Rojnameya Heftane

Şoreşê şaran: Rojawa

Şoreşê Rojawanî verê çimane ma de 8 serrîyo cengê de  pîl de ra. Hem hereme hem kî şaranê hereme sero zilm û zorvajiya hukumdaran nêqedîya. Qûwete ke xoserîya şaran ra tersenê, xof cenê pêro…

Çandnasî û Kurdolojî

Çandnasî wek qadeke xebatên înter-dîsîplîner piştî salên 1970’yan û bi şêlûbûna sînorên navbera qadên cîyawaz ên zanistî ket rojeva akademîk. Çandnasî îro xwedî bergeheke fireh e û ji…

Werger warekî têkoşînê ye

Hevpeyvîna Bêrîvan Kayi ya bi Rojda Yaşîk re

Her diçe pêdeviya xwendevanên zimanê kurdî bi xwendina helbest û pirtûkên biyanî yên li kurdî hatine wergerandin derkeve holê. Îro xwendevan dixwazin hemû berhem û metnên wêjeya cîhanê, helbestên cîhanê û felsefevanên cîhanê bi kurdî jî bixwînin. Rojda Yaşîk jî yek ji van kesan e ku berê xwe daye helbestên cîhanê û wan werdigerîne zimanê kurdî. Ew karê wergerê wekî ‘warekî têkoşînê’ pênase dike.

*Rojda Yaşîk çi wextê û çima dest bi karê wergerê kir? Heta niha wê kîjan berhem wergerandine kurdî?

Wekî zêdepariya zarokên kurd min jî di zaroktiya xwe de ji bo kalik, pîrika xwe wergeriya devkî her dikir. Dikarim bibêjim, karê min î simûltanê yî yekemîn wergera rêzefîlmeke tirkan bû. Ez digel pîrika xwe rûdiniştim û min yek bi yek werdigerand. Lê wergera nivîskî, piştî qedandina lîseyê dest pê kir. Min di lîseyê de beşa zimanê îngilîzî hilbijart; ji ber ku kêmtir wane hebûn û zêdetir dem ji bo xwendinê dima. Her wiha min dizanibû heke îngilîzî hîn bibim, ez ê bikaribim deriyê alemeke din jî vekim. Lê piştî demekê min dît ku ez dixwazim helbestên Anne Sextonê, Anne Waldmanê, Allan Ginsberg bi dengên kurdî bibihîzim. Bi rastî bersiva vê pirsê ya baştirîn ew e ku ez heyrana dengê kurmancî me. Heta tiştek bi dengê kurmancî nekeve guhê min, nikarim bibêjim “erê bû, min fêm kir.”

Min heya niha ji zimanê îngilîzî gelek helbestên Anne Sexton, Anne Waldman, Allan Ginsberg û Chrisstina Rossetiyê wergerandine. Her wiha min gelek çîrokên Jack London wegerandine û ez dixwazim wan hemûyan bixwînim û wekî audîo-pirtûk parve bikim. Û niha li ser “Before Adam” romana Jack London dixebitim. Werger ber bi xelasbûnê ve ye. Hêvî dikim karekî baş derkeve û min nede şermê.

Ji zimanê tirkî jî min pirtûka Îsmaîl Beşîkçî ya bi navê “Kürtlerin zorunlu iskanı” ji bo Weşanxaneya Rûpelê wergerand. Her wiha min digel hin hevalan kovareke polîtîk, bi navê Çirûska Şoreşger derxist. Min ji bo kovarê der barê mijarên wekî dij-mêtinkarî û femînîzmê de nivîsar dinivîsîn û nivîsên hevalên din ji zimanên tirkî û îngilîzî werdigerandin kurdî/kurmancî. Me kovara xwe heya 7 hejmaran wekî kulîlkekê bi ked û hêza xwe mezin kir lê mixabin îsal hate qedexekirin.

 

*Bi navê ‘Helbesta Cîhanê Bi Kurdî’ li ser qenela youtubeyê jî tu  helbestên cîhanê werdigerînî kurdî. Tu dikarî hinekî qala vê xebatê bikî? Zehmetiyên di wergerê de derdikevin pêşiya te çi ne?

Me ji ber du sedeman xwest em qenaleke bi vî rengî bikin; sedema sereke ew e ku ez heya wergera xwe bi dengî nebihîzim û tu carî kêfa min pê nayê. Min jixwe her dixwend û ji hevalên xwe re dişandin. Lê bi saya youtubeyê her kes dikare duhdarî bike û şîroveyên xwe bike.

Sedema duyemîn jî; zêdepariya miletê bakurî gava kurdî guhdarî dikin, her tiştî fêm dikin lê mixabin çanda me ya xwendin û nivîsandinê nîn e. Jixwe perwerdeya me ya xwendin-nûsîna kurdî nîn e. Lewma jî gava em bi deng parve bikin her kes dê bikaribe fêm bike. Jixwe armanca me ew e ku em bikaribin haya miletê xwe bi helbesta cîhanê bikin.

Bêguman werger jixwe karekî pir çetin û dibe ku karekî  “nepêkan” be. Lê jixwe her metnek jî hin zehmetiyên din derdixe pêşiya wergêr. Her metnek azmûnek e.

*Di jiyana Sylvia Plath û Anne Sextonê de xalên hevpar hene, di helbestên wan de jî  em dikarin qala aliyên hevpar bikin? Gelo çima helbestên Sylvia Plath û Anne Sextonê?

Belê, der barê hevaltî û xwişktiya wan a edebî de gelekî hatiye nûsîn. Meriv dibe balê bikişîne ser hevpariyên wekî helbestkarbûn, jinbûn, xwekuştin, nexweşiyên derûnî û hwd. Lê belê ya ku bala min dikişîne tişteke din e. Em li rûyê dinyayê, bi tikûtenê û heya di bedena jinbûnê de, bi qewla Plathê xwe “di fanoseke cam de” dîl in. Hin kes wekî Allan Ginsberg, Anne Waldmanê dengên xwe bilind dikin û bi dinya û sînorên derve re şer dikin. Lê Anne Sexton û Sylvia Plath şerekî “navxweyî” dikin. Helbesta Sextonê ya “Şerê Naxweyî” bînin bîra xwe. Ew di xwe de kûr dibin û li derfetên vegotinê yên din digerin.

Mirov her dixwazin kesan, tiştan, kirinan bi pênaseyên banal, pênaseyên lawaz bi nav bikin û derbas bibin. Ji ber ku ev yek çareseriyeke hêsantir e li hemberî aloziya jiyanê.  Sextonê tu carî der barê jinbûn, nivîskarbûn, zayendê de bang hilnedêraye, lê helbestkariya xwe, jinbûna xwe, lezbiyenbûna xwe hûrik hûrik honandiye. Plathê der barê dayikbûn, welidandin û helbestkariyê de bang hilnedêraye lê peyv bi peyv, sembol bi sembol, di hebûna xwe de bi kûr ve çû. Ez ji vî zimanî, vê rêbazê û şêwazê hez dikim.

*Ji wergera Mele Mahmûdê Bazîdî û vir ve tu wergera kurdî çawa dinirxînî?

Bi rastî ez nikarim bi awayekî kronolojîk der barê wegera kurdî de binivîsim, ji ber ku zanîna min di der barê vê mijarê de qels e. Jixwe bi qasî ez dizanim ti karekî bi rêkûpêk der barê dîroka wergera kurdî de nehatiye kirin. Birêz Ergîn Sertem nivîsarek li ser vê mijarê nivîsîbû, ji bilî vê nivîsarê heke berhemeke din hebe jî haya min pê nîn e.  Lê pak pê dizanim ku werger karekî çetin e. Gelek mirov wergerê dikin û dixwazin bikin lê mixabin gelek caran derfetên fêrbûna ji hevdu û şêwirînê nîn in. Wergerên Kawa Nemir ji bona min mektew in. Ez ji wergerên wî pir fêr dibim. Her wiha hewl didim ku wergerên Ciwanmerd Kulek, Rizgar Elegez û Prîskê Mihoyî digel berhemên orjînal bixwînim û jê fêr bibim.

Xeyal bikin ku kurdî/kurmancî zevîyek e. Lê mixabin, hin dijminên hov bi sedan salan rê û dirb xitimandine û nehiştine hûn vê zeviyê av bidin. Zeviya we bes bi ava baranê carna şil bûye lê bi gelemperî ziya ye. Divê hûn cardin berê kanî, robarên cîhanê bidin zeviya xwe. Belê kurdî mixabin ev zevî ye û werger jî kanî û robar in. Em ê bi kurdî bifikirin, biaxifin, binivîsin û edebiyata cîhanê wergerînin kurdî û zeviya xwe cardin şên bikin.

*Ji bo mirov wergereke xurt bike hewce ye têkiliya mirov bi zimanê dayikê re her tim zindî be.  Şert û mercên dîasporayê li ser têkiliya te ya bi zimanê dayikê re û wergerê bandoreke çawa dikin?

Ziman derya ye û mirov di wê deryayê de dijî. Ez kurdeka bakurî me û texmîn dikim hemû kurdên bakurî baş pê dizanin ku deryaya me ber bi têkçûnê ve ye. Ez beriya sê salan li Bayîzdê bûm, jixwe li Îdirê mezin bûm. Lê mixabin di navbera dîaspora û Kurdistanê de kêm ferq heye. Li her derê, ez alema xwe diafirînim. Li Bayîzdê, ber bi êvaran ez û Rizgar Elegez derketin ger û geştê. Li Berlînê, tişteke nû wergerînim an jî binvîsim ji xwişka xwe re dişînim û paşê em notanî “pîrepitikan” dikevin gilî gotinan. Yanê zimanê wergera xwe, bi têkiliyên şexsî, bi hewldayinên şexsî diafirînim. Nizanim gelo ev yek ji bo wergerên pak û baş têr dika yan na. Lê ka, gelo çi rêyeke din heye?

*Weke tê zanîn di wergerê de zimanê mirov berhemê wergerînê, hewce ye mirov di wî zimanî de serwer be. Di vê mijarê de bandora bişaftinê bi çi awayî derdikeve pêşiya te?

Belê, di qonaxa wergerê de bandora zimanên kolonyal mijareke kûr û girîng e. Ne bi tenê li bakurê Kurdistanê, li Başûr û Rojhilat jî bandora zimanên erebî û farisî li ser hevoksazî/sentaxa kurdî heye. Lewma jî werger di heman demê de warekî têkoşînê ye. Em dê bi wergerên xwe ji zimanên bihêztir, zimanên emperyal û kolonyal sûd wergirin lê belê di heman demê de li pey deng, hevoksazî, gewriya kurdî/kurmancî  bin. Her wiha bi min, em dema behsa wergerê dikin, mijara me her ziman e. Lê belê ziman bi tenê xalek e, hindek xalên din î girîng jî hene. Bo nimûne heya kesek xwînereke/î baş nîn be, ti carî nikare wergerên edebî bike. Heya kesek nikaribe di kurdî de asayî û kêfxweşî sobalî bike, ew ê nikaribe ji zimanê îngilîzî, rûsî an jî tirkî bigire wergerîne ser esl û feslê kurdî. Zedepariya nivîskar û wergerên me, di nav deryaya kurdî de sobalî nakin. Ew di deryaya tirkî de dijîn, carcarna tên û destên xwe hinekî jî dixin nav kurdî. Dibe ku lewma gelek pirtûkên kurdî temsarkî ne, dibe ku lewma hindek werger ewqasî “werger in” ku tu yê bibêjî hema orjînal in. Bêguman her mirov di bin bandora zimanê serdest, çanda serdest, fikrên serdest de dimîne lê divê hîç nebe em asoya xwe bi zimanên din ên biyanî, edebiyata japonî, amerîkî, îrlandî, rûsî, polonî berfireh bikin ku qelstiyên fikrî û zimanî yên tirkan rasterast împort nekin.

*Tu weke jin û wergêreke ciwan pêşniyariyên te yên ji bo kesên bixwazin di qada wergerê de bi pêş bikevin, çi ne?

Min çend salan berê dest bi wergerê kir û di rêwîtiya fêrbûn û xwepêşdexistinê de hê jî her roj dixebitim. Bi rastî jî nizanim gelo ez ê bikaribim hin wergerên baş, kêrhatî bikim an na. Lewma jî ez bi rast û eşkere dibêjim, dibe ez nebim wergêreke serketî lê ez xwînereke serketî me. Her wiha pir baş dizanim ku heya meriv nebe xwînereke serketî, nikare wergerên baş bike. Werger ne karê peyvguhastinê ye, yanê heke meriv peyv û rêzimanê du zimanan bizanibe meriv nikare rasterast wergerê bike. Divê mirov behreya her du zimanan, hişmendiya wan, dîroka fikirînê ya her du civakan, kodên ferhengî û mîtografyaya her du civakan û edebiyata bi her du zimanan bizanibe.

Wekî jinekê? Belê, ez her hewl didim ku li ser rûyê cîhanê hemû derfetên hebûna xwe, zayend û bedena xwe kifş bikim û xwe ji nû ve biafirînim. Her wiha dixwazim xwişkên min, jinên kurd binivîsin, wergerînin, bibêjin û em pevre rê û rêbazên nû, pênaseyên nû yên jinbûn, nivîskarbûn û wergêrbûnê biafirînin.

Di sala 1991`î de li gundekî navçeya Qulpê ya Îdirê hatiye dinê. Li Qersê dibistan xwendiye. Li Stenbolê di Zanîngeha Yildizê de mamostetiya zimanê îngilizî xwendiye . Paşê li Bazîdê mamostetî kiriye. Ji ber cezayên siyasî lê hatiye birîn ji mamostetiyê îstifa kiriye û berê xwe daye Almanyayê. Niha karê wergerî, edîtorî û pêşkêşvaniyê dike.