Rojnameya Heftane

Ken ji dev û lêvan hêvî ji çavan kêm nebûn

Ji derengmayîna min, ji xemsarî û sersariya min bihesibînin vê nivîsê. Bêguman ji heq nayêm der li ser binivîsim. Nazdar e êşa nivîsê, giran e derdê hevokê, cirnexweş in çêkirinên rêzikan li…

Velgê dare ruçikit kerd çuwalan

Hawtanê derbaz bîyayeyan de ma qalê Siltan Silemanî kerdbî. Tilya ey de ju gîştanêestbîyo hûrînda nêxşê gîştanî de morê ey bîyo. Cebraîlî no mor dayo Siltan Sileymanî. Saya nê morî ra dinya…

Welatê Antîakosê zîrek: Komagene VI

…Kêşana me ya tumulusa Qereqûşê, pira Cenderê û kela Kextayê saet di 5’ê êvarê de qediyabû. Ji bo em vegerin pansiyona xwe ya li gundê binetara çiyayê Bêlê/Nemrûdê, em li ser riya Arsemiyayê ya havîngeha Komageneyê re derbas dibin. Riyeke din jî heye lê em dixwazin di ser Arsemiyayê re derbas bibin. Lewra li gorî tê zanîn, hemû pilansaziya çêkirina peyker û tirba bîrdariyê ya çiyayê Nemrûdê, li Arsemiyayê hatiye çêkirin. Loma jî ez meraq dikim her carê hoste Zozîmos û şagirtên xwe bê ka bi çi awayî, ji Arsemiyayê bi nabêna 15-20 kmyî bi çiyayê Bêlê ve rapelikîne, çûne û hatine.

Wexta em di kêleka Arsemiyayê re derbas bûn, rulyefa qral Antîakos û Herakles li berpalê, di nav dar û deviyên darên berû û mazî de ji me ve dixwuya. Esaleta darên berû û maziyê, ji îhtîşama qral Antîakos ne kêmtir bû.

- Advertisement -

Di nav xeyalên mijeke di rengê şîrkî de, em bi çiyê ve radipelikin. Dar û berên wê newalê, şahidên van gotinên min in. Dengê reqereqa simên hespan, li viyalî û wiyalî newlê olan dide. Ewan hespan di nav moraneke razemend de, di xwêdanê de kumêt bûbûn û bi diranên xwe yên nola ferşan, gemên xwe di devê xwe de dikojtin. Û siwarên li ser pişta wan, siwarên tevhilkişandî, atletîk û qemerî!

Tomofîla me nola min hişyar bike, nuqurçikan dide xwe û xwe dide kêleka rê. Li ser vê yekê ez jî bi xwe dihesim. Hesp û hêstirên rêsî lêbarkirî ji jor ber bi jêr ve dimeşiyan. Ez jiyana xeyalî û ya rasteqîn li nav hev dixînim û ez têgihiştina demê wenda dikim. Li min wisa eyan dihat ku ew gundiyên ji dirûna rêsiyan vedigeriyan, ew hoste Zozîmos û şagirtên xwe ne û ji çiyayê Nemrûdê vedigerin diçin Arsemiyayê. Dîtin û gotina vê kêlîkê nabin yek…

Bi van nîv-xeyal û nîv-rastiyan, em derdikevin ser çiyayê Bêlê, ango çiyayê Nemrûdê. Ji bo pêşwazîkirina rojhilata siba tê, me xwest em tetbîqateke piçûçik çêbikin. Lê hîn jî tam ne diyar e ka ew ê rayedar destûrê bidin em li rojhilat temaşe bikin an na. Lewra min berê jî qal kiribû, wezareta eleqedar, ji ber nexweşiya koronayê, temaşekirina rojhilat û rojava li ser çiyayê Nemrûdê qedexe kiribû. Tişta ji me re hatibû gotin, di rojên asayî de bi hezaran mirov derdikevin ser lûtkeya çiyayê Bêlê/Nemrûdê û sêra hilatina rojê dikin.

Diviyabû îro heta êvarê, rayedarê muzexaneya Semsûrê, cewabek bida me. Lewra bi navbênkariya dostê hêja nivîskar Mehmet Oncu, erca me di wî rayedarê muzexaneyê de dibuhurî. Em hêvî dikin ku erca rayedar jî di nobedarên Nemrûdê de bibuhure û di berbanga sibehê de, em bigihêjin mexseda xwe.

Bi qasî kîlometreyekê tesîseke mezin hîna nû li jêra tumulusa Nemrûdê hatiye avakirin. Em dadigerin tesîsê. Tezgehdarek me pêşwazî dike. Tezgahdarê min û we yê gewre, edetî devê me girê dide. Hema ew dibêje çi, em dibêjin hi’hi, hi’hi! û em erê dikin. Ti nemaye me bişêlîne. Heta hindik mabû lawikê licêyî, Mehemedê qamereman jî bihata xapandin. Mehemedê min û we jî, guhê wî dilivin; edetî dikare mû ji mar bike û nehêle bi xwe jî bihese. De vêca hesab li ba we ye, bê tezgahdar çiqasî “îpsiz e”

Hasilî kelam ez serê we neêşînim (ku serê we êşiya jî, paçikekî lê bigerînin) me xwe firtê firtê ji nav lepê tezgahdarê gewre filitand. Ne hedê wî bû ku bikarîbûya bi lawikê licêyî, Mehemdê qamereman re kaba xwe bavêta(!)

Heta me xwe gihand pansiyona xwe, ji birçîna zikê me bi pişta me ve zeliqî bû; ew sibe û ev çax, em li ser zenga diranan bûn. Lê axirê bêje hema xwedê kir, firina xwediyê pansiyona em lê diman hebû û hevalan du saet berê xebar dabû xwediyê pansiyonê, da ku tirşikek li ber goşt, ji me re bavêje firinê.

Heta me dev û rûyê xwe şûşt, aşpêjê firinê gazî me kir û got werin xwarin amade ye.

Li pêşiya firnê, zir-darek tûyê hebû û me yê li bin siya wê darê, xwarin bixwara. Beroşa qermîtkî a tirşikê, li ser maseya tekerê qabloya ptt’ê danîbûn. Em li dora maseya xwe ya girover rûniştin. Xwarina di vê beroşê de, zû zû sar nabe; hîn jî tirşika me ya di beroşa qermîtkî de, nola magmaya volqanîk peqok vedida û dikeliya.

Piştî xwarinê, em ji aşpêj re dibêjin: divê tu heqê firax-şûştinê ji heqê xwarinê bikujî. Aşpêjê gewre têderdixe ku ev îronî, wesifdayîna xwarina wî ya ekildar e û me binê beroşê alastiye. Loma ew jî bi tiqetiq, di bin simbêlan de dikene û tiştekî din nabêje. Aşpêjê min û we radihêle bêrê di bin maxmaxa agirê firnê de dike, tîne wê tirafa ji darên berû û maziyê, valayî manqilê dike û ji bo çêkirina çayê, qero dixîne xwêdanê.

Roj li ber ava ye, lê hîn jî rayedarê muzexaneyê li me negeriyaye. Ji hêlekê ve ez çaya xwe kurr dikim û ji hêlekê ve jî telefina xwe di nav destê xwe de dibim û tînim. Heçko li min eyan hatiye ku em ê mizgîna xêrê ji devê rayedarê muzexaneyê nebihîzin. Loma jî ez naxwazim piştî xwarinek û çayeke efsanewî, tehma devê xwe xerab bikim.

Piştî qedeha nizanim a çendemîn, ez li rayedarê muzaxanê digerim. Bi dengekî sist ez bersivandim û tehma devê min tahl kir.

