spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wekî kaniyê diherike…

Dilîşan Îbîş

Ruxmî ku ziman, îrade, hebûn û nasnameya wê di nav civaka paşverû de şerm dîtin û bi wê dan qebûlkirin, dîsa jî dikarîbû di sancoyên pêkhatina Şoreşa Rojava de, serî hilde. Ew jina kurd bû pêşenga şoreşê û avakera jiyana azad, polîtîk û demokratîk. Hêz û hişmendiya ku xwestin qêrîna wê ya ji bo jiyan û welatekî azad ava bike qut bikin, bi ser neketin; ji ber ku qêrîna azadiyê ji tarîtiyê û bêdengiya dibe ku dîrok neletê lê bîne bihêztir û bilindtir bû. Bi qêrîna berxwedanê û têkoşîna sedsalê pêşeroja zarokan ronî kirin, xewnên hevrêyên xwe yên şehîd pêk tînin, xewn û xeyalên bi dehan malbatên ku dixwazin aram bijîn, bi cih tînin. Jina kurd ji ew kelemên li pêşiya wê hatine çandin yek bi yek li hember wê şer dike û gavên ber bi xwebûna xwe ve diavêje.

Îro jinên kurd ji jinên tevahî cîhanê re jêdera hêz û îradeyê ne; ew rêya xilasiya ji tarîtî, koletî û guhertina hişmendiya hezar salan vedike. Bi şerê xwe yê li hemberî hişmendiya civakê û ya mêr dixwaze hebûna xwe ya wekî jin biparêze da ku di serdema 21’ê de bibe nimûneyeke berbiçav ji her zindiyekê re. Dema ku mirov li çavên jinên kurd ên şerker dinêre, asta hêviya serkeftinê û azadiyê dibîne. Di ronahiya çavên wê de xweşikbûna ruhê wê yê azad tê xuyakirin. Ji mirinê jiyaneke nemir û birûmet diafirîne.

Dagirker ne tenê ji hêz û îradeya wê, ji awirên wê yên mîna şûran jî ditirsin. Dema ku dengê şervaneke kurd dibihîsin çongên wan li hev dikevin û dilê wan dilerize! Ev jina kurd e ku bi şerê xwe yê li hemberî dagirkeran, ramanên xwe yên azad ku civakê pê perwerde dike û hezkirina xwe ya ji axa welatê xwe û hevrêyên xwe yên şehîd re, di dilê dijmin de mîna bombeyekê demdirêj e û her di nav wan de diteqe. Rêxistiniya jinên Rojava ji başûrê Kurdistanê zêdetir bandorê li bakurê Kurdistanê dike. Sînor di navbera wan de hene lê mejî, fikr û ramanên wan yek in.

Ruhê neteweyî

Çawa ku tiliya mirov dibe birîn bandorê li tevahiya bedenê dike, her wiha jinên Kurdistanê jî wisa in. Êrîşê Rojava tê kirin Bakur dengê xwe bilind dike, êrîş li Bakur tê kirin Rojava piştgiriyê didê; ev ruhê neteweyî ye. Bi vî ruhî wê gelek xewnên dapîr û bapîrên ku li benda  yekitiya gelê kurd in, pêk werin.

Ew bayê ku îro li Rojava li rûyê me dide û em bêhneke azad dikişînin hundirê xwe yê şewitî, bi saya hevrêyên me yên şehîd in; bi saya Arîn Mîrkan, Rêvana û Barîn, Zehra û Zîn û Zîlanan e, Dilîşan û Avestayan e. Ew keziyên gulîmorî yên hinekirî xweşikbûna ruh û hevgirtina jinan di rûyê dijmin de dide diyarkirin. Jin li ku derê be jiyan, xweşikbûn, afrînerî, rêxistinbûn, azadî û ronahî li wir e. Wê her wekî kaniyê biherike, li ciyekî nesekine û wê tu bendav nikaribin herikîna wê asteng bikin. Kanî namiçiqe, her xwe nû dike û pê re xweza, derdor û cîhan şîn jî dibe.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê