20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wergera wêjeyê-1

Destpêkê bila cudatiya navbera têgehên wergera wêjeyê û wergera wêjeyî diyar bibe. Ji wergera wêjeyê mebesta me wergera berhemên wêjeyî ye, her wisa di qada wergernasiyê de behsa ‘wergera bi awayekî wêjeyî’ tê kirin jî derbas dibe ku ew bêtir têkildarî şêwaza wergerê ye. Di wergera wêjeyê de wergêr li navendê ye, li navenda nivîskarê berê û xwînerê nû ye. Bi zanetî min gotina nivîskarê berê bijart ji ber ku di wergera wêjeyê de gelek caran wergêr dibe nivîskarê nû, yan ku tişta ku pêk tîne hema ‘ji nû ve nivîsîn e’.

Belkî ew xasyeta afirîner e ku berê wergêr dide wêjeyê. Wergêr bi qasî nivîskar bi çapbûna wergera xwe û bi ecibandina wê ya ji hêla xwîneran bextewar dibe. Motîvasyona sereke ji bo wergêrên edebî çapbûna wergerên/berhemên wan e. Piraniya wergêran, xasma wergêrên kurd, ji bilî wê dilgeşiyê jixwe tiştekî madî bi dest naxin. Wergêr di wergera berhemên edebî de bi hîsa afirîneriyê û bi teqdîra xwîneran têr dibe. Pêhisîna wergêr wek a hunermend e, yan ku hem xwedî wê motîvasyona hunerî ye, hem karekî hunerî dike û hem jî di dawiyê de li benda teqdîrê dimîne.

Bi qasî hîsa afirîneriyê, faktoreke din jî azadbûna wergêr a tercîha berhemê û tercîha cureya edebî ye ku wergêr dike sewdaserê karê xwe. Çi tişta ku bê wergerandin girêdayî tercîheke subjektîf e. Wergêr ji çi hez bike, çi bixwîne, çi berhema ku wergerandina wê wek tişteke pêwîst bibîne dide pêş xwe, dike serêşiya xwe û dawiyê jî wê werdigerîne. Wergêr bi awayekî jî bi karê xwe dibin temînata nemiriya berhemên wêjeyê. Her wekî Walter Benjamin jî destnîşan dike, bi saya serê wergêr/wergerê metnên wêjeyî jiyana xwe didomînin û gelek caran jî berhem bi wergerên xwe dijîn.

Dîsa jî wek her tiştî wergêr û wergera wî/wê jî derba xedar a zemên dixwe, kone dibe, tê jibîrkirin an jî cihê xwe dide ceribandinên nû. Temenê wergereke wêjeyî wek pêncî an şêst sal tê diyarkirin. Rast e, piştî ewqas salî wergera ku hatiye kirin piraniya jîndariya xwe ji dest dide, şiyana wê ya danûstandinî ya bi xwîner re lawaz dibe. Pêwîstiya ji nû ve wergerandinê derdikeve holê. Sedema vê yekê ya esasî ew e ku; her çiqas zimanê metna jêder êdî zimanekî mirî be an jî di metna jêder de êdî guherîn çênêbe jî, zimanê armanc timî diguhere. Lewre em wergereke heyî îro wek yeke baş bipejirînin jî, siberoj ew ê wek tişteke kevn bê dîtin. Helbet hin wergerên serkeftî hene ku qîmeta xwe ya danûstanî zû bi zû ji dest nadin û bi salên dirêj eleqeya xwînerên edebî dibînin.

Bi gotina Paul Auster em para mijarê ya li ser hesabê wergêr sergihayî bikin: “Wergêr lehengên veşartî yên wêjeyê ne; wergêr qasidên jibîrkirî ne ku danûstandinê di navbera çandên cuda de çêdikin; wergêr ew kes in ku bi me didin fêmkirin ku em hemû mirovên ji deverên cuda ên cîhanê ne, bes li yek cîhanê dijîn.”

Niha jî em dêna xwe bidin muxataba wergêr, an ku metna wêjeyê. Wergernasan hewl daye ku ferqa wergera metna wêjeyê ya ji wergera metnên din rave bikin.  Di metna wêjeyî de taybetiya zimanê edebî/zimanê fîguratîf û yekbûna şêwaz û naverokê wek du tiştên sereke hatine destnîşankirin. Wergera wêjeyê bi qasî wateyê, şêwazê jî digire nav xwe û jixwe di metna wêjeyê de şêwaz ji wateyê nikare bê veqetandin. Di wergera edebî de pêwîstiyeke esasî ye ku mirov taybetiyên edebiyatê yên wek sembolîzm, estetîka berhemê, pir-qetmanîtî, tona berhemê, tercîhên hevoksazî û bêjeyî biparêze.

Akşît Gokturk ji bilî şêwaz û naverokê qala faktoreke din jî dike ku ew jî hebûna dînamîk a xwîner e. Metna edebî bi çalakiya afirîner a xwîneran wateya xwe bi dest dixe. Metnên edebî bi piranî li şûna wateyên rasterast ji wateyên kêlekî çêdibe û ew watedayîn jî gelek caran xweseriya şêwaza afirînerê metnê ne. Di encamê de jî du pirsgirêkên sereke di wergera metnên edebî de derdikevin holê: Di metnên edebî de wateyên mecazî li gor wateyên heyî/binas yên zimanê edetî çênabin, lewre bi tenê bi şîroveyê wateya wan zelal dibe. A duyem jî, têgihîştina pir wateyî û têkilhev a metna jêder divê di zimanê armanc de jî bi awayekî bê afirandin. Lewre pirsgirêka sereke ew e ku gelo derfet heye ku wateyên mecazî yên di zimanê jêder de dê bi heman bandora edebî bên hilberandin.

Dîsa jî afirînerî û xasyeta hunerî ya wergerê divê bi me nede jibîrkirin ku li pêş wergêr berpirsiyarî û dilsoziya bi nivîskar re heye. Ew dilsozî peywirekê ji wergêr re datîne, an ku divê wergêr bi wergera xwe terza nivîskar ê sêwirîner, entelektueliya wî/wê û her wisa estetîka berhemê biparêze. Her wisa wergera edebî li ser milê wergêr wek peywir datîne ku guncavî/lihevhatinekê pêk bîne ku mirov dikare wê wek guncawiya şêwazî bi nav bike. Ev guncawiya şêwazî pêwîstiyeke girîng e ku divê di encama wergerê de pêk were. Xulasa ya girîng ew e ku şêwaza berhema resen kêm zêde di wergerê de bê parastin û bê ve-afirandin.