25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Welatê di nava pencên koronayê de jibîrkirî

Gelo çima welatê Peruyê niha ji her deverê cîhanê bêtir di nava pencên vîrûsa Covîd 19 de bê çare maye? Niha li vî welatî hejmara kesên ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane ketiye rêza duyemîn di cîhanê de. Rewşa nexweşiyê li vî welatî ji welatên din ên ku herî zêde ziyanê ji vê vîrûsê dîtine ango ji rewşa Amerîka û Hindistanê xerabtir e.

Li Peruyê derdora 33 milyon kes dijîn lê hejmara kesên ku ji ber vê vîrûsê jiyana xwe ji dest dane bû 190 hezar kes. Ango her ji milyonek kesî 5 hezar û 699 kesan jiyana xwe ji ber vê nexweşiyê ji dest dane. Li Amerîkayê ku hejmara nifûsa wê  333 milyon e hejmara kesên jiyana xwe ji ber koronayê ji dest dane gihiştiye 617 hezaran. Ango ji her milyonek kesî hezar û 854 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Lewre jî rewşa vî welatî hem ji ya Hindistanê, hem jî ji ya Brezîlya û Amerîkayê xerabtir e, lê tevî wê yekê bala hemû çapemeniya cîhanê li ser wan welatan bû û zêde behsa Peruyê nedihat kirin.

Ji aliyekî din ve li gorî raporeke zanîngeha Johns Hopkins ya çavdêriya koronayê hejmara kesên ku li seranserê cîhanê bi vê nexweşiyê ketine 178 milyon derbas kiriye, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 4 milyon derbas kiriye û hejmara derziyên ku heta niha hatine kirin 2 mîlyar û 6 milyon derzî derbas kiriye.