Rojnameya Heftane

Welatê Antîakos ê zîrek: Komagene 2

… Dil dixwest me welatê Antîakosê zîrek, ji paytext Samosatayê dest pê bikira. Lê ji ber paytexta Komagene Samosta di bin ava bendava Ataturkê de maye, encax bi cil û bergê noqavgêr (dalgiç) ê profesyonel me dikarîbû xwe berda binê avê û Samosata bidîta. Her çiqas min xwe ji vê yekê re xweş kiribû jî, lê min ev daxwaza xwe taloqî havîneke din kir û em ketin ser riya havîngeha Komagene, Arsemiyayê. Çawa dinêje, Arsemiya paytexta Komagene a duyem dihat hesêb.

Di rê de, xeyalên Samosata yên min ew di dîmenên reş û sipî de dîtibû, li ber çavê min zindî dibe. Samosta, nola jineke ducanî xwe li ser piştê dirêjkiribû û hêdî hêdî avê dida ser girê qesir û konaxên Şahînşahê li ser hatibû avakirin…

Heta em diçin Arsemiyayê, xeyalên min ên reş û spî xumam digire. Bi temamî ez wan xeyalan bi awayekî demî di bîrdanka xwe de diqerisînim û ji hêla rojhlat ve li ser milê xwe yê çepê dadigerim nav bajarê Arsemiyayê.

Arsemiya

Bajarê Arsemiyayê, li ser bilindahiya çiyê hatiye avakirin û navê xwe ji navê bavê bapîrê Antîakos wergirtiye. Em deştê didin milê xwe yê çepê û di xaçirêka berpalê re dimeşin. Li ser milê çepê, kêlberê Mîtrates Kalînîkos eniya xwe daye roja piştî nîvroj û zîq li hêla rojava dinêre. Terkên li ser rûyê wî yên xwezayî, dîtbariyeke piştrastkirinê ya mirovekî ji dem û dewranên berê dida peykêr.

Em jî berê xwe didin wê devera awirê Mîtrates Kalînîkos arasteyî ser bûye û dimeşin. Li berpala Arsemiyayê, di nav darên berû û mazî de, kêlbereke din derdikeve pêşberê me. Li ser vê kêlberê, mîna meriv mêvanê xwe pêşwazî bike, Antîakos ê zîrek bi destê Heraklesê bi hêbet girtibû. Ez jî diçim destê xwe dirêjî wan herdu mirovên xwedî keramet dikim. Li hêla min a çepê, Antîakosê bi zîrekî û culhetê xwe, derketibû dereceya xwedewendan, li hêla min a rastê jî Heraklesê xwedawendê hêz û hêbetê bû. Û destê min ê ji goşt û hestî, enerjiyeke muazem ji destê wan ê kevirî dimêje.

Bi baldarî ez li cil û bergên Antîakos ên tevhilkişandî hûr dibim. Xeftan û hewranê wî, şûr û şilfê wî, kemer û navtenga wî, a herî girîng jî taca li ser serê wî ya ji tîrên rojê, meriv ji xwe re bengî û bendewar dihişt. Awirên wî yên tûj, di bin birûyên wî yên nola hêva du şevî û li ser rûyê wî yê kurrkirî, şek û jîrikî diteyisîn. Taca wî ya bi tîrên rojê tûjik, eyan beyan asta serê Herakles derbas kiribû û ji jor ve zîq li hundurê çavê Herakles dinêrî. (Jixwe ji bo meriv stêrk, berû, gupikên ji serê şêr û sembolên din ên li ser cil û bergên wî şîrove bikin, divê meriv di beşa ilmên stêrkzanî û yên din de tibabekî pîspor be. Loma jî ez ê vê yekê bihêlim ji hêviyan kesên pîspor re)

Heraklesê nîvyezdan, li hemberî Antîakos hinekî gevçilandî hatiye sêwirandin. Li ser vê kêlberê, em Herakles dîsa tazî û dest bi ço dibînin. Zend û bendên wî yên lihevbadayî, zik û sînga wî ya bi reh û rinc, nola gurcika gê wanî girêk girêkî sêwirandî ye. Porê wî, riyê wî û mûyê wî yê heram, bi awayekî eyan kurîşkî ye. Ger tu baş bala xwe bidiyê, şêrek nola pisîkek çawa xwe bi nigê xwediyê xwe bifirikîne, wanî li pişt nigê Herakles fitilî ye û xwe pê difirikîne, balê dikşîne.

