Rojnameya Heftane

Stranbêjekî ku kêm tê nasîn; Reşîdê Baso

Di sala 1926’an de li gundê Keleşbega li herêma tahlînê, li alî Ermenistanê, di malbateke êzidî de ji dayik bûye. Reşîd di sala 2006'an de di hevpeyvînekê de ji Derwêşê Serhedî re gotibû kû ‘pêşiyên me ji Dûtaxa Agiriyê hatine Qersê, ji wê…

Nivîseke balkêş

Nivîseke Eznîva Reşîd ku di roja 8/3 1962an de di rojnameya Rêya Teze de hatiye weşandin ji çend aliyan ve balkêş e. Eznîva Reşîd (1922-2000) bi salan wek bêjer (spîker) di Radîyoya Rewanê…

Wekî berxê li ber maka xwe

Veysî Varli

Nêçîrvanên dengên kurdî vê carê jî li pey dengbêjê ciwan Murat Akbaşli ketine. Murat wekî berxikê li ber maka xwe li gund xwe diparêze. Ew jî li bendê ne ku ji refê xwe dûr bikeve

Ev çend roj in li ser medyaya civakî û di hin televîzyonên tirk de behs û qala xortek bi navê Murat Akbaşli yê ku ji Wanê ye tê kirin. Ev xort dema karê xwe yê siwaxa xanî dike stran dibêje û ev stranbêjiya wî li ser tora medyaya civakî belav dibe û bi aweyekî dighêje hunermendê muzîka Tirkî Zulfu Lîvanelî. Li gor peyamên ku hatine belavkirin, em tê digihêjin ku piştî Zulfu Lîvanelî dibêje ev xort xwediyê dengek û hunerek hêja ye, gelek kes û sazî dikevin nava lêgerîna vî xortî. Min jî xwest terza stranbêjiya vî xortî binirxînim. Bi xêra Murat dengbêjî ket rojevê û ez jî dixwazim li ser mijarê çend tiştan bibêjim. Em dizanin ku wekî ya her neteweyî, bingeha çanda kurdî jî ziman û muzîka kurdî ye. Û muzîka kurdî wek sê cureyan tê dabeşkirin:

1- Bi pîvan (Tempo Quîsto), stranên xwedî ritma bi rêkûpêk, ango ritmîk in.

2- Bê pîvan/serbest, stranên xwedî ritmên serbest û bê  pîvan in.

Dema ku em bi nêrîneke zanista muzîkê li van stranên bê pîvan û xwedî ritmên serbest binêrin, tê dîtin ku ev stran xwediyê rîtmeke veşarî, navberên diyarkirî, perdeya biryarê ya diyarkirî û gereke diyarkirî ne. Stranbêjê stranê dikare hest û ecibandinên xwe tê de bihûne. Ji ber vê sedemê jî nivîsandina notayên stranên xwediyê ritmên serbest û bê pîvan gelek zor û zehmet e. Muzîka ku gelên rojava (ewropî) jê re dibêjin “Parlendo Rubarto an jî Parlendo Resîtatîfe”. Her çiqas ew jî xwedî pîvaneke serbest be jî di warê ger, navber, rêsî û haweyê de tu têkiliyeke wê bi muzîka kurdî re tune ye û hev temam nakin. Dema stran tê gotin, di stranê de trîole (sêyenî) gelek zêde tê bikaranîn. Stran xwediyê trîlên (lerzandina gewriyê) taybet e. Di stranê de şekên senkopa yeksan (di stranê de rîtmeke wekî reva lingê hespa li bezê xwe dide diyarkirin) kadans û seknên ku xwedî maweyên serbest in û bi puandorgê di notayê de tên nîşandan, timik tê bikaranîn. Stran bi teknîka terzên Slabîk, Melîzmatîk û Hîbrîd (melîzma û slabîk di nav hev de) tên strîn.

Terzê Slabîk: Ev terz nêzî (Resîtatîf an jî Parlendo Resîtatîf) axaftinê ye. Li ser her notayekê kîteyeke peyvê cih digire. Bi şek an jî bê şekiya kîteyê di heman demê de dibe sedema ku ev terz bibe du cureyên cuda.

  1. Slabîka bê şek
  2. Slabîka bi şek

Terza Melîzmayê: Taybetmendiya vê terzê ya herî diyar, li ser notaya xwediyê yek kîteyê sekneke bi israr û mawedirêj a bi trîl (hûnandin/lerzandina gewriyê), nîgar û rêsiyên stranê heye. Kiteyek li ser gelek noteyan cih digire. Lê stranbêj dema stranê dibêje peyva kîteyê dirêj dike, li gor devoka xwe tîp an jî kîteyên wekî (î, û, e, wê, we, wa, hê, yê) bi kîteya gotinên stranê ve wek xemlekê girêdide. Yek caran nêzikiyê li slabîkê (wekî axaftinê) bike jî stranbêj bi newa, bi nîgaran, bi rêsiyên nuhrandinî stranê dixemilîne.

Terza Hîbrîd (Têkel/Tevlihev): Tevahiya taybetmendiyên terza slabîk û melîzmayê di nav hev de cih digirin. Di muzîka kurdî de herî zêde ev terz tê bikaranîn. Stran dibe ku bi slabîkê dest pê bike û bi melîzmayê bidome. An jî bi melîzmayê dest pê bike û bi slabîkê bidome.

3- Bi rîtma sist (bi rîtma zêmarî).

Stranên ku tê de rîtmên bi rêkûpêk hene lê veşarî û sist in. Ango xwe wekî stranên serbest dide diyarkirin. Kesên van stranan dibêjin dengbêj in. Dengbêj li gor jiyan,rewş û pêkanîna hunera xwe jî bi çend cureya tên dabeşkirin.

Çanda dengbêjiyê

Di muzîka kurdî de beşa dengbêjiya dîwanê, di zik xwe de; zanista civakê , feylosofî, wêjeya devkî û mîsyona siyasî û dîrokî bi hunerî diparêze û dide der. Bi sedsalan e kurda peyva “gotin diçe/difire lê nivîs dimîne” bi hunera dengbêjiya dîwanê belewacî kirine û bi stranên xwe li nav milyonan belav bûne. Mirov dengbêjê dîwanê tenê wek hunermendek muzîkê nikare pênase bike, sedem jî ew e ku dema dengbêj klam dibêje, hin caran wek çîrokbêjek, hin caran jî wek lîstikvanek şanoyê tevdigere. Û her yek ji wan bi stranbêjiya xwe di heman demê de parêzvanên ziman, vêje û şanoyê ye jî. Çend cûreyên dengbêjiyê ev in;

1 – Dengbêjên mîr û began.

2 – Dengbêjên gerok ên nav gel.

3 – Dengbêjên dîlanê.

4 – Dengbêjên amûrjen.

5 – Dengbêjên bê amûr.

Piştî van pênaseya em vegerin mijara xwe . Gelo stranbêjiya Murat çawa ye ka em lê binêrin.

1- Di warê postur, bîhngirtinê (ya venêhartî û ya revokî) de ji sedema di nav kar de ye zêde lê nehat nêrîn. Di warê nefesê de xwedî nefesek baş e û di strangotinêde jî baş bi kar tîne.

2- Di dengê xwe de rezonansek kûr ango bi gelek lerzên li paş lerza ewilî pêk tîne û bi rast pêkanîna bandora diran, lêv û valahiya devê xwe de dide der.

3- Her çiqas dengê zarok dengek serhedî (dengê serî) be jî bandora sînga xwe li stranên xwe dike, ji ber vê jî dengê nerm dikare pêk bîne.

