20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Werin em bi hev re edaletê bixwazin’

Çalakiya rûniştinê ya bi daxwaza “Edaletê” ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku li ber Edliyeya Rihayê dan destpêkirin, di roja 23’yemîn de didome.

Li Pirsûsa Rihayê, di dema hilbijartina parlamenteriyê ya 2018’an de, parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşê malbata Şeyaşar kiribûn û hevjînê Emîne Şenyaşar Hacî Esvet Şenyaşar û du kurên wê Celal û Adil Şenyaşar jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî bûyerê kurê Emîne Şenyaşar Fadil hatibû girtin û 150 sal cezayê girtîgehê jê re tê xwestin.  

Emîne û Ferît Şenyaşar bi vê çalakiya xwe ya “Edaletê” dixwazin edalet cîbicî bibe û Fadil Şenyaşar bê berdan.

‘Em ê li ber xwe bidin’

Malbata Şenyaşar heta niha 3 caran hat binçavkirin lê dev ji nobeta xwe ya “Edaletê” berneda. Wek her rojê, îro jî Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar çûn ber Edliyeya Rihayê rûniştin û çalakiya xwe ya nobetê li dar xistin. Li ser hesabê medyaya civakî yê malbatê wiha hat gotin: “Her çiqas dozgerê dosyayê hevdîtina bi me re qebûl neke û xwe dabe aliyê zalim û kesên bihêz jî… Ji ber ku me “Edalet” xwest bi fermana serdozger em cara sêyemîn hatibin binçavkirin jî… Em ê xwe bispêrin edaleta xwedê û li ber xwe bidin. Daxwaza me ya “Edalet”ê di roja 23’emîn de didome.”

‘Bila zilim biqede #EmEdaletêDixwazin’

Danişîna doza kuştina endamên malbata Şenyaşar roja 2’yê nîsana 2021’ê, li Edliyeya Malatyayê ye. Li ser hesabê malbatê banga xwedîderketinê hatin kirin û wiha hat gotin: “Werin em bi hev re edaletê bixwazin. Heger dengê me bitepisînin werin em bi hev re dengê derbixin. Bila zilim biqede #EmEdaletêDixwazin.”