Rojnameya Heftane

Welatekî di bin simên mêtingeriyê de perçiqî: Cezayîr!


Di destpêka salên 1830’yî de dewleta Osmanî li hember fransiziyan nikare li ber xwe bide û fransizî tên li axa Cezayîrê bi cih dibin ango ew dixin bin serweriya xwe. Bêguman ev sedsal sedsala lêgerîna çavkaniyên aboriyê ye; destpêka kapîtalîzmê û ya mêtingeriyê ye. Fransa jî bi vê hincetê çavsoriyê dike û berê xwe dide Cezayîrê

Ardîn Dîren

Em di serî de qala çîrokekê bikin û wiha dest pê bikin:

“Serok û wezîrên cezayîrî bi balefirekê ji peytextê diçin bajarekî din ê Cezayîrê. Piştî balafir ber bi asîman ve bilind dibe, wezîrek ji berîka xwe sed dînarî derdixe davêje xwarê û wiha dibêje, ‘Ez bi vî sed dînarî kesekî cezayîrî bextewar dikim.’ Wezîrek din jî heman tiştî dike û dibêje, ‘Kî vî sed dînarî bibîne, ew ê bextewar bibe.’ Hemû wezîrên di balafirê de heman tiştî û gotinê dikin. Di dawiyê de pîlotê balafirê xwe nagire, deriyê balafirê vedike û hemû wezîran yek bi yek davêje xwarê û wiha dibêje, ‘Ez dixwazim bi milyonan cezayîrî bextewar bikim.’ ”

Ez bawer im li vî welatî çiqas nivîs werin nivîsandin jî ew ê weke vê çîrokê bandora xwe nîşan nedin. Bi kurt û kurmancî, ev çîrok rewşa Cezayîrê ya piştî rizgariyê û her wiha nêrîna qure ya serdest a li hemberî gel bi awakî sosret vedibêje.

Dixwazim bi desîsa vê çîrokê qala vî welatî bikim. Serpêhatiya vî welatî ji me gelekan re ew ê nas û nêz were. Weke tê zanîn, li dinyayê gelek qewm û civak hene pir dişibin hev. Ew her çiqas ji hev dûr û di navbera wan de parzemîn, behr û çiya hebin jî xwedî gelek tiştên hevpar in ango dişibin hev û heman pêvajo jiyane. Bi çand, ziman û dîroka xwe; bi pêvajoyên siyasî û her wiha bi şoreş û têkoşînên xwe di heman cihokan de herikîne. Bêguman Cezayîr jî yek ji wan welatan e ku di sedsala çûyî de xwedî gelek arîşe û serpêhatiyên sosret e. Cezayîr: rabirdûyeke biêş a di bin simên dagirkeriyê de û piştî şoreşeke beravêtî dahatûyeke ji rabirdûya xwe dijwartir!

Belê Cezayîr, yek ji wan welatên Mexrîbê yên li bakurê parzemîna Afrîkayê ye ku di navbera Fas û Tunusê de ye. Me gelekan ev nav ji dûr ve bihîstiye û kêm zêde şoreşa wan a li hember fransiziyan şopandiye û xwendiye. Ji ciyekî dûr ji dîrokeke nêz, ez ê hewl bidim qala welatekî û serpêhatiyên wî bikim.

Beriya fransizî werin axa Cezayîrê dagir bikin, Cezayîr di bin serweriya dewleta Osmanî de ye. Heger mirov here beriya Osmaniyan jî ew di bin serweriya ereban de maye û roj bi roj hatiye bişaftin. Loma jî afrîkayî ne tenê afrîkî, ereb, xiristiyan û ne jî îslamî ne; bi reng, çand, ziman û dîroka xwe afrîkî ne bêyî ku bi nasnameyek din werin pênasekirin. Çîroka vî welatê bi salan hatiye dagirkirin û bişaftin, mixabin kûr û dûr e. Em tenê zanibin ku ew ji sedsala 7’emîn heya şerê neteweyî yê rizgariyê di bin serweriya biyaniyan de wek mêtingehek maye û piştî şoreşê jî bi rengekî cudatir mêtingehî her berdewam bûye heya roja me ya îro.

