Rojnameya Heftane

Wêneyekî ku gelek tiştan vedibêje:Biroyê Heskê Têlî

Rohat Alakom

Di salên 1990’î de dema min di derbarê xebata xwe ya bi navê Rêxistina Xoybûn û Serhildana Agiriyê de zanyarî û dokument berhev dikirin, ez rastî wêneyên cihê yên pêşengên serhildanê hatim, lê belê min tevî gelek hewldanan wêneyekî pêşengê serhildanê yê giring Biroyê Heskê Têlî peyda nekir.1 Xebatên min berdewam kirin. Xwendevanan jî wek min sedî sed xwestiye vî kesayetiyê kurd ku li ser gelek tê dengkirin bi wêne be jî bibîne. Em hemû zaten giringiya nepenî ya wêneyan baş zanin.

Dema min berî heftekî ev wêneyê dîrokî ligel çend notên kurdî bi rêya Twîtterê weşand min dît ku bi sedan kesan kêfxweşiya xwe nîşan daye. Ev yeka bêguman ez jî dilşa kirim.2

Wêneyê fermandarê kurd

Carekê dema min li nivîseke ku di kovarekê de derketibû mêze dikir, li wir çavên min çûn li wêneyekî asê bûn û min baweriya xwe bi çavên xwe neanî! Di wêne de du kesên çekdar ku pişta xwe spartibûn berpalên Çîyayê Agiriyê xuya dikirin. Nota ku di binê wêne de hebû zêdetir ez dilşa kirim “Zîlan Beg ligel fermandarê hêzên kurd li Agiriyê Îbrahîm Heskê Têlî”.3 Belê, Biroyê Heskê Têlî û lîderê ermen Ardeşes Muradyan ku alîkarî daye Serhildana Agiriyê tevayî poz dane. Ev wêne çi demê ji aliyê kê ve hatiye girtin, orjînalê wê niha li kîderê ye em nizanin. Ez hêvî dikim ku bersivên van pirsan û yên wek van rojekê bên dayîn. Ev wêneyê ku berî 90 salan hatiye girtin bona dîroka kurd çavkaniyeke dîtbarî pêk tîne. Wêne herwiha dostaniya dîrokî ya kurd û ermenan ku bi salan li hemberî zilm û zordestiyan tekoşîn dane bi awayekî watedar sembolîze dike. Eger ev dostaniya dîrokî tune bûya, belkî jî ev wêne heta rojên îroyîn nedihat.

Berî em derbasî mijara Biroyê Heskê Têlî bibin kêrdar e ku em bi kurtî be jî çend agahiyan der barê Ardeşes Muradyan de bidin. Di hin çavkaniyên kurd de ew wek “Zîlan Beg” tê zanîn. Di bîranînên Îhsan Nurî Paşa de ku pêşiyê bi fransî derketine wêneyek heye ku Îhsan Nurî Paşa û Ardeşes Muradyan nîşan dide.4 Piştî çil salan Garo Sasunî di sala 1969’an de di pirtûkeke xwe de dîyar dike ku navê Zîlan Begê yê rastîn Ardeşes Muradyan e, ji Xinusê bûye. Garo Sasunî paşê dîyar dike ku Ardeşes Muradyan bûye goriyê “Kemîneke Bolşevîkan” û hatiye kuştin.5

Dengê tifinga Biro

Serhildana Agiriyê kêm-zêde bi qasî pênc salan berdewam kiriye (1926-1930). Yek ji wan pêşengên serhildanê Xalis Beg di hevpeyvîneke xwe ya ligel rojnameya Vatanê (1953) dîyar dike ku Serhildana Agiriyê bi zordestî û êrîşên li hemberî malbata Biroyê Heskê Têlî dest pê kiriye.6 Peyvên herî pesindar di der barê Biroyê Heskê Têlî de ji aliyê fermandarê Serhildana Agiriyê Îhsan Nurî Paşa de hatine gotin: “Tevî erîşên mezin dijmin nikaribû Biroyê Heskê Têlî ji cîhê wî bilivîne. Tenê û tenê ecel dikaribû dengê tifinga Biro bide birînê”.7  Nivîskar û geroka îngilîz Rosita Forbes ku di sala 1930’î de hatiye hêla Agiriyê Biroyê Heskê Têlî wek “Lehengê Çîyê” (Agiriyê) dinavîne. Paşê der barê wî de wiha dibêje: “Wî karibûye di eynî wextê de ji sê hêlan ne kêmtir bê tengasî cengan bike”.8 Pirtûka wê di sala 1931’an de dema Biro şehît ketiye, derketiye! Çend sal şunda eynî pirtûk bi swêdî jî hatiye weşandin. Di pirtûkê de navê Biro wiha derbas dibe: “Ibrahim Agha Huské Tella”.9  Ronakbîrê ermen Garo Sasunî di xebateke xwe de dema navên serekên Serhildana Agiriyê dide, wan wiha rêz dike: “Îbrahîm Heskê Têlî Paşa, Îhsan Nurî Paşa û Zîlan Beg”.10 Garo Sasunî, Biro wek “Şêrê Araratê” dide nasîn.11  Heta niha jî mirov nizane gora wî li kîderê ye.

Li devera Makûyê tê kuştin

Biroyê Heskê Têlî (Îbrahîm Axa) di roja 26/6/1931’î de li devera Makûyê ji aliyê hêzên Îranê ve tê kuştin. Mijara kuştina wî di bîranînên sefîrê Tirkiyeyê li Îranê Husrev Gerede de jî cih girtiye.12 Têkoşîna wî ya ji destpêkê heta dawiya serhildanê (1926-1931), kuştina wî ya bi hovane û nedîyarbûna cihê gora wî di dawiyê de Biro di nav gel de dike destanek.

Dibe mijara berhemên kurdî

Biro ji aliyê helbestvan û nivîskarên kurd de dibe mijara berhemên wek helbest, serpêhatî û romanan, gelek tê girisandin, berzkirin.13 Helbestvanên kurd ên wek Cegerxwîn û Osman Sebrî mirinê layiqî Biroyê Hesê Têlî nabînin û mirina wî qebûl nakin. Wek mînak Cegerxwîn wiha dengî Biro dike: “Heso Têlî Bîrahîm Beg tu rabe / Li zozanê Araratê xuya be”.14 Osman Sebrî jî di serpêhatîyeke xwe de jineke kurd li ser gora Biro dide axaftin:“Rabe bilive gor ne cîhê te ye”.15  Biroyê Heskê Têlî dibe mijara romaneke nivîskarê kurd Yilmaz Çamlibel jî.16

Biro dibe stran

Di straneke kurdî de jî mijara kuştina vî qehremanê kurd derdikeve pêşberî me. Per-baskên neferên jinîn ên malbatê şkestîne:

“Qudretê qişikê, Rabayê rebenê, kes tunîne cinazê Birahîm Axa, Eyîp Axa têxe nav nivînê

Qanûna Ecema qanûneke çep e, cinazê wan li Îranê li Kişmşîştepe li ber tava havînê

Kes tune van maqûla têxe nav nivînê”.17

Di vê stranê de gel an jî dengbêj naxwaze Biro têxe bin axê “vê havînê”, bona bedena wî zêde neêşe dixwazin daynin “nav nivînê!”. Peyvên havîn û nivîn ku li vir kafîye pêk anîye wek metafor tiştine din jî îfade dikin. Bi peyva havînê germahiya şer, zilma dijmin, bi peyva nivîn jî dengbêj xwestiye dilovaniya (şefqet) gel nîşan bide.

Ruhê wî li Çîyayê Agiriyê ye

Neviyê wî Cevdet Çokdil di hevpeyvînekê de dîyar dike ku ji malbata wan kesên mayî piştî binketina Serhildana Agiriyê bi derxistina qanûneke sirgûnê di sala 1932’an de bi darê zorê diçin rojavayê Tirkiyeyê, li bajarê Denizliyê dijîn: “Qasî 15 salan em li Denizliyê man. Ez li wir hatime dinê. Em li wir wek bendeyan (esîr) dijîyan”. Cevdet Çokdil gotinên xwe paşê wiha bi dawî tîne: “Giyanê (rûh) Biroyê Heskê Têlî niha li Çîyayê Agiriyê dijî. Ev çirûskek bû. Ew çirûsk bû agir”.18

* Wêneyê Biro Heskê Têlî ji nivîseke lêkolîner Garabet K. Moumdjian hatiye girtin Binihêre: Uluslararası Suçlar ve Tarih / International Crimes and History, nr 19 (2018).

1- Rohat Alakom, Xoybûn Örgütü ve Ağrı Ayaklanması, Avesta Yayınları, 2011, rûp.123-129.

2- Rohat Alakom, Çok Şey Anlatan Bir Fotoğraf: Biroyê Heskê Têlî, Malpera Nupelnetê (8/2 2020).

3- Di nota wêne de ev nava wek “Zeynal Bey” derbas dibe.

4- General Ihsan Nouri Pasha, La Revolte de L’Agri Dagh, 1986, rûp.34.

5- Garo Sasuni, Kürt Ulusal Hareketleri-Ermeni Kürt İlişkileri, çev. Bedros Zartaryan, Memo Yetkin, 1986, Orfeus, rûp. 200 û rûp. 244.

6- Ağrı İsyanı Nasıl Çıktı?, Vatan Gazetesinin Memleket İlaveleri (Ağrı İlavesi), 21/1 1953.

7- İhsan Nuri, Ağrı Dağı İsyanı, 1992, Med Yayınları, rûp.91.

8- Rosita Forbes, Kvinnor som kallas vilda, 1935, rûp.118.

9- Rosita Forbes, rûp.118.

10- Garo Sasuni, rûp.200.

11- Garo Sasuni, rûp.200.

12- Hüsrev Gerede, Siyasi Hatıralarım, 1953, rûp.153.

13- Rohat Alakom, Di Kovara Hawarê de Serhildana Agiriyê, Malpera Riya Teze (7/12 2018).

14- Cegerxwîn, Şehnama Şehîdan, Hawar, nr 19/1933.

15- Osman Sebri, Agrî, Hawar, nr 36/1941.

16- Yılmaz Çamlıbel, Biro-Romana Serhildana Agiriyê, Weşanên Deng, 2000.

17- Mehmet Gültekin, Zargotina Kurdên Serhedê, 2013, Avesta, rûp,323.

18- Berzan Güneş, Biroyê Heskê Têlî’nin Hikayesi. Özgür Politika, 28/9 2018.