Rojnameya Heftane

Welatê Antîakos ê zîrek: Komagene

Riya qîr, deşt û newalan vediqelêşe; edetî nola marekî reş, lefekên xwe li hev dixîne, çiv û fetlekan li xwe badide; marê reş dixwuşike û dibeze, em jî bi heman lezê li ser pişta wî ne. Li rast û çepên me, zeviyên serridî yên ku nola meriv ew di nav ava zêr de dakiribe, wanî li hêviya dirûna zend û bendên bi xêr û bêrin.

Vê niqlê berê me li cih û warê qralê zîrek, pîrê dîplomasiyê, dahênerê senteza baweriyên ji hev cuda, welatê qral Antîakos, Komagene ye. Di dîrokê de hinek kesayetên welê xurt hene, edetî ji welatekî mezintir in. Çawa Îskender, ji welatê xwe Makedonyayê, mezintir e, qral Antîakos jî ew çend ji Komageneyê mezintir e. Lewra ne bi xêra avakirina tirbên bîrdarî, kîtabeyên li ser erda Mezopotamya yên herî mezin, daçikandina peykerên xwedawendên Yewnan û Med-Persan û her wiha kêlberên bav û kalên xwe, ma ew ê kî ji me bizanibûya ka welatekî bi navê Komagene heye?

Qral Antîakos ê zana û zîrek, ew çend ji ber xwe piştrast bûye, edetî bi yezdanên hingê re ketiye qayişkêşê.

Her ku em nêzîkî erdnîgariya Komageneyê dibin, şahiya min a zarokane di defa sînga min de leqaleqa dibe û nola kela kefa şîr di ser re biqulupe; edetî ez di xwe de hilnayêm. Nexasim çaxa çemê Ferêt, nola gerdeniyeke lacîwertê ezmanî, li ser gerdena Komageneyê dixuyê, hingê coş û kelecana min derdikeve asta herî rajor. Û em di ser pira Nîssîbî re daxilî erda Komageneya şîrîn dibin.

Stargeha şaristaniyên têkçûyî: Komagene

Çaxa meriv li Mezopotamyaya jorîn a jêrîn û Anatolyayê digere, meriv têderdixîne ku meriv li nav goristaneke dêwasa digere. Erê. Hew xwedê dizane û dîrok dizane bê ka vê erdnîgarê serê çendik û çend şaristaniyan xwariye! Gotineke pêşyan heye, dibêje: ji pezê pirr, maye kavirê kurr! Belê. Piştî Gûtî, Hûrrî, Mîtanî, Ûrartû-Xaltî, Med, Kardak û hinekên din, têkçû. Li dewsa van împerator û dewletên pêşiyên kurdan yên dêwasa, miletekî nola keriyê pez yê ku gur ketibe navê, wanî belawela mabû li naverastê.

Ma hew tenê pêşiyên me têkşikestibûn? Na! Hûn bala xwe bidin edaleta xwedayî; ew şaristaniyên bûbûn sedemên têkçûna pêşiyên me, ew bi xwe jî tevdek têkşikestibûn. Û tew di ser de jî erdnîgara bav û kalên me, ji wan re bûbû stargeha wan.

 

Ev kî bûn? Ev Sumerrî, Hitîtî û Lowiyên xizmên pêşiyên kurdan bûn. Her wiha Aramî, Asûr û Persên cîranên me bûn. De me li jorê jî got. Edaleta xwedayî tecelî bûbû û xortekî bi navê Îskender radibe. Edetî nola bangêrekî di ser Persên dagirker re derbas dibe. Îskenderê min û we, artêşa Persan a nola xezeba xwedê têkdişkîne, paytexta wan Persepolîs di ser serê Daryûs de dihedimîne û derbas dibe diçe heta geliyê Îndîsûyê vedigre. Paşê vedigere tê li Babîlê bi cih dibe.

Îskender gelekî dikeve bin bandora şaristaniya Mezopotamyayê û ew dixwaze baweriya zerdeştî û baweriya grekan li nav hev bixîne û baweriyeke nipînû jê derîne. Lê Îskender bêwext dimire û ev daxwaza wî nayê cih.

Piştî mirina Îskender, generalên wî wê îmeratoriya dêwasa li hev parve dikin. Lê her miletek, yan jî her êlateke mezin û bi kok, bi awayekî nîvserbixwe di bin sîwana van împeretoriyan de xwe bi xwe, xwe bi rê ve dibin. Ji van êlatan yek jê êlata Komagene ye. (Divê em vê yekê bibîrbînin ku, Komagene, werisê hukumdariya Kûmûhû ye û ev hikumdariya Kûmûhû B.Z di sedsala 7’an de, li ser dika dîrokê li ber çavan dikeve. Û gelek lêkolîner her wiha dîroknas, qala êlateke Hûrriyan a bi navê Kûmûhû-Komagene dikin)

Her diçû, îmeretoriya Selefkosî lawaz dibû û mîrekiyên di bin sîwana wê de, yeko yeko serxwebûna xwe îlan dikin.