Antîakosê qralê Komagene yê herî navdar, ne mîna grekiyan û ne jî mîna persan bi rîh e. Di wê serdemê de di nav împeretoriya Romayê de jî, rûterraşkirin moda esalet û esilzadebûyînê bû. Li gorî ez lê dikolim, bavê Antîakos Mîtrates Kalînîkos û her wiha kalikê wî Samos jî riyê xwe her kurr dikirin. Jixwe peykerê wan jî welê rûterraşkirî ne.

Mîna meriv tiliya xwe danîbe ser dîkê tivingê, ez wanî tiliya xwe didim ber devê xwe. Ez di dilê xwe de, ji xwe re dibêjim: gelo ev moda rûkurkirinê, ji Komageneyê derbasî romayiyan bûye, yaxwud ji romayiyan derbasî komageneyiyan bûye? Hasilî kelam, hîn cihê ez lê bigerim pir in û ji lew ez hîn pirtir zêde ez li vê pirsa xwe tîr nabim. Ez destê Antîakos û mêvanê wî Herakles dihêlim di destên hev de û berê xwe didim tunelên mişt bi raz.

Ev tunelên razmend dadikevin ku gelo?

Ez xwe di tunela hêla rojhilat re dikim û pêpelok bi pêpelok dadikevim jêr. Digel dinya pirr germ bû jî, her ez dadiketim jêr, bayekî hênik li eniya min a xwêdandayî dixîne. Ez tibabekî dadikevim jêr, li wir êdî pêpelok diqede. Lê tunel berdewam dike. Êdî tunela bê pêpelok û serberjêr, nola gewriya ejderhayekî dixuyê. Zemîna şemitokî, fikaran li min zêde dike. Ger ji wê xalê û pê ve nig ji bin te bişemite, ka xwedê zane tu yê avê li ku derê vexwiyî!

Ez li wê derkê dibêjim zinq û disekinim. Li ber lempa telefona xwe ez li notê xwe dinerim. Tê gotin li jêra jêr, tirbek ji du jûran pêk tê heye. Yek a Mîtrates Kalînîkos e, ya din jî a serkeşîş e. Gelo heta niha kî û bi çi awayî daketiye heta jêr, ev baş nayê zanîn. Dibe ku bersiva van pirsan, li ser devê tunelê hatibe nivîsandin.

“Min xistibû aqilê xwe ku ez ê rojekê liyaqî pêşiyên xwe bim. Loma min bi baldarî, emanetên mezinên xwe yên pîroz, rakir ser niga, yan jî min ew ji nû ve li gorî şan û şerefa wan da çêkirin yan jî min da tamîrkirin. Min her tişt bi hûrmetî û baldariyeke mezin pêkanî. Bi vî awayî min ev emanetên pîroz yên bîrdariyê, bi îhtîşamtir û mezintir ji yên piştî min were re, hişt.”

Belê. Antîakos ê jîr û zanemend, ev gotinên dîrokî li serdera tunela tirba bavê xwe Mîtrates Kalînîkos niqarandibû û wekî mîras ji yên bişt xwe re hiştibû.

Li hêla rojavayên kêlbera qral Antîakos û Herakles, tuneleke din heye. Ev tunel, ji ya din firehtir e. Diyar e ev tunel ji bo di şerekî muhtemel de xwe tê re xelas bikin hatiye kolandin. Tunel, seraping ji tahtê hatiye kolan.Tişta tê gotin, ev tunel xwe berdide heta çemê Kextaya kevn û heta di binê çêm re derbasî hêla din dibe. Lê ji ber ev tunel bi caxên hesin hatiye girtin, tenê tu dikarî 10-15 gavan dakevî jêr.

Ez 10-15 gavan dadikevim heta jêr. Bi her du destan caxên hesinî digirim û li tunela zinc-î reş dinêrim; heta çav çavan dibirre, tarî ye; welê tariyeke tîr e, edetî tîr tê de naçe xwar! Çaxa ez li mebesta kolandina vê tunelê difikirim, çermê cesedê canê min tê li ser tepelika serê min dicive li ser hev û mû li laşê min dibe şûjin. Ez wer hest dikim ku ji kûrahiya tunela reş-xeniqî, hîbehîbek tê. Ew çendî tiştekî bi xofdar e rebbî!; hîbehîb, edetî qutufîner e!