Wekî din kî ma kî nema! Hah! Ji nişka ve dostekî min ê li Stenbolê tê bîra min. Ji hazira ne çêrir be, merivekî pirr baş e. Jixwe berê jî wî camêrî ji min re gotibû, riya te bi wan aliyan ket, haya min jê bike. Hema ez radibim tavilkê li wî digerim û merema xwe jê re dibêjim. Ew jî hemû daxwaziya min li ser serê xwe qebûl dike û dibêje: ez ê merivekî bişînim ba te, navê wî filankes e. Ew bixwe nobedarê li ber peykerên çiyayê Nemrûdê ye. Bi awayekî sernuxumandî û perdekirî tiştekî ji min re dibêje.

Ez ji gotinên wî yên binbirex têdigihêjim ku ew merivê were ba me, qurucî ye. Ez di dilê xwe de dibêjim, bavo bila îşê me biçe serî, tu hez dike bila qesasê bavê min be!

Cara duduyan, kela çayê li qeroyê xwêdandayî dikeve. Di wê hênê de, ew zilamê em li bendê bû ew jî tê. Min wa texmîn dikir ku ew mirovê em li bendê ne, yekî reş î qertîşî ye; neûzûbîleh tewqê cehnimê li ser rûya ye. Lê na! Ez li xwe mikur werim, tam kesekî belaeksî vê texmîna min bû; xortekî tîtal î qeşeng bû, her wiha zarşîrîn û bi siyanet bû. Ji bo ku ez di derheqê wî de wanî neyênî fikirîbûm, ez xwe bi xwe li ber xwe dikevim. Ê ma ez rebenê xwedê çi zanim! Heta niha min çiqas kesên qurûcî dîtibûn, tevdekên wan li gorî vê terîfa min a li jorê bûn….

Hasilî kelam, her çiqas ev xortikê qurûcî bi sidqê sadiq li gel vê daxwaza me bû jî. Lê hevalên wî yên din bi gura wî nekirin. Û mexseda me neçû serî.

Min pirr li ber canê xwe dabû ku em gera xwe ya li welatê Antîakosê zîrek Komageneyê, li ser textê yezdanan bi bernameyeke zûzû neyê jibîrkirin, wekî bernameya fînalê tacîdar bikin. Lê mixabin ev ji me re neserifî.

Rayedaran got, kafir kuştiye encax di navbera saet dehê sibê û heftê êvarê de, hûn ê bikaribin li ser lûtkeya Nemrûdê bimînin.

Piştî ewqas hewldan, dewla me bi avê nakeve; em li ber sîngê xwe mexel tên. Û ji bo dema destnîşankirî, em xwe ji sibê re hazir dikin.

Wekî serencam: ev serê 2 hezar û 56 salan e di ser wefata qral Antîakosê gewre re derbas bûye. Lê hîn û hîn jî, ev qral û dahênerê baweriya ku hîn navek li wê baweriyê nehatiye kirin, pizika serê zimanê cîhana arkeolojiyê ye. Her wiha miraqa ku meriv kuruderî dike û pirsên bê bersiv, yên ku mejiyê meriv dikeritîne ew e: gelo tirba bîrdariyê ya qral Antîakos a di binê tumulusê de, tirbek çawa ye???

 

Derketina ser textê yezdanan

Tu yê sond bixwî yê derdikeve ser çiyayê Nemrûdê, ne ez, qral Antîakos bixwe ye. Rapelikîna bi vî çiyayê razmend, ew çend meriv qure dike, meriv dibêje qey ew mêr derketiye asta qralan. De ka, ev çiya merivekî ji rêzê wanî serî lê mezin bike, ma qralê çiyayek daniye ser çiyayekî û bi dehan peyker û rulyefên xweda û xwedawendan li dorê çikandine, ew ê çawa xwe dernexîne dereceya yezdanan!?

Kelecana min ne kêmî kelecana arkeologên Alman yê bi navê Otto Puchstein û Karl Sester bû. Van kesan, têêê ji Almanyayê di sala 1882’an de didin rê, tên dibêjin tir, tir, tir û derdikevin ser vî çiyayê razemend. Û çaxa çav li peykerên yezdanan ên dêwasa dikevin, devê wan ji hev diçin û tê digihêjin heta belika guhên wan.

Belê. Di taliyê de ez derdikevim ser çiyayê Nemrûdê û her pênc yezdan; Antiochos-Theos, Fortunatike-Kommagene.

Zeus-Orosmasdes-Ahûrra Mazda, Apollon-Mithras-Helios-Hermess, Artagnes-Herakles-Ares, her wiha şêr û teyrê homandêr yên hukumdariya Komageneyê, min pêşwazî dikin.

Yek ji wan pênc yezdanan jin e û navê vê xwedawenda Komageneyê ye.Taceguleke ji hemû mêwe û fêkiyên xwedê, li serê wê ye. Û ev xwedawenda jin, di heman demê de xwedawenda homandêr (koruyucu) a şahînşaha Komageneyê ye. Her wiha, navê wê daye şahînşahê û kiriye Komagene. Gelek lêkoler dibêjin, ji ber ku di alfabeya grekî de tîpa “j” tune ye loma li şûna tîpa “j” tîpa “g” hatiye bikaranîn. Li gorî xedawenda şahînşahê ya homandêr jin e. Gelekî bi mantiq e ku ev nav ne Koma(g)enê, Koma(j)inê be. (Bêguman ev yek motaja piştrastkirinê ye)

Cara ewil ez çav li tumulusa ji şujuk û kevirê hûr pêkhatî dikevim, ez wê dişibînim taca li serê qral Antîakosûsê 1. Meriv dibêje qey qral Antîakos, taca serê xwe ya i’lûçî daniye ser serê çiyayê Bêlê.

Tê texmînkirin ku ev tumulusê gewre, di destpêkê de nêzî 100 metreyî bilind bûye. Lê niha tibabekî mehiyaye û tenê maye 50 metre.

Welatê yezdanan ê hevpar: Komagene

Qral Antîakos ê 1. piştî bi hemû hukumdarên cîranên xwe re peymana aştiyê girê dide, êdî pêdikeve dest bi avakirina perestîneke navendî dike. Heke meriv rewşa baweriyên hingê bîne ber çavan, wê çaxê meriv ê heq bide qral Antîakos ku bi avakirina navenedek wek a çiyayê Nemrûdê û her wiha senteza baweriya rojhilat û rojava, tiştekî gelekî serkeftî pêk aniye.

Jixwe di baweriya mîtraîzm û ya Zerdeşt de, roj remza herî pîroz a xwedayî bûye. Loma qral Antîakos, perestegehê li ser çiyayekî were ava dike, çaxa roj hiltê û diçe ava, e’detî tumulsa Nemrûdê silav dike û di nêzîkî wî re derbas dibe diçe.

Meriv dikare bibêje, ne bawermendên mîtra, ne yên Zerdeşt û ne jî yên Apollo-Zeûs, bi qasî qral Antîakos navendek wanî herkesî bihimbêzîne, ava nekirine. Qral Antîakos gotiye: madem roj ev çend pîroz e, nexwe divê ez perstegehê li nêzî wê ava bikim û hemû yezdanên cîhana rojhilat û rojava bînim li wir biçikînim. Û qral Antîakos wer jî kiriye. Welatê xwe Komagene, kiriye navenda civîna yezdanan. Û li ser xelkê xwe ferz kiriye, salê du caran derkevin ser textê yezdanan û nola hecê wê bitawafînin. Her wiha Antîakos di Nomos (ayet/peyman) ên xwe yên pîroz de nivîsandiye, gotiye: di roja tewafkirinê de, divê keşîşên peywirdar, xwarin û vexwarinên xweş ji tewafkaran re pêşkêş bikin.

Di destpêkê de îlankirina vê baweriyê, pir xweş cihê xwe digire. Lê bêsiûdiya herî mezin ew e ku, piştî îlankirina baweriya Antîakosî 40-50 sal şûn ve, bi pêşengiya asûran, baweriyeke bi navê xiristiyaniyê tê belavkirin. Bi belavbûna ola xiristiyaniyê re, baweriya Antîakos xwe li ser piya nagire û di gel welatê wî Komagene, baweriya wî jî hildiweşe û di nav rûpelên dîroka tozgirtî de têbinaxkirin.   (Dawî)