Serxwebûna Komageneyê

B.Z di sala 163’an de waliyekî bi navê Potalamaes, serxwebûna xwe îlan dike. Paşê, kurê Potalamaes yê bi navê Samos derdikeve li ser textê hukumdariyê û tavilê dest bi reforman dike.

Qral Samos destpêkê tifaqa miletê ji hev cuda û di bin sîwana hikumdariya wî de dijiya, zexm dike. Paşê jî dest bi hilberîna dewlemendiya sererd û binerda welatê xwe dike. Lana hesin dide xebitandin û vêdikeve ji bo artêşên nîzamî, dest bi çêkirina şûr û şilfan dike. Ji hêla din ve aşê zeytê çêdike û bi qasî îxrac bike, zeytê difroşe welatên din ên cîran. A herî girîng jî şerabeke bi marqa Monarît dihilberîne. Di wê demê de, bi navê marqekê hilberîna xwarin-vexwarinê, tiştekî kesnedîtî bûye. Li hêla din qral Samos paytexta xwe Samosata zexm dike û tîcareta di ser çemê Ferêt re bi pêş dixîne.

Qral Samos di warê dîplomasiyê de jî culhetkar tevdigere û dotmîra qralê Selefkos a bi navê Laodîkya ji kurê xwe Mîtradates Kalînîkos re dixwaze (di vir de em dibînin navê xwedawendê rojê, Mîtra li kurrê xwe kiriye). Bi xêra vê zewacê, dewleta Komagene nola ‘werma mar’ bi pêş dikeve.

Ji zewaca Mîtradates Kalînîkos û Laodîkya lawek çêdibe. Navê kalikê wî Antîakos ê bavê Laodîkya li wî lawî dike û navê wî jî datîne Antîakos.

Antîakosê zîrek, nola berxê li du makan bimije, wanî mezin dibe. Ji hêla bavê ve, ji binemaleke biesil e û ji hêla dê ve jî xwe digihîne Selefokosên ku xwe ji malbata Îskender dihesiband. Antîakos bi vî awayî, ji ber xwe piştrast mezin dibe.

Bi vê bîr û baweriyê Antîakos B.Z di salê 69’an de derdikeve ser text û xwe wekî dostê Romayê îlan dike (Lewra generalê romayî yê bi navê Lucullus, gelekî li pîbarê Komageneyê û her wiha hevnijada wê Kurduene rabûye û gefa Tîgranê ermen ji ser çavê wan rakiriye). Di vê hênê de, împeretoriya Romayê hînê nû serhildana Spartakûs tepiser kiriye û hukumdarê romayî yê nola roviyekî kone, Pompey derdikeve sefera rojhilat.

Pompey tê bi Antîakosê zîrek re dicive û bê berdêl bajarê Zeûgmaya gelkî stratejîk û dewlemend, bi ser erda Komageneyê ve berdide.

Piştî qral Antîakos dostaniya xwe bi Romayê re xurt dike û şûnve, vêca mervantiya zewacê bi hikumdariya Partan re datîne. Bi vî awayî dîplomasiyeke bêhempa dimeşîne û herdu hikumdariyên dêwasa, dixesîne.

Piştî meşandina dîplomasiyek ev çend culhetdar û biaqilane, Antîakos êdî bajarên muhteşem ava dike û xwedawendên hingê vedihewîne li ser erda bixêr û bêr a Komageneyê û wan li hev dicivîne. Edetî mîsyona navbênkariyê dimeşîne. Bi vê mebestê, Antîakos dixwaze miraz û mexseda xalê xwe Îskenderê Mezin bînê cih û cîhana rojhilat û rojava li dora vê baweriya nîpînû bicivîne.

 

*

Serê sibê zû em li mala dostê hêja, Mustefa yê rojnameger xwurêniya xwe dikin. Paşê em li gel nivîskar û lêkolîner Mehmet Oncu ji Semsûrê derdikevin û em berê xwe didin havîngeha Komageneyê, Arsemiya a bi destên hostayên komageneyî hatibû evakirin.

Li Arsemiyayê, qral Antîakos me pêşwazî dike. Em dinêrin beriya me mêvanekî wî yê din jî heye. Antîakos, bi destê xwedawendê hêzdar Herakles ê bi hêbet girtiye. Ez jî diçim destê xwe dirêjî destê wam herduyan dikim…

 

(Didome)