Di destpêka salên 1830’yî de dewleta Osmanî li hember fransiziyan nikare li ber xwe bide û fransizî tên li axa Cezayîrê bi cih dibin ango ew dixin bin serweriya xwe. Bêguman ev sedsal sedsala lêgerîna çavkaniyên aboriyê ye; destpêka kapîtalîzmê û ya mêtingeriyê ye. Fransa jî bi vê hincetê çavsoriyê dike û berê xwe dide Cezayîrê. Helbet ev dagirkirin bi carekê pêk nayê, hê wê demê li hember fransiziyan serhildan dest pê dikin û nêzî 15 salan ev şer didome. Yek ji van kesan jî kesê bi navê Emîr Abdelkader e ku pêşengiya serhildanê dike. Mixabin piştî şer û pevçûnan Fransa bi ser dikeve û serhildan têk diçin. Bi vî awayî çîroka fransiziyan li Cezayîrê dest pê dike.

Ev çîrok çîrokeke bijan e, weke hemû welatên bûne mêtingeh; bi milyonan mirov tên kuştin û komkujî pêk tên di vê pêvajoya dirêj a mêtingeriyê de. Dewleta herî pêşketî ya Ewropayê, rûyê geş û ronîbûna cîhanê ku bi ronakbîr û rewşenbîriya xwe tê nasîn, mixabin xwedî dîrokeke kirêt e. Her çiqas nivîskar û rewşenbîrên Fransayê li hember komkujiyan derketibin û piştgirî dabin şerê Cezayîrê jî dîsa ew xwe ji vê dîroka kirêt nikarin xelas bikin. Weke tê zanîn ne gunehê carekê û rojekê ye, gunehê sedan salan û êrîşên dijmirovahî hene. Mirov bi hêsanî dikare bibêje ku Fransa bi çavkaniyên Cezayîrê aboriya xwe saz kiriye ango xwe kiriye Fransa! Heger mirov bi her alî baş lê bikole wê ev rastî derkeve holê û dîroka mêtingeriyê jî bêtir zelal bibe.

Bêguman li gelek welatên afrîkî çîrokên wisa hene lê ya Fransayê mînaka herî dijwar e. Li ber çavê dinyayê roj bi roj ev tişt qewimîn lê ji ber berjewendiyên xwe tu welat dengê xwe nekir û komkujiyên Fransayê şermezar nekir lê heya û rûmet hebû, heta cihekî helbet… Ew ê dîsa ji bo rûmetê û serxwebûnê serhildan xwe nîşan bidana. Vê carê wê Fransa piştî têkçûnê pişta stûyê xwe bixwiranda û vegeriyaya mala xwe! Her çiqas bi temamî nebe jî ji ber ku piştî şerê rizgariya neteweyî jî rihê Fransayê her li dar bû, kesên di şerê rizgariya neteweyî de cih girtibûn ew ê xwe bişibandana desthilatdarê xwe û ew teqlîd bikirana. Çîroka dijwartir û sosrettir ev bû. Mixabin.

Hêviyên şoreşê û rizgariyê çawa pûç dibin? Hêz û desthilatdarî mirov çawa diguherîne? Mirov piştî serkeftinê çawa dikare bişibe ew tiştê ku bi salan li hember şer kiriye? Di serpêhatiya Cezayîrê de ev yek giş hene û mirov baş dibîne ku piştî rizgariyê jiyan hey zehmettir dibe; gava berjewendî xwe li mirovan dipêçin mirov çawa roj bi roj kirêt dibe û dibe zilimkar… ez ê hewl bidim qala vê rewşê bikim.

 Ber bi şerê rizgariya neteweyî ve!

Destpêka salên 1900’î tê zanîn ku li cîhanê her netewe dixwest xwe ji bindestiyê rizgar bike û ji xwe re netewe-dewletekê ava bike. Di van salan de li dinyayê qeyranên siyasî û pêre jî qeyranên aboriyê yên dijwar hebûn. Lêgerîna çavkaniyên aboriyê dibû sedema arîşeyên mezin. Her welat dixwest sînorên xwe yên heyî û her wiha hêza mêtingeriya xwe bêtir mayînde bike. Ji ber vê yekê jî di sedsala 20’an de du şerên cîhanê yên qerase qewimîn. Mêtingeriya Ewropayê bi taybetî li welatên Afrîkayê belav bûbû. Li Cezayîrê jî serdestiya fransiziyan hin bi hin sist dibû. Mêtingeriya Fransayê li welatên Kamboçya û Vîetnamê bi derbên re giran rû bi rû mabû û di dawiyê de li Hindistan û Çînê têk çûbû. Ji lewma ew zext û zora xwe ya li ser Cezayîrê hinek din pêşda birin û bi tundî êrîşî Cezayîrê kirin. Diviyabû Cezayîr ji dest neçe, ji ber wê kaniya wan biçikiya û aboriya wan serobino bibûya. Roj bi roj îşkence, qetlîamên komî, zilm û zordarî zêdetir bûn. Di vê pêvajoyê de li Fransayê nêzî şeş hikûmet hatin guhertin. Li welatê Cezayîrê nêzî milyonek mirov jiyana xwe ji dest da. Êdî kêr gihabû hestî. Ev kuştin û qetlîam rê li ber şerê rizgariya neteweyî vekir û di dawiyê de rêxistina FLN (Eniya Rizgariya Neteweyî) hat damezirandin.

