16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Welîehdê Erebistana Siûdî serdana Welatên Kendavê dike

Welîehdê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman îro dest bi ger û geşta xwe ya ji bo Welatên Kendava Erebî kir û ji Uman welatê yekem bû. Bin Selman dê di heftiya pêşiya me de serdana Behreyn, Qeter û Kuweytê jî bike. Umanê bi daxuyaniyekê kêfxweşiya xwe ji bo vê serdanê  anî ziman û bal kişand ser têkliyên dîrokî ên di navbera herdu welatan de.

Beriya niha jî di tîrmeha 2021’ê de hevdîtinek di navbera Sultan Heysem Bin Tariq û Qralê Erebistana Siûdî Selman Bin Abdulezîz de hatibû kirin û ev serdana Bin Selman wekî berdewamiya têkilî û lihevkirinê wê hevdîtina berê ne.

Erebistan Siûdî jî van serdanan wekî kordînasyona têkliyên di navbera welatên Kendavê de dinirxîne.

Balkêşe ku ev nêzîkatiya di navbera van welatan de di demeke wiha de çêdibe ku diyaloga ji bo nukleera Îranê ketiye rêyeke aloz de û Gelek Welatên kendavê têkliyên xwe yên bi Israîlê re baş kirine.