25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Werger çi ye?

Takî Çîftsuren

Piştî ku romana Sûc û Ceza ya Dostoyevskî hat wergerandin, kovara Popkurdê meseleya wergara wergerê/ wergera ji zimanê duyem koland û ji wergêran pirsî. Tiştê min jê baş fêm kir ev e: Heta derfet hebin, berhem divê ji zimanê esasî bên wergerandin.

Jixwe ji ber ku heta îro derfet tunebûne, ev berhem piştî sed û pêncî salan ji zimanê duyem hatiye wergerandin. Hewce nake mirov vê yekê bêje. Ya min jê fêm nekir jî ev e: Çawa wergereke ji zimanê duyem, esas ji tirkî ‘zirarê dide zimên’, ev ne zelal e.

Di nav van nîqaşan de ez li bersiva vê pirs geriyam: Gelo wî zilamî pirtûk çawa wergerandiye? Li gorî min bersivandina vê pirsê gelek zehmet e lê beriya nîqaşê bersivandina vê pirsê jî lazimtir e. Çimkî di derheqê wergera ku nîqaş li ser hatiye kirin de, ti tişt nehatiye gotin. Mirov bizanibe wergera Sûc û Ceza ya Dostoyevskî baş e yan xirab e, wê çaxê nîqaş dê watedar bibin.

Tim Parksê ku li ser nirxandina wergerê baş fikiriye, di hevpeyvînekê de wiha dibêje: “Ez dibêjim qey gere mirov pêşî vê pirsê bike: Em wergerê dinirxînin an pirtûkê?”

Piştre jî wisa lê zêde dike, “Ger haya we ji metna esasî tune be, hûn di derheqê başî û xerabiya wergerê de ti tiştî nebêjin çêtir e.”

Li gorî wî gava haya me ji metna esasî tune be û em wisa dibêjin, em ji rastiya xwe û rastiya wergerê dûr dikevin. Ji ber ku haya me ji metna esasî tune ye, dema em di derheqê wergerê de tiştek dibêjim, baş e yan xirab e, hinek ji ber xwe ve dibêjin. Çimkî metna ku em wergera wê bidin ber wê, ne li holê ye. Wek ku me di jiyana xwe de heta îro mişmiş nexwaribin û em rabin tama wan bidin ber tama mişmişên berê, ev nirxandin jî wisa li hewa dimîne. Nivîskarê amerîkî Edith Grossman jî wiha dibêje: “Dema em li gorî xwe wergerê dinirxînin bi rastî em zimanê wergêrî dinirxînin.” Yanî tê vê wateyê: Ka em binêrin ev wergêrê me bi kurdî dizane yan na.

Di vê navberê de pirseke din jî tê bîra min: Gelo wergereke baş (tekûz) pêkan e?

Li gorî min ne pêkan e. Wergêr, herî zêde dikare bi wergera xwe nêzî metna esasî bibe lê nikare wê herî baş wergerîne.
Niha di destê min de, du jê tirkî, yek jî kurdî, sê wergerên Mirovên Reben a Dostoyevskî hene. Her sê jî ji hev cuda ne. Ji ber van her sê wergeran, ez dikarim bi dilekî rehet bêjim, metna esasî, ji van her sêyan jî cuda ye. Ger her sê ji hev cuda nebûna, yan dê wê çaxê di wergerê de întîhal çêbûya yan jî werger dê motamot bûya.

Albert Camus dibêje: “… wergereke motamot tune ye.”

Ger wergereke motamot tune be, werger çi ye û çawa ye?

Nivîskarê tirk Ehmed Cemal, ji bo wergera metna edebî dibêje, “Pevbestina ku wergerî di mêjiyê xwe de
çêkiriye.”

Thomas Bernhard lê zêde dike û dibêje, “Pirtûk nayên wergerandin, ji nû ve tên nivîsandin.” Yanî, metna em jê re dibêjin werger, ne werger e, şîroveya wê ye. Rasterast dibêje, pirtûkên ji ber metnên min hatine wergerandin, ne yên min in, yên wergeran e. Nivîskar û rexnegir Edith Grossman di derheqê vê mijarê de wisa dibêje, “… wergêr jî dikarin metnên edebî, bi zimanekî din binivîsînin.”

Ehmed Cemal dîsa di heman nivîsa xwe de dibêje, di her wergerê de hêlên tekane hene. Werger piçekî metna esas e piçekî jî metneke nû.

Bi qasî ku min ji wergêr, werger û metna esasî fêm kiriye ev e: Werger tişteke xirab e lê ji ber ku ne pêkan e em bi hemû zimanan bikaribin pirtûkan bixwînin, werger, tişteke mecbûrî ye. Grosman dibêje, em bi saya wergerê dikarin dinyayê binirxînin. Li gorî wê, nivîskarên cihanî, bi rêya wergerê nêzî hev bûne.

Bi kurt û kurmancî ez dixwazim bêjim, wergereke tekûz ne pêkan e. Tişteke din jî bala min kişand. Li ser wergera Sûç û Ceza ya Dostoyevskî (wergêr, Medenî Ogût, Nûbihar, 2020) gelek tişt hatin gotin lê di vê navberê de romaneke din a Dostoyevskî derket û kesî di derheqê wê de tiştek negot û nenivîsî. Romana Mirovên Reben (Avesta, 2020) a Dostoyevskî ku Hesenê Metê ji zimanê duyem wergerandibû, bi çapa duyem derket. Lê “bertek”ên li dijî Sûc û Cezayê hatin nîşandin li hemberî Mirovên Reben nehatin nîşandan. Niha jî pirtûka wî ya Şevên Spî (wergêr, Firat Cewerî, ji weşanên Avesta, 2021) tê weşandin. Mirov meraq dike, çima gelo?

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê