Rojnameya Heftane

Jina pêşeng a dema xwe; Hypatia

Navenda Nûçeyan

‘Dema mêrek xweşikiya laşê jinan dibîne divê bi şehwet nekeve dû lêgerîna fetihkirina wê. Şûna vê, divê fêm bike ku xweşikbûna wê, rûyê xweşikiya…

Karapêtê Xaço û Yêvaya Hagop

Salihê Kevirbirî

Karapêt wiha digot:”Xwezî min mirina Yêvayê nedîta, xwezî nebûma şahidê mirina wê. Xwezî Xwedê pêşî canê min bistanda. Wê jî zehf kişand. Êşên wê, di…

Welatparêzî

Hesen Hemkê

Carekê Kerîmo yê şanoger tiştekî xweş ji bo welatparêzên medyaya civakî gotibû. Wê gotina wî gelekî dilê min rihet kir û dixwazim bi we re parve bikim. Ez serê we neêşînim, hin kes hene ku ji sibê heta êvarê li ser malperên civakî rexneyan li welatparêzin ku li welat mane dikin. Lê ew ji xwe napirsin gelo ew çima li derveyî welatin û çima li derveyî kar û xebata ne.

Êdî Kerîmo jî bi hevokekê rewşa wan kesan nirxandiye û wiha gotiye: Hezkirina hin kesan a welat wekî hezkirina zarokan a ji mirîşkên mala pîr û kalê wan e.

Dema diçin serdana mala kalê xwe ji sibê heta êvarê li pey mirîşkên wan dikevin û bi wan dilîzin, ji wan hez dikin lê êvarê jî ew mirîşk ji wan re tên serjêkirin û goştê wan dixun.

Îca heyran, wek dibêjin kes bi halê kesekî nizane. Hûn ji ber zilm û zordestiya li welat an jî ji bo ku jiyana xwe û zarokên xwe xweş bikin çûne Ewropayê û li wir bicih û war bûne. Êdî hûn li welatekî ne ku ji bo bi lêvkirina fikir û ramanên xwe hûn natirsin. Hûn fikaran nakin ku ji ber gotinên xwe bi salan di girtîgehan bimînin. Hûn natirsin ku zarokên we birçî û bêkes bimînin, ji ber ku ew welatê hûn lê bicih bûne, ne kesekî ji ber wan sedeman digirin û ne kesekî ji ber bêkariyê birçî dihêlin.

Lê di ser de hûn li ser tora civakî pesnê xwe didin û rexneyan li kar û xebatên kesên li welat mane dikin. Di ser de jî hûn tevî hemû derfetên xweş ên li wan welatan tiştekî ji bo doza gelê xwe nakin.

Bêguman ev gotin ne ji bo wan kesên welatparêz û fedakar ên ku ji sibê heta êvarê di nava xebatan de ne û di hemû çalakiyan de cihê xwe digirin in. Lê ev gotin ji bo wan kesên ku tu kar û xebatekî ji bo gelê xwe nakin û dawiya şevê xwe li ber leptopan dirêj dikin û rexneyan li her kesî dikin in.

Li şûna ku ez jî dilê we xweş bikim û hinekî rûyê we bilkenînim min derd û kulê we geş kirin. Ji bo hûn vê rexneyê li min nekin ez behsa çîrokeke din a cîrana xwe Eyşo bikim. Beriya çend salan ji welat çûye Almanyayê û li wir bicih bûye. Wê rojê çîroka xwe û cîraneke xwe li ser malpera civakî parvekiribû.

Sohbeteke wiha di navbera Eyşo û cîrana wê Helo de derbas dibe:

Helo: Cîranê, xêre hûn hema her serê çend mehan dîwar mîwarê malê tevî boyax dikin. Perdên malê nû dikin û gelek tiştên din. Ma ewqas mesref ne zêde ye.

Eyşo: Keçê porkurê ma ne çêtire ku bi wan perê zêde mêrik here li tolaziya bigere an jî pere têkevin ser hev û zêde bibin biçe mêrekî bikuje an jî jineke din bîne.

Helo: wîîîî cîrana Eyşo bi xwedê xebera te ye ez jî wek dînan diçin pereyê zêde hiltînim û jê re didim ser hev.