24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Welatiyên Germiyan: PDK bûye amrazek destê dewleta tirk

Duh hin hêzên girêdayî PDK’ê êrîşî  qadên gerîla kirin. Ev êrîş li herêmê bû sedema bertekan. Welatiyên herêma Germiyan der barê êrişa çekdarên PDK’ê ya ser gerîla ji Rojnews re axivîn.

Welatiyê bi navê Mihemed Salih da zanîn ku gerîlayên PKK’ê gelek caran banga aştiyê kirine, lê PDK bi tu awayî naxwaza rûne û danûstandinan bike û wiha got: “PDK bûye amrazek destê dewleta tirk, tenê rêyek li ber heye, ew jî yekitiya neteweyî ye. Ya ku PDK dike, dijmin jî bi gelê kurd nake. PKK yekane hêz e ku şerê ji bo azadiya Kurdistanê dike.”

Welatiyê bi navê Serbest Celal jî li ser heman mijarê nêrînên xwe anî ziman. Celal da zanîn ku liv û tevgera PDK’ê tê wê wateya ku PDK dixwaze carek din şerê kurd bi kurdan lidarbixe û wiha axivî: “Lê PDK di vî şerî de ne xwediyê biryarê ye, tenê ji bo Tirkiyeyê şerê bi wekalet dike. Bi xwe jî dizanin vê carê wê bi awayek giran baca vê bidin. PDK ji bo parastina berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî dibin bandora Tirkiyeyê de ye û destê xwe xistiye nav xwîna birayê xwe. Ji bo vê pêwist e gelê kurd li hemberî vî şerî hişyar be û ji bo yekitiya neteweyî gav bide avêtin. Ger ev çênebe, wê hemû tiştên destê kurdan ji dest biçin.”

Herî dawî welatiyê bi navê Serdar Melîhe jî diyar kir ku kiryarên çekdarên PDK’ê dike, ne daxwaza civaka kurd e û ev tişt anî ziman: “Bi destê navneteweyî tê kirin, di serî de jî Tirkiye heye. Ev şer ji bo danûstandinên aboriyê ya ji bo Tirkiyeyê tê kirin. Divê hemû gelê kurd dijî vî şerî rabin ser xwe û nabe êdî gelê kurd êrişên PDK’ê qebûl bike.”