spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji weşanxaneya Lîsê 6 pirtûkên nû yên bi kurmancî

Weşanxaneya Lîsê 6 berhemên nû weşand û berhemên xwe da nasîn. Nivîskar Îsmaîl Dîndar bi romana xwe ya bi navê “Wê Rojê” û Samî Hêzil jî bi pirtûka xwe ya bi navê “Lehengê Mîtolojiyê” derket pêşberî xwendevanan. Lîsê wekî din helbestên Nûrî Hîzanî jî bi amadekariya Îbrahîm Bulak bi navê “Hub û Xebat” weşandine. Her wiha Ezîzê Gerdenzerî bi “Bingeh” (Serpêhatî), Cîhan Roj bi “Şeşaqil” (Roman), Hamît Baydu jî bi “Tutina Bavê min”(Çîrok) derketine pêşberî xwendevanan.

Weşanxaneya Lîsê pirtûka “Wê Rojê” wiha dide nasîn: “Romana “Wê Rojê” li ser du tevnan hatiye avakirin. Jiyana bajarê bin erdê û şerê xendekan û şikefta nav berfa çiyayan. Li bajarê axê dest pê dike roman û bi çiyayê berfê didome. Roman tevna xwe li ser bûyerên rastîn ava kiriye. Lê di naveroka romanê de rastî û leylana jiyanê tevlihev bûne. Bêhna azadî û têkçûnê ji romanê difûre.”

Ji serdemên qedîm heta roja îro

Her wiha “Lehengê Mîtolojiyê” jî wiha dide nasîn: “Textê leheng ji serdemên qedîm heta roja îro tim li navenda vegotinê bûye. Nirxên ku mirovahiyê timî hêja kirine bi hebûna lehengan teşe girtine. Lewma jî leheng wek têgeh bi dorfirehiya wateya xwe, bûye babeta gelek teoriyên nûjen û bala ramangeran kişandiye. Nivîskarê me di vê xebatê de hewl daye ku ji bergeha fikrên nûjen ên ku dorhêla têgeha leheng diyar kirine. Xwestiye li taybetmendiyên lehengên nav destanên kurdî binêre û bi mînakên xwemalî hin encamên objektîf derxîne holê.”

Helbestvan, nivîskar û mamosteyê jibîrçûyî

Îbrahîm Bulak ji bo Nûrî Hîzanî û “Hub û Xebat” di pêşgotina pirtûkê de ev agahî dane: “Di rewşenbirîya kurdî de bi qasî kurdan carina ji wan zêdetir jî ne kurdên Kurdîziman bi behremendî û berhemên xwe xwedî cih in. Çi rojhilatnasên biyanî çi Mesihiyên li Kurdistanê bi lêkolînên xwe carina jî bi kilamên xwe kelopora kurdî dewlemend kirine. Yek ji wan jî Nûrî Hîzanî an jî bi navê xwe yê Ermenîkî Hovakim Margaryan e. Nûrî Hîzanî, helbestvan, nivîskar û mamosteyê kurdî ye ku îro roj mirov dikare ji bo wî bibêje kesekî jibîrçûyî ye. Ev pirtûka li ber destê we jî li gorî zanîn û kanîna xwe hewlek e ji bo ronîkirina jiyan û rewşenbiriya wî.”