4- Dengê bi kar tîne dengê serhedî ye. Ango dengê valahî ya serî ye. Ev deng jî dengê zîz e. Bi piranî dengê stûr û nerm di valahiya binê rezonansa gewriyê de, yên tîz jî ji valahiyên ser rezonansê de bi kar aniye û dema devê xwe vedike û diqîre ev pir hêsan tê ferqkirin û dîtin (lê mixabin ev taybetmendiya dengê serhedî ye, ev xort tenê vêya pêk nayne).

5- Di warê şixulandina amûrên artîlasyonê de (Yên tevdigerin: çene, lêv ziman û panîka dev ya nerm. Yên tevnagerin: Diran, pidiyê diranan û panka dev.) hin cara lawaz dimîne, ji wê sedemê jî wekî detonebûnê hîsek dide der.

6- Di warê rastaxaftinê/dîksiyonê de ne zelal e. Pisgirêka prozodiyê dijî. Ango bikaranîna peyva li gor xwesteka hest, raman, şêweyê baş bi kar nayne. Şek, kinahî û dirêjahiyên peyvê ne li gor deng bi kar tîne.

7- Sedema ku di xebatê de stran dibêje fonasyon ne diyar e (dema bîhngirtinê nefesa ku li têlên deng dikeve û bi lerza têla dengê ku derdikeve devre ye)

8- Deng girtina xwe (fokus/nîskok) rast bi kar tîne. Ji vê sedemê dengê wî nabetlîne û nasincrîne.

10- Di etnonasyonê de hinek lawaz e (xeta melodiya gotina peyvek. Dema stranbêj etnosyonê rast bi kar bîne hîs û ramanên xwe yên xof, matmayînî û hêrsê bi guhdarvan hêsan dide xuyakirin).

11- Nuansên dengên xwe bi hêsanî bi kar tîne. Di navbera perdeyên zîz û nerm (pest) de bi hêsanî diçe û tê, rast pêk tîne.

12- Di strangotinê de wekî her dengbêjê/a kurd terzê hîbrîd (slabîk û melîzmatîk) baş bi kar tîne. Di tîpên dengdar de legato yê qutbir nake, peyvên stranê diherikîne.

13- Di stranê de steqatoyê qasî legatoyê baş bi kar nayne. Cihê ku lazim e peyv bi resîtatîf û her kîte ji hev kutbir were bikaranîn, li hev suwar dike û gelembolek tê holê.

14- Di strana gotiye de glişendo ne diyar e (deng nehatiye kişandin/kêşkirin).

15- Di stranên xwe de trîl gelek caran rast bi kar aniye.

16- Li ser perdeya dema pêwîst bûye vîbrasyonê bi kar aniye.

Dema ku mirov li tesbîtên li jorê dinêre her xortek serhedê (Wan, Mûş, Agirî û hwd.) kêm zêde xwedî heman rengê deng in. Ango zêdehiyek Murat Akbaşli ne pir diyar e. Lê gelo ji bo çi ev ewqas bûye mijara medyaya civakî û populer bûye. Ji bo çi Zulfu Lîvanelî û Mahsûn Kirmizigul methê vî xortî dikin. Li gor min çend sebep hene lê ya girîng ev e. Li gorî agahiyên ku min wergirtine piraniya xebatkarên çandê wî nas dikin û li ser Murat nasekinin. Ger ji saziyên me bin ger jî ji xwesteka Murat ya ku demek berî demek bibe hunermend û populer. Terzên saziyên me yên bi vî rengî tenê ne li Wanê li gelek ciyan xwe dubare dikin. Lê rovî her tim xwe dide ber quçê disekine ku berxek ji çolê pez biqete ew jî bigire û bibe bike firavîna çêlikên xwe. Yên ketine pey Murat xwediyê vî hişî ne. Peyva xwe ya paşîn bibêjim; xortê hêja rovî xwe dane ber qûçê tu jî wekî berxikek ber maka xwe yî. Rovî xwe dane benda te ku tu ji refê xwe dûrkevî.