku her henekên xwe bi jinan dikin. Her çi qas li Ewropayê bijîn jî hê jî di bin hişmendiya xwe ya mêrane de ne. Hişmendiya mêrane û civaka baviksalar her heye û zagonên xwe li her derê pêk tîne. Xidir li cem Yadîgarê li ser pêçiyên xwe, xwe bilind dikir, destê xwe diavête kembera xwe, xwe tiq dikir û pişt Yadîgarê ve tinazê xwe pê dikir digot: “Ji bo ziman diçe qursê û çenteyê dibistanê li hemberî min dihejîne dibêje: “Çavê xwe baş veke, ez diçim zanîngehê!” bi gotina Xidir re tîqetîq bi Selîm diket digot: “Na na, çi zaningeh çi hal, rebena Xwedê qurseke ji rêzê ye..” Gava dengê hîrehîra her du mêran dihat, aqil ji serê min diçû û min digot: “Eyb e, şerm e jinek li ber xwe dide, dêvla hûn wê pîroz bikin…” Bi vê gotina min Selîm sekinî û bi hostetî got: “Belê belê wisa ye!” (Samanci, 2015: 44). Lehenga duyemîn ya jin li hemberî mêran diqîre. Çimkî ne muhtacî tu kesî ye. Ew jineke serbixwe ye, dikare gotina xwe li hemberî mêran aşkera bîne ziman. Ew ne girêdayî mêrekî ye, hebûna xwe bi wî re girê nade. Karê wê heye, kengî xwest dikare çawa dixwaze wisa tevbigere. Di navbera her du lehengên jin de wekî femînîzmê ‘xwîşkatî’ heye. Hevjîna Selîm, Yadîgarê fam dike, ew li wê dihesîne. Bell Hooks di berhema xwe ya navdar ‘Femînîzm Ji Bo Herkesî Ye’ de, li ser vê mijarê rexneyên xwe, hişyarî, hêviyên xwe ji bona jinan zêdetir dike: “Siûda me heye; her roja ku em dijîn em hinekî din ferq dikin ku xweşiktiya jinan bi awayekî şênber pêk tê û hê jî bi hêz e” (Hooks, 2016: 31) Dixwaze pirsgirêkên wê çareser bike. Jixwe di dawiyê de êdî Yadîgar, tiştên ku Xidir tîne serê wê qebûl nake û dev jê berdide. Ji aliyê her du lehengên jin ve serhildanek pêk tê. Serhildana her du jinan bi rexneya femînîst ve, bi perspektîfa nêrînên jinê, li civaka zayendperest, hiyerarşiya desthilatdariya di navbera her du zayendan de û pergala baviksalar dinêre. Nivîskar, bi alîkariya her du lehengên xwe yên jin li hemberî mêrserweriyê, mêtina jinê û hişmendiya mêrane ‘serhildaneke serbixwe’ pêk tîne. Lewre em dikarin bibêjin Samanci, bi wêjeya femînîst, bi vê nêzîkatî û hişmendiyê ve dixwaze cihê xwe di rexneya femînîst de xurt bike. Samanci jî di çîroka xwe de li ser vê radiweste. Neheqiya li ser jinan ne siruştî ye, bingeha xwe ji civakê, çandê û baviksalariyê werdigire.

Di çîrokê de lehengên jin yên zexm, xurt û wêrek hatine xêzkirin. Di çîroka Samanci ya bi navê ‘Yadîgar’ de, cudahiyên zayendê û zextên derûnî yên ku ji hêla serdestiya zilam ve li ser jinan hatine afirandin, bi zelalî tên vegotin. Tim û tim hewl didin ku di çîrokên xwe de lêgerîna jinan ya derbirîna xwe û lêgerîna cihekî di civakê de nîşan bidin. Di wêjeya Samanci de, ew kevneşopiyên xwe yên xwerû hene ku tê de ew hewl didin ku hebûna xwe li dijî serdestiya mêr îspat bikin, zehmetiyên ku di jiyanê de pê re rû bi rû ne û zehmetiyên ku di van şert û mercan de dijîn, bibêjin. Nivîskar, bêdengiya jinan a sedan salan vediçirîne. Wekî din nivîskar, lehengên xwe yên jin tercîh dike ku hewl dide pirsgirêkên jinan di jiyana civakê û jiyana malbatê de çareser bike û li ser lêgerîna van kesayetan ya li nasnameyê, maskeyên ku ew li xwe dikin û awayê ku ew cîhanê dinirxînin, disekine. Gengaz e ku meriv rastiya mêrên ku li hemberî jinan durû ne, her tim wan radigihînin nexşeya duyemîn, bibînin. Wan her duyan dixwestin ku bi zehmetiyên xwe yên wekî jin, pêşdaraziyên civakê yên li dijî jinan û bandorên van pêşdaraziyan li ser jinan, bi xwendevanên xwe re rû bi rû bimînin. Bi rastî nivîskar, hewl dide ku lehengên jin dengê xwe derxin û bipirsin ka rastiyeke ku di civaka me de heye ji hêla civakê ve çawa tê hesibandin. Em bi vê çîrokê dibînin ku jin êdî ji bo jiyana xwe di nava serhildanekê de ne.

Samanci girîngî dide rolên zayenda çandî, nasnameya jinê û cudakariya zayendê. Li aliyê din, bandora dîn û rolên zayendê yên çandî li ser bidestxistina nasnameya jinê bi zelalî tê vegotin. Heta nêrîna jinan li ser xwe nîşan dide ku ew wek mêrnavendî derdikevin. Di çîroka Yadîgar de nivîskar, bi navgîniya karakterên jin ên ku di cîhaneke baviksalar de girtî ne û her gav bi xwe hesabê xwe dikin, rastiyên civakî radigihîne xwendevanan. Samanci hewl dide ku cih, tenêtî û westîna mirovên nûjen, nemaze jinên nûjen, di civakê de derxîne holê. Bi karanîna kesayeta lehenga jin Yadîgar nivîskar, vê dide xuyakirin ku ew rolên civakî ne yên ku bi rastî jinan neçar dikin; ew neçarî bi serhildanê ji holê radibe. Ji ber ku mîna karakterên jin, ji jinan jî tê xwestin ku ji bo evînê gelek fedakariyê bikin û di rêza ku mêr ava kiriye de jiyana xwe bi rê ve bibin. Samanci di çîrokên xwe de rêyeke cuda dişopîne da ku bandorên rolên zayendê li ser mirovan diyar bike. Samanci jinên ku bi hişmendiya jinan tevdigerin radixe ber çavan û kod û tesîrên mêrane yên di nava wêjeyê de deşîfre dike û wêjeya kurdî û jinan ji bin vî barî derdixîne. Hêviya me ew e ku weke lehenga arkeolog, bila jin jî bibin arke