19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wêneyên rasteqîn ên bîrê!

Li navçeya dîrokî ya Sûra Amedê, di 17’ê cotmehê de bi navê “Jûra Bîrê” pêşengeha Şêwekar Ahmet Guneştekîn hat vekirin. Pêşengeh dê heta dawiya meha kanûnê vekirîbe. Ji roja ku pêşengeh vebûye heta niha, bi rexneyên ku lê hatin kirin re gelek nîqaş û nirxandin jî der barê pêşengehê û armanca wê de hatin kirin û hê jî tên kirin.
Wekî rojnamegerekî beriya çend rojan ez jî çûm pêşengehê û ez li hemû beşên wê geriyam. Di vê nivîsa xwe de ez jî dixwazim der barê pêşengeha “Jûra Bîrê” de çend tiştan bibêjim û qala roja çûm pêşengehê tişta ku min li Sûrê dît bikim.
Dema çûm pêşengehê, destpêkê ji beriya ku bikevim hundir li derve çavê min bi tacegula seroka giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener ket. Min ji xwe re got, ‘Heke ev “bîr” a kurdan be û keseke mîna Akşener ji bo xatirê vê “bîrê” tacegul şandibe wê demê gelek tişt guherîne.’ Lê piştî ku têketim hundir mîn dît ku “bîr” tenê ne ya kurdan e. Hê ji “guhertinê” re maye!
Dema ku mirov dikeve hundirê Birca Keçikê ku pêşengeh lê ye “Alfabeya Winda” mirov pêşwazî dike. Di alfabeyê de navê bi sedan kesên ku hatine windakirin nivîsandîne. Lê mixabin rexmî ku piraniya van kesan kurd in jî nivîsandina navê wan bi tevahî bi tirkî ye. Yanî li “Alfabeya Winda” kurdî jî winda ye.
Dîsa piştî ku mirov di “Qorîdora Hejmar 5’an” a bideng Zindana Amedê tê bibîrxistin de derbas dibe dikeve du beşên din ên peşengehê yên li rex hev. Di beşekê de bi qayîşan êrîş ango îşkence li tîpên kurdî (Q, W, X) tê kirin. Di beşa din de jî bideng û nîşandina salên ku bûyerên biêş pêk hatine yên Komarê tên bibîrxistin. Balkêş e li rex îşkencekirina tîpên kurdî dengê strana “Eledim Eledim” tê dayîn.
Di pêşengeha ku îşkence li tîpên kurdî tê kirin de zimanê kurdî tune ye. Li jêra pêşengeha ku li jora wê îşkence li tîpên kurdî tê kirin “Alfabeya Winda” ya kurdî lê windaye bi tirkî hatiye çêkirin. Di rewşeke wiha de gelo mirov dikare bibêje ku ev “bîr” bîra kurdan e? Bi ya min na. Jixwe bi gotinê angaşteke wiha ya Guneştekîn jî tune ye. Lê dema ku mirov bala xwe dide bersivên Guneştekîn ên têkildarî bertekên li dijî wî rewş diguhere. Dibêje, ‘min xwestiye vegerim mala xwe’. Heke kurdek bixwaze vegera mala xwe bi vê destpêkê, bi zimanê xwe vegere mala xwe!
Dixwazim qala tişta ku min di heman rojê de li Sûrê dît jî bikim. Piştî ji pêşengehê derketim min berê xwe da kuçeyên nav Sûrê ku beriya 5 salan şerekî dijwar lê qewimîbû. Li taxa Fatîhpaşayê çavê min bi jineke navsere ku li nav avahiyeke dîrokî ku piraniya wê nehatiye hilweşandin li hev diçe û tê ket. Ez çûm cem û min xwe pê da nasîn. Bi naskirinê re got, ‘tu wêneyê min nekişînî, dê malbata min bixeyîde’.
Bi şertê ku ez wêne û dîmenên wê nekişînim jina navsere ji min re axivî û qala serboriya wan rojan kir. Li gorî vegotinên wê, dema ku şer li Sûrê qewimiye heta demekê bavê wê û çend ferdên malbata wan terka mala xwe nekirine. Piştî ku bûka wan birîndar dibe terka malê dikin. Bi armanca ku tiştekî bi mala wan nebe terka mala xwe nakin lê rexmî ku di şer de tiştekî bi avahiyê nabe jî niha beşeke avahiyê li holê tune ye.
Avahiya ku qala wê dikim avahiyeke dîrokî ye û ji 3 malan pêk tê. Di nava wê de hewş hebûye û her sê mal li dora wê bûne. Lê niha tenê du malên avahiyê mane û malek bi tevahî hilweşandine û kirine rê. Rê nîşanî min dide û dibêje’ ‘dema ku bavê min û bûka me tên vir ji ser hişê xwe diçin. Tişta hatiye kirin qebûl nakin’.
Amûrên nav malê hê jî di avahiyê de ne. Jina navsere ku naxwaze wêne û dîmenên wê bikişînim û navê xwe bide, ji bo berhevkirina van amûran hatiye malê. Boxçikeke kel û pelên hûrik ên malê dabû hev û dibir mala ya niha lê ne. Min jê rica kir, wê jî hişt ez wêneyê boxçika wê bikişînim. Di boxçikê de ji wêneyên zarokên malê bigire heta nexşeyên laçikan gelek tişt hebûn.
Belê, li aliyekî Sûrê birînên ku wiha hê nehatine kewandin hene û li aliyekî din jî di bin navê “hunerê” de galayên bişatafat tên lidarxistin. Kî dibe bila bibe mafê kesî tune ye ku di van galayan de êşên kurdan ji xwe re bikin amûr û ji bo pîrozkirina vê rewşê bi hin kesan govend bidin gerandin. Dibe ku mirov bê nasîn, lê maf nade mirov ku mirov êrîşkarên bîra gelê xwe li “Jûra Bîrên” xwe bike mêvan.