Me li jor jî got, heya sala 1962’yan gelek arîşe, kuştin û qetlîam çêdibin. Tiştekî girîng heye ku fransizî ji kesên herêmê ango ji cezayîriyan komeke bi navê “Harkîs” ava dikin ku pir dişibe pergala cerdevaniyê. “Harkîs” ji bo fransiziyan sixûriyê dike. Mirov dikare bibêje ku gelek qetlîamên mezin bi destê van kesan hatine kirin. Piştî rizgariyê ev kes jî bi fransiziyan re koç dikin Fransayê lê mixabin li wir tev ji xizanî û birçîbûnê telef dibin û kes qîmetê nade wan! Dîsa rêxistinên kontgerîla yên wek OAS (Rêxistina Artêşa Nepen) ji hêla kesên dixwazin Cezayîr wek Fransayê bimîne tê damezirandin û ev rêxistin dibe sedema kuştina gelek kesan. Heta carekê hewl didin ku generalê fransizî De Gaulle jî bikujin lê bi ser nakevin. Ev rêxistin piştî rizgariya Cezayîrê jî heya demeke dirêj xwedî bandor bûye û êrîşên xwe domandine. Di vê navberê de li her aliyê cîhanê ji bo Cezayîrê xwepêşandan tên lidarxistin. Her diçe Fransa di bin vî sûcî de dieciqe û li hember dinyayê şermeke mezin dijî. Herî dawî di navbera FLN’ê û hikûmeta Fransayê de Peymana Evian çêdibe û piştî 132 salan Cezayîr ji bindestiyê rizgar dibe û Fransa ji axa Cezayîrê derdikeve lê azmûn hîn nû dest pê dike ji bo FLN’ê û cezayîriyan. Birêvebirina şoreşê wê ne hêsan be û rizgarî bi xwe re gelek nakokî û şerên navxweyî bîne.

 Damezirandina eniya FLN’ê

Di 1954’an de bi pêşengiya kesên wek Hocine Ait-Ahmed, Ahmed Ben Bella û Muhammed Boudiaf eniya FLN’ê tê damezirandin û biryar tê girtin ku şerê çekdarî were destpêkirin. Bi vî awayî li Cezayîrê serhildan dest pê dike. Ev enî ango rêxistina FLN’ê her diçe firehtir dibe û tevlîbûn xurttir dibe. Êrîşên çekdarî, berxwedan û têkoşîn li her dera Cezayîrê belav dibe lê wek her şoreşê, enî û partiya FLN’ê jî di nav xwe de xwedî gelek nakokiyan e û kesên ew bi rê ve dibin li hev nakin. Sala 1956’an Fransa balafira ku pêşengên FLN’ê tê de ne li Tunusê tîne xwarê û gelek pêşengên FLN’ê dîl digire. Hocine Ait-Ahmed ku ew jî yek ji wan kesên tê girtin e, ji bo vê bûyerê wiha dibêje: “Di 1956’an de, em ji hev dûr ketibûn û nîqaşên mezin di navbera me de hebûn. Ev nîqaşên me, heya veqetandin û şerê navxweyî jî domiyan lê ev girtin û dîlbûn gihîşt me. Hemû hêzên me nêzî hev bûn û bi hev re tevgeriyan. Kemîna dijminê me, em ji şerê navxweyî xelas kirin û yekitiya me xurttir kir.” Ev pêşengên rêxistina FLN’ê heta rizgariyê li girtîgehên Fransayê dîl dimînin.

(didome)