Rojnameya Heftane

Xelaskirina pêşerojê û pûtepêdana paşerojê

Etîmolojîya peyva "dengbêj"ê ji hêla felsefeya zimannasîyê ve gelekî cîyawaz e: Deng + bêj, ne gotin+bêj. Di nivîsa xwe ya "Albûma Botan û Vejandina Dengan" de min hinekî li têkilîya deng û…

Gelo Kazimî jî bi derdê Qasim diçe?

Di dîroka nêz a Iraqê de navê General Ebdulkerîm Qasim xwedî cihekî girîng e. Piraniya pêkhateyên Iraqê jî bi erênî behsa Qasim dikin. Baş e di rastiyê de Ebdulkerîm Qasim kî ye?…

Welatê Antîakos ê zîrek Komagene IV

Piştî sê mehan ez nola teyrekî qefeskirî, xwe li qefesa xwe diqelibînim û xwe pirrî cîhana xwe ya azad dikim. Bê çawa teyrên Sîsalk ên soringî (kizil akbaba), yên geliyê Gerherê ji xwe re kirine mesken; aha ez jî wanî xwe li Kela Gergerê digirim û lêkolîna xwe ya li welatê Komageneyê ya nîvcomayî, ji cihê mayî berdewam dikim.

Ne îşê henekan e! Ev serê sê mehan e, ez jî wekî herkesî li malê hefsî me. Loma jî, hubir di qelema min de gewimî ye. Edetî bûye nola terşeke nedotî û li ser guhanan; aha wanî guhan lê zerpitiye.

Em li ber serê pira Nîssîbiyê disekinin û çavê xwe li keştiyên tûrê yên di geliyan di navbera pira Nîssîbî û Gergerê de diçin û tên digerînim. Lê malbateke Sêwregî ya li seyrangehê ji me re dibêje: “Ji ber nexweşiya koronayê, tûrên keştiyên li ser bendavê hatine rawestandin.”

Li ser vê yekê em arasteyî pirê dibin û cara duyem em di ser pira Nîssîbiyê ya li ser çemê Ferêt re derbas dibe û daxilê erda Komageneyê dibin. Em pirê derbas dikin nakin, em li ser milê xwe yê rastê dadigerin û ber û berê geliyê di navbera pira Nîssîbî û Gergerê de pêş ve diçin.

Zilamekî qemer ê di kirasê çermsoran de, hinekî li pêş, destê xwe ji me re bilind dike. Hew tenê destê xwe bilind dikir? Na wele! Camêro hemû bedena xwe, bi destê xwe re bilind dikir. Ji bo me bide sekinandin, edetî li ser nenûkan direqisî. Teyê sond bixwara ka ev mêrik bi bablekan, yan jî bi şemamê dilîze û direqise. Hevalê ajokar li korona moronayê ho venade û zilêm li tomofîlê (otomobîl) siwar dike. Tevî wî, em dibin pênc kes. Zilam, merivekî bi rû û têrpeyv e. Li tomofîlê siwar dibe nabe, direqînê û dest bi axaftinê dike. Gelek eyan bû ku mêrik birçiyê peyvê ye. Mîna korekî kêçek bikeve nav lepan! De vêca ne kêçek, em çar heb kêç, bibore çar heb pepûkên xwedê ketine nav lepê wî. Bê hayhewar! Edetî zilamê gewre, me ji hev hildipû û ji hev vediçirrîne. Wexta dipeyive, çav di tasa serê wî de dilîze û bê îstisna bi peyva xwe re dikene jî. Dengê kenê wî, nola lîrandinekê ye û hundurê tomofîlê tije ken dike. Ji lêvên wî yên reş re hisret e ku xwe li ser diranê wî yên sedefî bide ser hev. Hasilî kelam em apê xwe yê têrken û xweşsuhbet li gundê wî yê li ser devê rê datîne û em riya xwe dukudîne. Guhên me jî, bi daketina wî re ji xwe re xenê dibin.

Li hêlekê çavên min zeviyên serridî û jiyana gundên Semsûrê dipelînin. Li hêla din jî çavên min teyrê Sîsalk ê soringî dipelînin. Lewra ev teyrê hanê, tenê li van geliyên çemê Ferêt dijîn.

Di jiyana xwe de cara ewil e ez li vê herêmê digerim û her tişt ji min re pir xerîb tê. Pirr balkêş e ku hema hema li ber devê deriyê her malê yan ker, an hesp, an jî hêstirek tewilandî ye. Dilê min ji min re dibêje, ev herêmek bakîr e. Loma jî nola ez tiştekî entîke ji xwe re li erdê bibînim, wanî kêfa min ji vê herêma ku hîn zêde xumûm nehatiye ser re, tê. Di nava van hestan de hew ez dibînim em gihaştine jêrî kela Gergerê. Jixwe riya erebeyan jî li wir bi dawî dibû.

Kela Gergerê

Kela Gergerê, li ser kelateke bilind hatiye avakirin. Lê tişta ji kelê girîngtir ew e ku rolyefekî dêwasa yê bapîrê Antîakos, qral Samos li ser nîvê zinarê li ser kelatê hatiye niqirandin.

Hevalên kamereman, alavên xwe ji erebê dadixînin. Ji bo kêşanê, diron û kamerayên xwe amade dikirin. Di destpêkê de drona me hinekî serî li xwe digerîne. Min ji hevalan re got, heta hûn xwe amade bikin, ka ez jî bi kelatê re rapelikim, bê li jor çi heye, çi tune ye. Û bi çarolepê bi jor ve radipelikim.

Min dizanîbû bilind e. Lê bi rastî jî min nizanîbû bi vê xezebê ew çend bilind bû. Li cihekî, li nîvê latê ez asê dimînim; ne dikarim ber bi jor ve rapelikim û ne dikarim ber bi jêr ve dakevim. Heke nigê min ji ber min bişemite, ka xwedê dizane ez ê li ku avê vexwim.

Ez ji hevalan re li têlê dixînim û ji wan dixwazim tenê yek ji wan bi kamerayeke piçûçik were jor. Heta ez ji wan re dibêjim, rapelikîn pirr xetere ye. Heke çavên we nebirin, neyên jor.

Bi zehmetî be jî, ez ji wê neqeba xetere xelas dibim û bi baperka xwe digihînim jêra rolyefê qral Samos.

Qral Samos

Qral Samos, bi hemû îhtîşama xwe li jora min e. Ez hinekî din jî bi latê ve radipelikim û derdikevim ser nîvê lata rolyefê qral Samos. Ez li jorê xwe dinêrim, ez dibînim gihaştime texma kulêmekên wî. Ez wer texmîn dikim ev rolyefê qral Samos, di serdema qral Antîakos de, ango B.Z di navbera salên 69-36’an de hatiye sêwirandin û çêkirin.

Qral Samos, bavê Mîtredates Kalînîkos û bapîrê qral Antîakos e. Qral Samos, temelê dostaniya şahînşaha xwe û împaratoriya Selefkosan datîne. Paşê jî dotmîra împaratorê Selefkos, Leodîka bedew ji kurê xwe Mîtredates Kalînîkos re dixwaze û wan bi hev re dizewicîne. Bi xêra vê zewacê, temelekî pirr qewî ji şahînşahiya xwe re datîne. Bi vî awayî, pêşketina şahînşahiya wan, nola werma mahr diwerime û pêşve diçe. Loma jî qral Antîakos ê neviyê qral Samos, bapîrê xwe rûmetyar dike û vî rolyefê dêwasa û nuwaze dide çêkirinê û nemir dike.

Ez bi humetî rolyefê qral Samos lê vedunuhurum. Xwedêyo! Çi hesteke xerîb! Du hezar û pêncî sal beriya niha, ev rolyefê hanê ji hêla hosteyên Komageneyî ve hatiye terrişandin û edetî bedena merivekî bi giyan kiriye û ji zikê vê lata hanê derxistiye derve. Ez wer hest dikim, ez dibêjim hema ti nemaye qral Samos, bi sewta xwe ya gurr û qebe, her wiha bi wê rêbaza ji wan rêbazên mirovên zanemend, min pêşwazî bike û bi keremeta xwe min rûmetyar bike.

Qinabên sendeleta qral Samos, bi awayekî eyan li ser çîpên wî yên lihevbadayî dixuyê. Xeftanê wî, xwe di ser bedena wî ya atletîk ve berdaye û bi toqeyekê tevhilkişandiye. Şilfekî qut, di ber kemera navtenga wî de daliqandiye û nola teyrekî xwe li ser dawiya qevza şilfê wî veniştibe, wanî dixuyê. Rimek e dirêj di destê wî yê çepê de ye. Di destê wî yê rastê de jî tiştek heye, lê ji ber ku ew der hinekî herifiye, qenc jê nayê fêmkirin ka ew çi tişt e. Kolozekî tûjik, li ser serê wî ye û zîq li çiyayê hember dinêre. Sîtaveke tîr ketiye ser birûyê wî û ev rewşa hanê awirên wî razmend û xofdartir dike. Ez jî berê xwe didim wê dera awirê qral Samos dageriyaye ser. Ez dibînim çiyayê Nemrûdê yê tûj li hêla bakur-rojava ye û ilûçê wî yê tûjik, xwe gihandiye ezmanê şîn ê larcîwetî. Xelkê herêmê, ji çiyayê Nemrûdê re digotin, çiyayê Bêl. Belê. Tumulusê Nemrûdê, nola kolozekî zêrînî, li ser çiyayê Bêlê dibiriqîne. Meriv dibêje qey çiyayê Nemrûdê, kolozê qral Samos daniye ser serê xwe.