Perre

Dotira rojê, em vê carê berê xwe didin bajarê miriyan yê Perre. Ev bajarê Komagene, hema bigire li perrê Semsûrê, hêla bakûr e. Ev bajar, bi tirbên xwe yên ji tahtê hatiye kolandin navdar e.

Ev tirbên hanê, her yek ji wan yê malbateke esilzadeyekî bûye. Gava meriv dikeve hundurê tirbê, di zikê tirbê de, şeş yan jî neh nîş derdikeve pêşberî meriv. Di nîvê tirbê de wekî hêwaneke piçûçik heye. Diyar e ew hêwanok, cihê gorîgehê ye. Çaxa kes dihatin ziyareta miriyên xwe, xwarin û vexwarina herî bi çêj a hingê dixistin wan gorîgehan. Hêjayî gotinê ye ku roja me ya îro jî ev keveneşopî, bi navê “şîva miriya” tê dayin.

Tişta bala min dikişîne ev bû: kesê mirî heke şervanek bûya, şûrê wî, heke bazirgan bûya hinek dirav datanî li ber serê wî kesî. Ango her kesek li gorî statuya wî hatibûye definkirin. Tiştekî din ê balkêş jî ew bû, hema hema di nav van tirban tevan de, şûşekên rondikan hatiye dîtin. Baş e, çi ne ev şûşekên rondikan? Rîwayet ew e ku çaxa kesk dimir, ji bo rêzgirtina li hemberî mirî, hezkiriyên wî/ê kesî, şûşeyek didan ber çavê xwe û rondikên çavên xwe diherikand hundurê şûşeyê. Ta şûşe ji rondikan tije dibû.

Tê gotin, dewlemendan, dirav didan xizanan û wan xizanan ji dêlva wan ve li ser miriyên wan digiriyan û ew rîtuela şûşe ji rondikan dagirtinê pêk dianîn.

Ji bilî tirbên Perreyê yên cihêreng, her wiha aşê zeytê, firin, şerabxane û gelek avahiyên din hene.

Li vî bajarê ku hîn pir tişt di binê erdê de veketiye û li benda derketina ronkahiya rojê ye, ez û nivîskar Mehmet Oncu bi hev re li navê bajarê Antîk ê Perreyê digerin. Ez dizanim ku Mehmet Oncu, deh salan midûrê çandê yê Semsûrê bûye û ew bi xwe ji vî karî teqawît bûye. Loma jî ez ji gotinên wî derdixim ku gelek tiştên veşartî di bin zimanê wî de heye. Hasilî kelam bi awayekî şîrînok ez li dora wî diçim û têm. Ew jî di wê zanebûnê de ye ka ez li çi digerim û nola kesekî berpirsiyariyek li ser milê wî be, wanî tevdigere û şekirekî ji bin zimanê xwe derdixîne: belê, rojekê dostekî wî, li wan derana digere û peykerxaneyeke tije peyker li wan deran cîyekî, di binê erdê de dibîne.

Ez vê razê û raza mozaîqên di bin erdê de, nola emanetek pîroz qebûl dikim û em lêdixin bi hev re vedigerin Semsûrê.

***

Pilansaziya me ew bû ku em ê dotira rojê biçûna Qere Qûş, Pira Cenderê û herî dawî jî derketana lûtkeya çiyayê Nemrûdê, ser textên xwedawendan. Lê ji bo em bernameyê bigihînin weşanê, em vedigerin Amedê. Mexseda me ew bû piştî meheke din, me dê gera xwe ya li welatê Antîakosê zîrek a nîvçemayî bi encam bikira. Piştî meheke din, em vê gerra xwe taloqî biharê dikin.

Lê a vaye bihar jî hat!… Heke ev şewba koronayê ya nola kabûsekî ji ser me rabe, yekser berê min li çiyayê Nemrûdê li ba textê xwedawendan û tirba Bîrdariyê ya Antîakosê jîr û zanamend e.

Hêvî ji Ahûra Mazda ku bihara me beravêtî nebe. De hûn jî bibêjin amîn!

(Didome)