Dîmenên muhteşem

Ez ji ber rolyefa qral Samos derdikevim ser qotê kela Gergerê. Ez li jêr dinêrim, tomofîla me, nola reqê behrê, qeretta qeretta dixuyê. Ez deng li hevalan dikim, lê ez ti kesî li derdora tomofîlê nabînim. Ez ji ber wan diqilqilim. Ez bala xwe didimê, ez dinêrim xilbexilbek tê guhê min. Dîna ez dibînim, hew ez dinêrim her sê hevalên min ên kamereman û dron-firr di ber min re derdikevin. Her sê jî bi helkehelk in û edetî buhustekê zimanê wan ji devê wan rakişiyane.

Bi zehmetî be jî, em her çar li ser kela Gergerê ne. Bi qasî cixareyekê em bêhna xwe vedidin û em dest bi karê xwe dikin. Ji ber ti evdê xwedê li wir tine ne, em jî karê xwe bi dilê xwe dikin. Li hêla rojhilatê kelatê, çemê Ferêt û li hêla bakur-rojava jî Textê Yezdanan, çiyayê Nemrûdê bi hemû hêbeta xwe ya muhteşem, mîna mirêkê li pêşberî me ye.

Ne artêşek, pênc artêş jî werin, dîsa jî nikarin vê kelê zeft bikin. Em li ser kelatê, karîz û gelek avahiyên din jî dibînin. Tişta bala me dikişîne ew e ku bi dehan darên mêweyên curbicur li ser kelatê hene. Ji darên guhwîjan bigire heta darên hejîr, tuhok, hinar, hurmuyên alîsor, tû û bihêvan ji ber xwe ve li wê derê hêşîn hatibûn. Û guliyên wan ji ber mêweyên pêve, daliqandî bûn.

Piştî bernameya me bi dawî dibe, ez ji wan her darên mêweyan çiqilekî jêdikim û tînim bi rêzdarî li ber nigê rolyefê bîrdariyê yê qral Samos datînim. Û mîna meriv qralekî bisalvîne, disilavînim û xatirê xwe jê dixwazim.

Vê carê berê me li hêla çiyayê herî bilind, ew dera awirê qral Samos dageriyaye ser, li Textê Yezdanan e.

Temaşekirin qedexe ye!

Em li nêzî çiyayê Nemrûdê li pansiyonekê bi cih dibin. Û em beriya rojhilat, xwe ji ser çiyayê Nemrûdê re amade dikin. Lê xwediyê pansiyonê, hewesa me di ber me de dihêle; dibêje belasebeb xwe mişhet nekin. Lewra Nemrûd, tenê di navbera dehê sibê de, heta heftê êvarê tenê ji serlêderan re vekiriye. Ev jî tê wê wateyê em ne dikarin li rojhilat temaşe bikin û ne jî li rojava.

Ji bo xwediyê pansiyonê xwe têxe çavê me, dixwaze qenciyekê bi me bike û dibêje: “Navbera min û fermandarê qereqolê xweş e. Ez ê biçim bibêjin mêvanên min ên gelkî ezîz hatine, ji bo derkevin ser çiyayê Nemrûdê. Dibe ku ji bo xatirê min, ew we berdin.”

Ez di dilê xwe de ji vê diayê re nabêjim amîn. Lê axir ceribandin tiştekî ji me kêm nake.

Piştî demeke kurt, zilamê me bi rûsarî ji qereqolê vedigere. Ango dewla me bi avê neket. Hasilî kelam ez li dostê xwe lêkolîner-nivîskar Mehmet Oncu digerim û wî dixim dewrê. Lewra Mehmet Oncu derdora deh salan mudûrtiya bajarê Semsûrê yê wezareta çandê kiriye û ew gelek kesan dinase. Piştî nîvsaetê, rayedarekî mudûriyeta wezareta çandê li min digere û dibêje, niha mesaî xelas bûye. Sibê li derdora nîvrojê ez ê xeberê bidime te.

Ev jî tê wê wateyê serê sibê zû, em ê nikaribin li ser çiyayê Nemrûdê, roja hiltê pêşwazî bikin û bi lêvên eniya xwe, tîrêjên roja zêrînî bimaçînin. Lê me nêt tune ye ku em roja xwe pûç bikin û wê bikujin.

Serê sibê em taştiya xwe ya mîranî di nav baxçê pansiyonê de dixwin. Paşê em lêdixin diçin Tumulusê Qereqûş, Pira Cenderê û Kela Kextayê.

Di xeleka bê de, em ê bi hev re li van her sê cihên razmend û nuwaze bigerin. Li bendê bin.